KCK: Tirkiye dixwaze bi herêma tampon re êrîşan temam bike

KCK: Tirkiye dixwaze bi herêma tampon re êrîşan temam bike

KCK'ê da xuyakirin ku dewleta Tirk polîtîkaya valakirina Rojava dimeşîne û got, "Polîtîkaya valakirina Rojava bi qasî komkujiyê xetere ye." KCK'ê li ser herêma tampon a tê xwestin li ser sînorê Rojava bê avakirin jî destnîşan kir ku ev yek bi armanca destekkirin û temamkirina êrîşên DAIŞ'ê ye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê der barê pevçûnên li Kobanê û berxwedana li her du aliyên sînor de daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK'ê ragihand ku dewleta Tirk plana valakirina Kobanê dişopîne û got, "Polîtîkaya valakirina Rojava bi qasî komkujiyê xetere ye" û banga hişyarî û berpirsyariyê li gel kir.

KCK'ê nîqaşên li ser herêma tampon jî nirxand û got, "Di planên avakirina herêma tampon de armanca dewleta Tirk destekkirin û temamkirina êrîşên DAIŞ'ê ye. Li dijî plana avakirina 'herêma tampon' ku êrîşkarî û dijminatiya li hemberî Şoreşa Rojava îfade dike, divê gelê Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi hemû hêza xwe têbikoş e, li ber xwe bide û van lîstikên qirêj pûç bikin."

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:

"Gelê Kobanê, hêzên YPG û YPJ'ê ev 9 roj in li dijî faşîzma DAIŞ'ê bi lehengî li ber xwe daye û ev berxwedan bi awayekî destanî dewam dike. Hêzên YPG û YPJ'ê yên derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dan û di encamê de çeteyan windahiyên giran dan, ji pozîsyona parastinê derketine û derbasî ya êrîşê bûne. Rastiya li Kobanê tê jiyîn, berevajî rewşa ku medya alîgirê AKPê û beşek ji çapemeniya Ereb a sempatîzanê DAIŞ'ê nîşan dide ye. Kobanê îro bûye Stalingrad. Di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de berxwedana Stalingradê li hemberî faşîzmê roleke çawa lîstibe, berxwedana Kobanê jî rola ku rêveçûna şer diyar bike, dileyze. Ne DAIŞ rêxistina çete, ne dewleta Tirk ne jî hêzên li pişt wan, wê negihêjin armancên xwe.

Berxwedana gelê Kobanê, hêzên YPG û YPJ'ê destanî ye. Di serî de gelê Bakurê Kurdistanê, ciwanên me yên li hemû parçeyên Kurdistanê ji bo bi gelê Kobanê re li rex hev li ber xwe bide, divê berê xwe bidin Rojava. Gelê me û hêzên berxwedêr xwedî hêz, vîn û biryardariyê ne ku hemû êrîşan bêbandor bikin. Berxwedana lehengî ya heta roja îro hatiye nîşandan derxistiye holê ku çeteyên DAIŞ'ê wê nikaribin bigihêjin armancên xwe. Şert û merc çi dibin bila bibin, ev berxwedana bi ruhê fedaî tê meşandin wê êrîşkaran û hêzên li pişt wan têk bibe. Yên dixwazin destekê bidin berxwedana Kobanê dikarin bi alîkarîdayîna teknîk, çek û lojîstîkê vê berpirsyariya xwe bicih bînin.

DIVÊ WELATIYÊN KOBANÊ VEGERIN

Rêveberiya Kantona Kobanê rast tevgeriya, ku bi armanca ewlekariyê îxtiyar, jin, zarok, mirovên nexweş ji bo demekê ji hin gundan derxist û bir qadên ewletir. Lê belê divê ti kes nekeve feqa dewleta Tirk a valakirina Kurdistanê. Gelê me yê Kobanê yê çû cem xizmên xwe yên li Bakurê Kurdistanê divê di demeke kurt de ji nû ve vegerin Rojava, vegerin Kobanê. Li ser bingeha rastiya gelekî jiyana xwe li gorî şer birêxistin kiriye, divê bi hêzên YPG û YPJ'ê re li ber xwe bide û xaka xwe biparêze. Polîtîkaya valakirina Rojava ya mêtîngeriya Tirk, bi qasî komkujiyê xetere ye; divê gelê me vê bibîne, li her cihê lê ye li gorî rastiya gelê şervan, berxwedanê esas bigire.

HERÊMA TAMPON ARMANCA TEMAMKIRINA ÊRÎŞÊN ÇETEYAN E

Planên avakirina herêma tampon ya dewleta tirk, armanca temamkirina êrîşên DAIŞ’ê yee. Herêmên tampon dijminahî û êrîşkariya li dijî şoreşa Rojava îfade dike û li dijî van planan divê gelê Bakurê Kurdistan û Rojava bi hemû hêza xwe li dijî bisekinin, berxwe bidin û van lîstikên qirêj vala derxîne. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî diyar dike u divê hemû gelê Kurdistanê jiyana xwe li gorî şert û mercên şer saz bike û bi ruhê seferberiyê bikevin berxwedanê. Bexwedan ne tenê li Rojava û Kobanê divê li seranserê Bakurê Kurdistanê bê bilindkirin. Divê parastina azadî û hebûna gelê me bêkirin ev jî ancax bi rastiya gelekî ku xwe li gorî şer rêxistin kiriye mumkune.

Gelê Kurd dema xwe ya herî rêxistinkirî ya dîrokê dijî. Geşedanên li Kurdistan û herêmê, ji bo qezenckirina jiyana demokratîk û azad ya gelê Kurd derfetên dîrokî pêşkêş dike. Her êrîş berxwedan û têkoşînê dê mezin bike û bi vîawayî dê Şoreşa Rojava rê li ber Şoreşa Bakur, ya Bakur jî rê li ber bihêzbûna şoreşa Roajva vebike. Gelê me ji her demê zêdetir dê parastina xwe bike û azadiya xwe pêk bîne. Di vê esasê de em bang li hemû gelê Kurd dikin ku di xeta berxwedana Apocî de bibin yek û têkoşînê bilind bikin."