KCK: Ti hêz wê nikaribe xwe li ber perwerdeya zimanê dayikê rabigire

KCK: Ti hêz wê nikaribe xwe li ber perwerdeya zimanê dayikê rabigire

Komîteya Siyasî ya KCK'ê, der heqê daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan a li dijî perwerdeya zimanê dayikê de got, "Divê ev baş were zanîn; nîqaşkirina perwerdeya zimanê dayikê êdî ji bo gelê Kurd rewşeke binpêkirina rûmetê ye." KCK'ê bang li Kurdan kir ku li dijî nêzîkatiyên redkar daketin kolanan û got, "Diyare ku ti hêz wê nikaribe xwe li ber nasname, kesayetî, azadî û mafê perwerdeya zimanê dayikê yê Kurdan rabigire."

Komîsteya Siyasî ya KCK'ê, der barê rewşa dawî ya pêvajoya çareseriya demokratîk a bi Newroza li Amedê re bi însiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir û êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Komîteyê da xuyakirin ku rêveçûna pêvajoyê, bi gavên AKP'ê yên biavêjin ve girêdayî ye û xwest, li dijî liv û tevgera "çeteyên xayin" ên êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin, serî were hildan.

RÊVEÇÛNA PÊVAJOYÊ BI GAVÊN AKP BIAVÊJIN VE GIRÊDAYÎ YE

Komîteya Siyasî ya KCK'ê, der heqê pêvajoya çareseriyê de ev nirxandin kir: "Pêvajoya Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad ya Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo da destpêkirin, ji aliyê tevger û gelê me ve, di çarçoveya berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelan û dîrokê, bi fedekariyeke mezin heta roja îro bi awayekî yekalî hatiye meşandin. Ev 8 mehin ji aliyê gerîla û ji aliyê din ve bûyereke mirinê neqewimiye. Bêguman ev rewş daxwaza hemû alîgirên azadî, çareserî û demokrasiyê ye. Lê ev rewş bi tena serê xwe ne çareserî ye. Çareserî û rêveçûna vê pêvajoyê, bi gavên AKP biavêjin ve girêdayî ye. Di şûna ku ji bo çareserî û pêvajoyê gavan biavêje AKP'ê dest ji ziman û mejiyê neçareserî û dijwariyê bernedaye.

Di van rojên ku li Tirkiyê gotûbêj li ser destûra bingehîn tê kirin de, daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan û rayedarên hikûmetê nîşan didin ku pêvajo dê çiqasî û çawa bi pêş ve biçe yan neçe."

DAXUYANIYÊN ERDOGAN NE LI GORÎ RIHÊ DANÛSTANDINANE

KCK'ê bal kişand ser daxuyaniya Erdogan a digot, "Perwerdeya zimanê dayikê teqez di rojeva me de nîne" û ev bersiv da: "Ya yekemîn; ev helwest bi ti awayî ne li gorî rihê danûstandin û çareseriyê ye. Ya duyemîn; divê were pirsîn, tu bi kîjan mafê navnetewî, bi kîjan berpirsyariya însanî, bi kîjan erk û wezîfeyê ziman, çand, nasname û kesayeta gelekî qebûl nake, red dike? Ji xwe şerê 40 salan ne ji bo vê bû? Ma gelê Kurd gelekî parya û tu jî efediye ku dibêjî ezê vê bidim an vê nadim? Dibêjî perwerdeya zimanê dayikê qet nabe. Gelo ev ne red û înkar e, ne zilm û zordarî ye? Di vê dema sersala 21. de redkirina perwerdeya zimanê dayikê, yan bêparmayîna ji bûyerên li qada navnetewî û herêmî ye, yan jî mejiyê mêtîngeriya deshilatdar bi xwe ye."

NÎQAŞKIRINA PERWERDEYA ZIMANÊ DAYIKÊ JI BO GELÊ KURD BINPÊKIRINA RÛMETÊ YE

Komîteyê di dewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ku nîqaşkirina perwerdeya zimanê dayikê, ji bo gelê Kurd tê wateya binpêkirina rûmetê û got, "Piştî têkoşîna azadiyê ya 40 salan, diyare ku ti hêz wê nikaribe xwe li ber nasname, kesayet, azadî û mafê perwerdeya zimanê Kurdî rabigire.

Her helwest û daxuyaniyên ziman, çand, nasname û kesayetiya gelê Kurd red dikin, divê bi asta herî bilind de bi serhildanên radîkal bersiva xwe bibînin. Mejiyê mêtîngerên deshilatdar, gava sekneke serhildanî ya gelê Kurd dît, hingî dikare baş bifikire. Ji ber vê yekê divê Kurd li benda ti ferman û kesan nemîne û bi xwe yekser, mafê xwe yê berxwedanê heta dawiyê bikar bîne.

PÊWÎSTE GEL TAVILÊ BIHERIKE KOLANAN

Divê gelê Kurd, li dijî van daxuyaniyan biherike kolanan û li her derê, di her firsendê de nerazîbûna xwe bi hêz nîşan bide. Pêwîste rewşenbîr, huqûqnas û rêxistinên civakî yên Kurd, dostên Tirkiyeyî; şoreşger, sosyalîst û demokrat dengê xwe bilind bikin. Bi vê armancê, çiqasî serhildan, çalakiyên rewa û demokratîk bên lidarxistin jî, kêm in. Divê bêjin, her tişt ji bo perwerdeya zimanê dayikê û rabin ser piyan

Rêberê Gelê Kurd Rêbe Apo, zêdeyî 2 sal in nikare parêzerên xwe bibîne. Weke sedem jî bibêjin 'keştî xerabe' ye. Ev yek bi awayekî zelal, bêhurmetiyeke mezin li gelê me, Rêber Apo û huqûqnasan e û pêlîstina rastiyane. Bi hezaran, bi dehhezaran huqûqnasên welatparêz-şoreşger û demokrat, divê li dijî vê neheqiyê dengê xwe bilind bikin û tevî têkoşîna huqûqî, nerazîbûnên xwe yên demokratîk jî nîşan bidin. Divê gelê me, her rojên Çarşem û Înê, bi protestoyên mezin nerazîbûnê nîşanî vê neheqiya li Rêber Apo tê kirin, bide."

ZELAL BÛYE KU EL NÛSRA HÊZA XWE JI TIRKIYÊ DIGIRE

Komîteya Siyasî ya KCK'ê di daxuyaniya xwe de, der heqê rewşa li Rojavayê Kurdistanê de jî ev nirxandin kir:

"Li Rojavayê Kurdistanê, gelê me bi rûmetdar li ber xwe dide û têkoşîneke destanî dimeşîne. Bi belgeyên derketine holê eşkere bûye ku rêxistina çete El Nûsra ya dixwaze şer bibe Rojavayê Kurdistanê, vê hêza xwe ji dewleta Tirk digire. AKP ya ku li Tirkiyê xwe nêzî pêvajoya çareseriyê neke, nikare li Rojava jî ji bo gelan polîtîkayeke rast bimeşîne. Tevahiya armanca wan ew e ku dixwazin pêşî li statuya xweser a demokratîk a gelê me yê li Rojava bigirin û deskevtiyên şoreşê têk bibin. Gelê Kurd vê baş dizane. Şoreşa li Rojava bi berdêl û berxwedaneke mezin pêk hatiye.

DIVÊ LI DIJÎ TEVGERA ÇETEYAN A LI KURDISTANÊ SERÎ BÊ RAKIRIN

Bi qasî îlan û avakirina statuya xweser a demokratîk a gelê me li Rojavayê Kurdistanê, ti tiştekî xwezayî tineye. Gelê Kurd, li derveyî axa xwe nêrîşî ti kesî nekiriye, li hemberî ti kesî şer û dijminatî nekiriye. Berevajî, ji bo bi civakên etnîkî û baweriyên cûda yên mîna Ermenî, Asûrî-Suryanî, Ereb bi hev re di rewşeke azad de bijî, têdikoşe. Bi ambargoya aborî, siyasî û leşkerî re zext li gelê me tê kirin ku ji cih û warên xwe koç bike û bi vî rengî dixwazin pêşî li statuya xweser a demokratîk û şoreşa Rojava bigirin. Gelê me yê li Rojava, tevî pêkanîna şoreşê, wê parastiya xwe jî bi biryardariyeke mezin pêk bîne. Pêwîste tevahiya gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat û dostên Kurdan, di warê madî û manewî de piştgiriyê bidin gelê me yê li Rojava û bi hemû hêza xwe li wan xwedî derkevin. Bi taybetî gelê me yê li Bakurê Kurdistanê, divê destûrê nedin ku çeteyên xayin li Kurdistanê bigerin, perwerdeyê bibînin û ji bo şer derbasî Rojava bibin. Divê gelê me li dijî vê serî rake. Şoreşa li Rojava di heman demê de şoreşa li bakur e. Şoreşa li bakur jî şoreşa tevahiya Kurdistanê ye. Bi vê têgihiştin û berpiryariyê, xwedîderketin, parastin û piştgiriya ji bo Rojava, wezîfeyeke bi rûmet a neteweyî ye."