Kedkarên tenduristiyê derman dan Mexmûriyan
Kedkarên tenduristiyê derman dan Mexmûriyan
Kedkarên tenduristiyê derman dan Mexmûriyan

Yekîtiya Xebatkarên Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê, alîkariya derman da penaberên Mexmûrê yên li Ranya.
Xebatkarên tenduristiyê yên ji Başûrê Kurdistanê, berî niha bi demekê rewşa penaberên Mexmûrî yên ji ber êrîşên DAIŞ'ê neçar man di 6'ê Tebaxê de wargehê vala bikin û li mizgeft û dibistanên li Hecî Awa; Çarkûrna û navenda Ranyayê bicih bûn lêkolîn kirin û dermanên ku bi dilxwazî ji gelek depoyan berhev kirin radestî Meclîsa Tenduristiyê ya Mexmûrê ya li Ranya kirin.

Li ser navê Yekîtiya Xebatkarên Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê Hemed Emîn Xîdar û Şêrko Abdûrrahman daxuyaniyek dan û diyar kirin ku wan bi taybetî dermanên bi kêrî zarokan tên, dane penaberan.
Hemed Emîn Xidir got, "Me alîkarîdayîna gelê Mexmûrê yê li welatê xwe gelek caran penaber bûn, weke wezîfeyeke însanî dîtin. Em hêvîdarin ku hemû mirovên xwedî wicdan wê destê alîkariyê dirêjî her kesên li Kurdistanê di rewşa 'penaberiyê' de ne, bikin."
Şêrko Abdûrrahman jî got, "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê yên em lê rast hatin, me pêwîstî bi alîkarîdayîna dermanan dîtin. Weke xebatkarên tenduristiyê yên li Başûrê Kurdistanê, me ji xwe re weke wezîfeyekê dîtin ku dermanan kom bikin."
Endamê Meclîsa Tenduristiyê Dr. Mehmet Kara yê alîkariya derman teslîm girt, kêfxweşiya xwe ya ji ber van dermanan anî ziman.


