Keda 215 milyon zarokan tê xwarin

Keda 215 milyon zarokan tê xwarin

Îro Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê ye. Li cîhanê, bi taybet jî li welatên kêm pêşketî bi milyonan zarok dixebitin. Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) bi boneya vê rojê raporek weşand û diyar kir ku li cîhanê 215 milyon zarok bê ewlehiya civakî tên xebitandin.

Ji sedî 61’ê zarokên karker li welatên Asyayê, ji sedî 31 li Efrîka û ji sedî 7’ê wan jî Amerîkaya Latîn dixebitin. Welatên Hindistan û Pakîstan di warê xebitandina zarokan de di rêzên yekemîn de ne. Li gorî raporê zarok di nava şert û mercên ne li gorî vê serdemê, di çewlikan de, atolyayên dirûtinê, ocaxên kevir û heta kanên maden de jî tên xebitandin.

Bi taybet ji ber krîza aborî ya gerdûnî, hejarî û feqîriya li cîhanê zêde bû û vê yekê jî bi awayeke zêdetir hişt ku zarok zêdetir bixebin. Ji ber pirsgirêkên aboriyê, li şûna zarok, bi taybet keçik, biçin dibistanê, di karên zor de û bi pereyekî kêm tên xebitandin.

Li gorî texmînan 75 milyon zarokên temenê wan ji 10 salî biçûktir hene. Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) di sala 1999 de bi 173 welatan re peymanek mor kir ku zarok di temenê biçûk de neyên xebitandin. Lê li gorî rêxistinê, ji ber hin qanûn û qedexeyên neteweyî yên van welatan, li gelek ji van welatan ev peyman neketiye meriyetê û hejmara zarokên dixebitin zêde bûye.