KCK:Yekitiya Netewî polîtîkayên qirkirinê vala derdixe

KCK:Yekitiya Netewî polîtîkayên qirkirinê vala derdixe

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di derbarê 25’emîn salvegera Komkujiya Halebçeyê de daxuyaniyek da û got: “Hem li welat û hem jî li derveyê welat divê gelê welatparêz yê Kurdistanê bi wesîleya şermezarkirina komkujiya Helebçe, Qamişlo, Roboskê û Parîsê bi hêzeke mezin tevlî Newrozê bibin û  azadiyê qîr bikin û li dijî zîhniyeta faşîst-şoven îradeya xwe derbixin holê."

Serokatiya Konseya Rêvebera KCK’ê diyar kir ku, di dîrokê de gelê Kurd her tim rastî komkujiyan hatiye û wiha got: “Di 16’ê Adara 1988’an de rejîma faşîst a Seddam bi çekên Kîmyewî li Helebçeyê komkujiyek mezin pêk aniye. Em vê qikirinê, vê sûcê mirovahiyê yê mezin careke din nelet dikin û şehîdên Helebçeyê bibîrtînin. Em soza bilindkirina têkoşînê ya li dijî vê vê komkujiyê careke din dubare dikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, komkujiya li Helebçeyê pêk hat li şûna naskirina îradeya Kurd ya rejîma Seddam, di encama polîtîkaa tunekirina netew-dewleta Ereb bû.  Daxuyanî wiha berdewam kir: “Ev polîtîkaya tunekirinê tenê ji bo rejîma Seddam, ji bo hemû hêzên serdest yên ku dixwestin Kurdistanê bigirin bin destê xwe derbas dibe. Rejîmên din yên li ser Kurdistanê serdestin li cihên cuda û demên cuda de pêkanînê bi vî awayî pêk anîne û hebûna gelê Kurd tehdît kirine. Hêzên modernîteya kapîtalîst ya rojava jî, bi piştgiriya siyasî û aborî ya dane pergalên mêtînger yên herêmê, bûne alîgirên lîstikên li ser kurdan tên lîstin. Ji ber vê sedemê ye ku dema ev komkujî pêk hat, hêzên mêtînger û hêzên navnetewî derbarê rejîma Seddam de tiştek nekirin. Lewra ev polîtîka heta îro jî anîne.

KCK’ê da zanîn ku, li dijî van polîtîkayên qirkirinê yên li ser kurdan peywira herî mezin eve ku divê Kurd yekitiya xwe ava bikin û got: “Ji berk u yekitî qirkirinê li gelan ferz nake. Ferz bikin jî encamê nagirin. Ji ber vê yekê jî ji bo welatê me azad bibe, gelê me azad bibe têkoşîn û yekitî ne tenê hewcedariye, di heman demê de ferze jî. “

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Li dijî vê zîhniyetê heta roja îro gelê me bi berxwedana Newrozê  hatiye vê rojê. Lê divê êdî ne ku hebûna Newrozê bê domandin, divê azadiya wê jî pêk bîne.  Ji ber vê jî di vê pêvajoyê de Newroz ji bo kurdan roja  serhildanê û roja berbi azadiyê ve meşe. Hem li welat û hem jî li derveyê wlat divê gelê Kurd bi wesîleya şermezarkirina komkujiya Helebçe, Qamişlo, Roboskê û Parîsê bi hêzeke mezin tevlî Newrozê bibin. Divê li dijî hêzên faşîst-şoeven îradeya xwe derxin holê.

Bi armanca ku polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd bi dawî bin, hebûna gelê Kurd bê qebûlkirin û pergaleke demokratîk ya nû a Rojhilata Navîn bê înşakirin, bang dikin ku bila gelê me têkoşîna xwe bilind bikin.”