KCK: Vekişîn rawestiya, agirbest dewam dike

KCK: Vekişîn rawestiya, agirbest dewam dike

KCK'ê da xuyakirin ku ji ber hikûmeta Tirk di warê demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd de gav neavêtiye, wan vekişîna gerîla rawestandine. KCK'ê got, "Vekişîna gerîla hat rawestandin, lê agirbest wê dewam bike. Agirbest firsendê dide AKP'ê ku di çarçoveya projeya Rêber Apo de gavê biavêje."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku ji ber xemsariya hikûmeta Tirk a li pêşberî gavên wan avêtine û ji ber ku di warê demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd de ti gav neavêtiye, wan vekişîna gerîla rawestandine.

Hevserokatiyê got, "Yê ku agirbesta me, vîna me ya vekişîna gerîla û vekişîna gerîla ya di astegeke muhîm de girîng nedîtiye, yê ku bersiveke rast nedaye vê û ev pêvajo weke rewşe mijûlkirinê bikar aniye û xwestiye li ser vê bingehê bi rewşeke agirbestê bikeve hilbijartinên herêmî û hilbijartinê bi ser bixe hikûmeta AKP ye. Lewma berpirsyarê vê rewşê hikûmeta AKP'ê bi xwe ye."

Hevserokatiyê, tevî "hemû nêzîkatiyên xemsar û bêberpirsyar" careke din bang li hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk kir ku ji bo demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd gavê biavêje. Hevserokatiyê got, "Vekişîna gerîla rawestiya, lê rewşa agirbestê dê dewam bike. Bi dewamkirina agirbestê re firsend ji AKP'ê re tê dayîn ku di çarçoveya projeya Rêber Apo de gavê biavêje."

LI PÊŞIYA GAVAVÊTINA DEWLETA TIRK, TI ASTENGÎ NAMEYE

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Rêber Apo, li ser bingeha ezmûn û danehevên 40 salan ên Têkoşîna Azadiyê û 10 salên têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyê gihişt wê baweriyê ku bi demokratîkbûyîna Tirkiyê re wê pirsgirêka Kurd çareser bibe û li ser vê têgihiştinê Projeya Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk pêşkêşî raya giştî ya Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Cîhanê kir. Ev Manîfestoya Rizgariya Demokratîk a di 21'ê Adara sala 2013'an de hat aşkerakirin, di encama hevdîtinên li Îmraliyê de derket holê. Rêber Apo gihiştiye wê baweriyê ku şert û mercên li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Cîhanê guncaw in ku proje bicih bê anîn.

Rêber Apo ji sala 1993'an û vir ve ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd ketiye nava hewldanên mezin. Ev hewldanên Rêber Apo jî, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bingeheke girîng afirandiye. Di çarçoveya van nêzîkatiyên Rêber Apo de gelek caran agirbest hatiye îlankirin û şer hatiye rawestandin. Rewşa agirbestê ya Rêber Apo beriya neh mehan da destpêkirin jî, di encama pêvajoyeke ewçend dîrokî de derket holê. Vîna Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji bo çareseriya demokratîk û hewldanên wê yên bîst salin di vê oxirê de dimeşîne, ji aliyê beşeke girîng a raya giştî ya Tirkiye û Cîhanê ve hatine dîtin û teqdîrkirin.

Rêber Apo bi pêkanîna agirbestê, bi serbestberdana leşkerên dîl, bi vekişandina hêzên gerîla li derveyî sînor ve bingeh û firsenda çareseriyê pêşkêşî dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê kiriye. Li pêşiya dewleta Tirk ti astengî nemane ku ji bo çareseriyê gavan biavêje. Eger li devereke din a cîhanê, nêzîkatî û pratîkeke bi vî rengî bihata nîşandan, dê ev ev vîn ji bo çareseriyê weke firsendeke mezin bihata dîtin. Yê ku dixwaze pirsgirêkekê çareser bike, li rewşeke bi vî rengî digere. Tevgera Azadiyê ya Kurd, bingeheke bi vî rengî bi zêdehî afirandiye.

DEMA KU TIRKIYE BIGIHÊJE DEMOKRASIYEKE RASTÎ, HINGÎ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIBE

Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji ber ku bawer kiriye ku rêya herî baş a çareseriyê, biratiya gelan û çareseriya demokratîk e, gavên bi vî rengî avêtine. Rast nedîtiye ku bi bilindkirina dijwariyê re li çareseriya pirsgirêka Kurd bigere, lewma bi salane nêzîkatiyên maqûl ên çareseriyê nîşan daye û bawer kiriye ku bi demokratîkbûyîna rastî ya Tirkiyê re pirsgirêk dikare çareser bibe.

Agirbest û pêşniyarên çareseriyê yên Rêber Apo, ji ber vê baweriya wî derketin holê. Tevî ku Tevgera Azadiyê ya Kurd hemû berpirsyariyên xwe bicih anî jî, hikûmet û dewletê bi ti awayî bersiv neda van gavan û mîna ku tu bersiveke siyasî ya gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd tuneye, tevgeriyan. Bi bersivnedayînê re, gavên dîrokî yên Tevgera Azadiyê ya Kurd bê wate hiştiye. Mîna ku li Îmraliyê tu hevdîtin nehatiye kirin û tu gavên ku divê biavêje nîne, helwesteke bêberpirsyarî nîşan daye. Gelek derdor û raya giştî ya demokratîk a pêwendiya xwe bi pirsgirêka Kurd hene hemfikirin ku AKP li pêşberî gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd tu tişt nekiriye.

Tê pejirandin ku aktorê bingehîn ê ev pêvajo daye destpêkirin Rêber Apo ye. Lê belê, ji bo serxistina vê pêvajoyê derfet ji Rêber Apo re nehatiye dayîn. Li holê pirsgirêkeke sed salan heye, digel vê rewşê jî aktorê bingehîn ê çareseriya vê pirsgirêkê di tecrîdeke giran de tê ragirtin û pêşî li xebata wî nehatiye vekirin. Ev yek nîşan dide ku hikûmet bi samîmî nêzî pêvajoyê nabe. Serokwezîr û hikûmetê her roj gelek civîn pêk anî, her roj bi hezaran nêrînên derdorên cuda girt. Lê li aliyê din bi tenê mehê du saetan derfeta hevdîtinê ji Rêber Apo re hat dayîn. Ev rewş nîşan dide ku pêvajo bi awayekî baş nehatiye meşandin û nemeşiyaye.

DI REWŞA AGIRBESTÊ DE QEREQOL Û BENDAV HATIN ÇÊKIRIN

Di rewşa agirbestê de, çêkirina qereqol, bendav û tesîsên bi armancên leşkerî ji xwe niyeteke baş nîşan nade. Diyare ku hikûmet ne ji bo çareseriyê, ji bo şer hûr û kûr amadekariyan dike. Neh mehên agirbestê, bi xebatên leşkerî yên di rewşa şer de nekarî bihata kirin, derbas bû. Di warê demokratîkbûyîna Tirkiyê de tu gav nehatin avêtin. Ji bo pêşî li siyaseta demokratîk were vekirin, girtiyên ji doza "KCK"ê jî nehatin berdan û qanûna têkoşîna li dijî terorê nehat rakirin. Nêzîkatiya amadekirina pakêtan ku bi salane ji aliyê hemû hikûmetan ve hat kirin, ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve jî dewam kir. Di çareseriya her pirsgirêkên civakê yên demokratîkbûyînê de, nêrîna mûxataban tê girtin. Lê belê di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyê ye, nêrîna lîderî û saziyên vîna gelê Kurd temsîl dikin, nehat girtin. Ev yek jî nîşaneya berçav e ku dewlet xwedî mejiyê çareseriyê nîne.

BERPIRSYARÊ VÊ BIRYARÊ HIKÛMETA AKP’Ê YE

Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd bi dehan carî xwest ku dewlet û hikûmet li hemberî pêngavên ku Tevgera Azadiyê davêje, berpirsyar tevbigere. Lê hikûmeta tirk wekê ku Tevgera Azadiya Kurd  hişyarî û daxwazên xwe ranegîhandiye, bê berpirsyar tevgeriyaye. Ev bi awayekî vekirî tê wateya ku pêvanoya çareserî nîne. Ji xwe serokwezîrê tirk jî got: “Pêvajoyek wisa nîne, tenê xebatên ku em dimeşînin hene.” Dema nêzîkatiya wî ya li hemberî perwerdehiya ziman hat pirsîn, berisva wî jî  nîşan da ku di mijara çareseriyeke mayîn de xebateke cidî tuneye.

Rêveberî û baskên bi raye yên Tevgera Azadiya me, nêzîkatiya hikûmeta tirk ya ku pêngav neavêtiye, di mijara çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûnê de bihêle pêngav avêtinê di mijara ziman û rêbazê de di nava helwest û zîhniyeteke hegomon de mayîn, li ber çavan girtiye û vekîşa gerîlayên di nava sînorên Tirkiyeyê de maye, rawestandiye. Nêzîkatiya bêberpirsyar ya hikûmeta AKP’ê û her wiha pêngavên ku ji aliyê tevgerê ve hatin avêtin, bê wate hatin hiştin û li dijî rawestandina vekîna gerîlayan êdî ferzkiriye. Hikûmeta AKP’ê hemû pêngavên me yên wekê vekişîna gerîlayan ji nedîtive hat û bersiv neda vê hewldana me.  Hikûmeta AKP’ê polîtîkaya mijulkirinê meşand û hewl da bi vê yekê biçe hilbijartinan. Berpirsyarê vê biryara me hikûmeta AKP’ê ye.  AKP ya ku bu sedema ku em vê biryarê bigirin, bê berpirsyar tevgeriyaye û di mijara çareseriyê de tu pêngav navêtiye. Di mijara vekişîna gerîlyan de, tu pêngav navêtiye û  ji ber vê jî bû sedema ku ev pêngav bi dawî bibe.

MIJARA AGIRBESTÊ DÊ BÊ PARASTIN

Tevgera me bi projeya demokratîkbûnê ya Rêber Apo di Newrozê de daniye holê bawer e. Biratiya gelên Tirkiyeyê, yekitiya demokratîk ya Rojhilata Navîn û Çareseriya Pirsgirêka kurd bi vê nêzîkatiyê  dikaribû pêk bihata. Helwest û nêzîkatiya xwe ya vê mijarê didomîne. Rawestandina vekişîna gerîlayan, ji bo ku ev proje cidî bê girtin û tiştên pêwist bên kirin, pêk hatiye. Gerîla jî Tevgera Azadiyê hêz û zîhniyeta demokratîknbûna Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê temsîl dike.  Her hêza ku gerîla û tevbera azadiyê wek hêzeke cidî nebîne, hêza ku zîhniyeta wê ne demokratîk û hêza ku zihniyta wê hegomonîk û qirkirinê ye. Ev nêzîkatî û helwest nîşan dide ku hikûmeta AKP’ê û dewleta tirk di vê zihniyetê de ye.

Em ligel hemû nêzîkatiyên bêberpirsyar yên AKP’ê û dewleta tirk careke din bang dikin ku di mijara çareseriya pirsigirêka kurd û demokratîkbûnê de pêngav bên avêtin. Em careke din bibîrdixînin ku bila dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê  proje û derfeta dîrokî ya Rêber Apo rast binirxîne. Rawestandina vekişîna gerîlayan dê agirbestê biparêze. Di rewşa agirbestê de mayîn tê wateya ku di projeya Rêber Apo de pêngavên erênî bê avêtin.

Em bang li gelê xwe û hêzê demokrasiyê jî dikin ku li dijî vê helwesta AKP’ê têkoşîna xwe bilind bikin û ji bo AKP pêngavan bavêje dengê xwe bilind bikin.  Divê gelê me û hêzên demokratîk li projeya Rêber Apo xwedî derkevin û em bawer dikin ku ger têkoşîn bê dayîn dê ev banga dîrokî bi serkeftinê encam bibe.