KCK: Viyan Caf yek ji sembolên yeketiya netewiye

KCK: Viyan Caf yek ji sembolên yeketiya netewiye

Viyan Caf (Leyla Xalid Husên) ji bo protesto kirina komploya navnetewî 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda li Îmraliyê bedena xwe dabû ber agir, di 7’mîn salvegerê de ji aliyê KCK’ê ve hate bibîranîn. KCK’ê biboneya nêzîkbûna komploya 15’ê Sibatê bang li gelê Kurd û dostên wê kirk u, bi çalakî û serhildanên xurt protesto bikin.

Di daxuyaniya Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê de hate diyarkirin ku, “Em di heftemîn şahadeta yek ji milîtanên pêşeng ya Tevgera Jinên Azad yên Kurdistanê, Komîteya ji Nû ve Avakirina PKK’ê û Endama Konseya Kongra Gel rêheval Viyan birêz û minet bibîrtînin, ji bo bîranîna wê em didin diyarkirin ku, em dê tekoşîna azadiyê hîn zêdetir bilind bikin û bersivê bidin bîranînên wê.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, Viyan Caf bi tekoşîna xwe bûye yek ji sembolên yeketiya netewî û wiha hate gotin:

“Rêheval Viyan di temenek gelek ciwan de tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bûye, bi duristbûna xwe, fedekarî, sade, jiyanek dilnizim, bi jîrîtiya xwe, zanîn û biryarbûna xwe di demek kurt de bawerî, rêz û heskirina hevalên pêre karkiriye qezenc kiriye. Bi vî wayî di qada Tevgera Azadiya Kurdistanê de gihaye asta pêşengtiyê û weke jinek militant ya pêşeng hatiye qebûl kirin. Di heman demê de, li hemberî jina hatiye kole kirin, bi sekna xwe ya jina azad nûnertiya milîtantiyê ya herî baş biserxistiye.

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Serok Apo bi komployekî navnetewî hate girtin û koma îxanetkar-çete-tasfiye ya berdewama komploya netewî derket holê, ji bo PKK’ê tesfiye bikin ketibûn tevgerê. Li hemberî vê fezkirinên tesfiyeyê bêy ku bikeve du diliyê bi coş, bawerî û biryarbûnekî mezin xeta PKK’ê bi awayekî milîtanî parastiye. Di nava Komîteya ji Nû ve Avakirina PKK’ê de cih girt, di vê sekna xwe ya fedaî de di asta pêşengtiyê de domand, her wiha li ser paradîgmaya Civaka Ekolojî ya Demokratîk û Azadiya Zayenî ya Rêber Apo, di serkeftina kongreya ji nû ve avakirina PKK’ê de rolekî girîng û dîrokî leyîst. Weke mirovek ya dozê zaniye di dilê rêhevalên xwe û gelê xwe de text ava bike. Di mejî, fikir û rihê gelê Kurdistanê de şûnekî ku nayê jê birin û nayê kolan hêlaye. Ji niha ve bi hezaran kecên ciwan yên Kurd navê Viyanê li xwe kirine, mînakek herî zelal ya vê yek jî eve.

Rêheval Viyan li hemberî polîtîkayên netewa Kurd ji dîrokê jê bibin, hêzên sermayedar û dagirker yên destê xwe dane hev û Kurdistan perçe kirine, qet sînor û kelem nasnekirin û tevlî xercê yeketiya netewî PKK’ê bû, her wiha bû yek ji sembolên yeketiya netewî.

Hikumeta AKP’ê ya mêtînger di sala 2005’an de li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdek mezin pêk di anî. Rêhevala Viyan li dijî tecrîdê ji bo kêm mayîn û bê hîstiyariyê protesto bike, ji bo hêzên navnetewî yên komploger protesto û nelet bike, her wiha balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêber Apo xwe feda kir. Li gel komploya navnetewî bi şîara "Hûn nikarin roja me tarî bikin” di rêya rêhevalên ji bo tarîtiya komploya navnetewî ron bikin agir berdayîn bedena xwe, di asta pêşeng de bedena xwe daye ber agir û şehîd ketiye.

Rêheval Viyan bi şahadeta ji komplogerên navnetewî û hêzên mêtînger yên dewleta Tirk re daya nîşankirin ku, ew dê nekarin Rêberê Gelê Kurd di bin esaretê de bihêlin û tecrîdê li ser pêk bînin, ger ev bibe malê canê wê jî ew dê vê yekê qebûl neke. Eger îro di 14’mîn salvegera komploya navnetewî de netenê li Kurdistan û Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn, Eweropa û hemû deverên Cîhanê azadiya Rêber Apo ketibe rojevê, para çalakiya rêheval Viyan û giyanê daye avakirin mezine. Weke din ger îro gelê Kurd di her firsendê de Rêber Apo weke vîna xwe dibîne û dibêje, azadiya me di azadiya Rêber Apo de ye, qasî kesayeta tekoşer ya pêşeng ya rêheval Viyanê, ew qas jî role çalakiya wê jî girînge.

Rêheval Viyan bibîr anîn, kesayeta wê ya tekoşer bingeh girtine û berxwedana azadiyê di asta herî jor de temsîl kirine. Erk û berpirsyartiyên ku dem dide ser milê me, tê wateya bi awayek fedayî xwedî lê derketin û ala berxwedanê hîn bilidtir kirine.”

Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê balkişande ser nêzîkbûna salvegera komploya navnetewî 15’ê Sibatê û bang li gel kir ku, li her qadê hêzên komploger protesto bikin û bersiv bidinê:

“Ji bo 14’mîn salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Serok Apo kêm roj mane. Em bang li hemû gelê Kurd, jin, ciwan û dostên gelê Kurd dikin ku, ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê hêzên navnetewî yên komploger bi awayek xurt protesto bikin, serhildanê bilind û bi berdewam bersivê bidin hêzên komploger.”