Kelar: Gerîla wê heta dawiyê Kerkûkê biparêze!

Kelar: Gerîla wê heta dawiyê Kerkûkê biparêze!

Ji Fermandarên Hêzên Berxwedana Kerkûk-Mexmûrê Egîd Kelar da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê dixwaze li Kerkûk û derdora wê di navbera Kurd û Ereban de pevçûnê derxîne û destnîşa kir ku Kurd wê nebin parçeyek ji vê lîstikê. Kelar diyar kir ku gerîla wê heta dawiyê Kerkûkê biparêze.

Ji Fermandarên Hêzên Berxwedana Kerkûk-Mexmûrê Egîd Kelar der barê rewşa dawî ya li Kerkûkê de, lîstikên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser gelan tên lîstin, parastina Kerkûkê û helwesta hêz û gelê Kurd a di vê pêvajoyê ji me re nirxand.

DAIŞ'ê çima êrîşî Kerkûkê kir, Kerkûk ji bo Kurdan tê çi wateyê?

Kerkûk ji bo me tê wateyeke cuda, ji bo DAIŞ'ê tê wateyeke cuda. Ji bo me Kerkûk û parastina wê tê wateya yekîtiya neteweyî, pêşketina demokratîk. Wekî din aliyê wê yê aborî jî heye. Ji ber petrola xwe, ji bo Kurdistanê xwedî cihekî girîng e. Dîsa li Kerkûkê gelên cuda dijîn û ev yek ji bo me gelekî girîng e.  Ji ber ku xeta me ya demokrasiyê, jiyana bi hev re ya gelên li vir e. Sîstemeke her kes, her çand di nav de bijîn. Ji ber vê yekê jiyana bi hev re a gelan ji bo me gelekî girîng e.

Li aliyê din DAIŞ dixwaze parçeryek ji Kurdistanê bistîne. Her wiha dixwaze aboriya li Kerkûkê ji bo xwe bikar bîne. Lewma destê xwe dirêjî Başûrê Kurdistanê kir ku hîn bêtir êrîşî Rojava bike. Li gel şerê Kurdan dixwaze bi Şîa re jî şer bi pêş bixîne. Kerkûk di vê nuqteyê de girîng e.

Bêguman haya me ji hemû planên wan hene û em ê rê nedin ku ev niyetên wan ên nebaş bicih bên. Hemû hewldanên me ji bo vê yekê ne. Hem ji bo parastina gelên herêmê hem jî ji bo pêşîgirtina li pêşveçûna DAIŞ'ê, em girîngiyê didin Kerkûkê. Ji ber vê yekê parastina Kerkûkê gelekî girîng e.

“EM DIXWAZIN BI EREBAN RE MÎNA BIRA BIJÎN”

Di dema rejîma Baas de li Kerkûk û derdora wê gelek Ereb hatin bicihkirin. Ev polîtîka bandoreke çawa li rewşa îro dike?

Di dema Seddam de siyaseteke bi navê "texrîp" meşandin. Texrîp tê wateya Erebkirinê. Xwestin bajarên Kurdan Ereb bikin. Kerkûk yek ji wan bajaran e. Ji ber vê yekê Tûzxûrmato bi Tîkrîtê ve, Kelar, Kîfrî bi Diyala, Çemçemal jî bi Silêmanî ve girê dan. Ev cih hemû bajarên Kurdan e. Ji bo Kerkûk weke bajarê Ereb bê zanîn, siyaseteke wiha meşandibûn. Ev yek jî aliyekî cuda yê mêtîngeriya di dema Seddam de hat meşandin e.

Niha çeteyên DAIŞ'ê xwe bi rêya van Ereban birêxistin dike û li herêmê cih digire. Erebên Sunnî yên li dora DAIŞ'ê dicivin, zêde baş nînin. Li herêmê jî bi aliyê xwe yê neyînî tên naskirin. 

Li aliyê din, Erebên ji derve hatine mirovên vê xakê nînin û ditirsin ji vê xakê bên derxistin. Ew bi xwe jî gelekî baş dizanin ku ne yên vê xakê ne. Ji ber vê yekê tevlî DAIŞ'ê dibin û alîkariyê didin.

Divê Erebên bi vî rengî hatibin li vir bicih bûne baş zanin, ku ew êdî bicih bûne. Ti nêzîkatiyeke me ya ji bo derxistina wan ji vê xakê nîne. Divê vê fêm bikin. DAIŞ van bikar tîne û dixwaze wan bîne pêşberî Kurdan. Rastî ev e; Kurd naxwazin van Ereban ji vir derxînin, dixwazin bi wan re di nava biratiyê de bijîn.

“DIXWAZIN GELAN BERDIN HEV”

Heta niha bi giranî şerê mezhebî dihat meşandin. Gelo DAIŞ dixwaze li Kurdistanê Ereb û Kurdan bîne pêşberî hev û di navbera wan de şer derxîne?

Armanca DAIŞ'ê derxistina şerê Ereb-Kurdan e. Eger di navbera Kurd û Ereban de şer derkeve, bi awayekî xwezayî ev Ereb wê bi DAIŞ'ê re tevbigerin. Dixwaze li ser bingeha şerê di navbera gelan de, hebûna xwe bidomîne. Em behsa hevparbûyîna gelan dikin, DAIŞ nêzîkatiyeke berevajî nîşan dide, dixwazin gel ji hev dûr bike û berdin hev. Ev nêzîkatiyeke xetere ye. Divê her kes li hemberî vê hişyar be.

“YEKANE HÊZA LI DIJÎ ÇETEYAN ŞER BIKE GERÎLA YE”

Tê gotin ku li pişt DAIŞ'ê hêzên herêmî û derve hene. Hûn vê çawa dinirxînin?

Rast e. Afgan, Amerîkî, mirovên Ewropî di nava vê çeteyê de hene. Ev li dijî me şer dikin. Piraniya van jî ji aliyê şer ve xwedî tecrûbe ne. Mîna Çeçenên li dijî Rûsan şer kirine hene di nava van de. Afgan hene yên xwedî tecrûbeya şer. Ev kom kirine û anîne vir. Vana bi serê xwe nehatine. Hin hêzan ev anîne vir.

Van çeteyan di serî de Şengal êrîşî gelek herêmên Başûrê Kurdistanê kirin. Û vana ji aliyê şer ve ji pêşmergeyan bêtir xwedî ezmûn in. Mîna ku li Şengalê jî hat dîtin, pêşmergeyan nekarî xwe li pêşberî van rabigirin. Lê belê li hemberî me ev çete ewqasî bi hêz nînin. Em xwedî tecrûbeya bi salan a şer in. Ev sîh sal in em li hemberî artêşa Tirk şer dikin. Û em bûn xwedî tecrûbeyeke mezin. Tecrûbeya wan têra şerê li hemberî me nake. Ji ber ku PKK bi tecrûbeya xwe re Kurdan perwerde dike, zane dike. Cesareta di nava Kurdan de derdixîne holê. Çete nikarin xwe li pêşberî taktîkên şer ên HPG'ê bisekinin.

Li Kerkûkê ev hat îspat kirin. Dibe ku me li vir şerekî mezin nedan, lê belê hatine me ya Kerkûkê jî DAIŞ li gelek herêman rawestand. Xwestin êrîşî Kerkûkê bikin lê hatina gerîla pêşî li wan girt. Ev çete ji aliyê psîkolojîk ve atmosferekê diafirînin û bajaran dagir dikin. Lê belê hebûna gerîla bi xwe jî ev atmosfer belawela kir.

“TEVLÎBÛNA ME YA LI VÎ ŞERÎ MAFÊ ME YE”

Her wiha hatina gerîla hem moral da pêşmerge hem jî gel. Mafê me ye ku em gelê xwe biparêzin. Mafê me ye ku em moralê bidin hêzên Kurd. Her wiha mafê me ye ku em tevlî şerekî bi vî rengî bibin. Ev der parçeyek ji Kurdistanê ye. Pêwîstiya gelê me yê li vir bi parastinê heye û em jî li ser vê esasê hatin vir.

Bêguman hebûna me tê wateya tinebûna DAIŞ'ê. Ji ber vê yekê gel moraleke gelekî mezin digire û li dora me dicive. Û bi hatina me re ew psîkolojiya tirsê ya DAIŞ'ê afirand, pûç bû.

“PÊWÎSTÎ BI PÊNGVEKE BERFIRE HEYE”

Piştî hatina gerîla ji Şengalê heta Mexmûrê, ji Celawla heta Tûzxûrmato li dijîo çeteyan operasyonan destpê kirin. Rewşa niha ya li Kerkûk û derdora wê çiye?

Ji bo parastina Kerkûkê, rewşa çeteya girîng e. Ji ber ku eniyeke berfireh di destê çeteyan de ye. Bêguman ev enî hemû deşteke rût e, çiyayî nîne. DAIŞ li van cihan bicih bûye. Li van tevahiya herêman Ereb dijîn. Ji bo rakirina xeteriya DAIŞ'ê li ser Kerkûkê pêwîstî bi planeke berfireh heye. Ji sînorê çiyayê Xemlîn heta sînorê Havîce divê ev xeterî ji holê bê rakirin. Kerkûk bi vî rengî tê parastin. Pêwîstî bi pêngaveke mezin heye. Bêguman ji bo pêngaveke wiha hêza bi tenê ya pêşmergeyan têrê nake, divê gerîla jî di nav de hebe. Grtêşa Iraqê jî pêwîste di vê pêngavê de rolê bilîze. Dikarim bêjim ku ji vî alî ve jî amadekariyek heye.

“KURD WÊ KERKÛKÊ BIPARÊZIN”

Piştî ku DAIŞ hat Kerkûkê artêşa Iraqê çû û bi tenê hêzên Kurdan man. Û niha bi pêşmerge re gerîla Kerkûkê diparêze. Lê belê hin berdevkên hikûmeta navendî ya Iraqê dibêjin divê Kerkûk bi hikûmeta Iraqê ve bê girêdan. Yanî naxwazin di destê Kurdan de bimîne. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Ew dem derbas bû. Artêşa Iraqê ji xwe li Kerkûkê bû, lê niha nîne. Eger bixwaze careke din vegere, ev ne rast e. Û ji bo artêşa Iraqê jî wê cihê şermê be. Hem ji Mûsilê hem jî ji Kerkûkê leşkerên xwe vekişandin û li her du cihî jî Kurd hiştin. Yanî parastina Kurdan nekirin. Beşek ji çekên xwe jî birin û yên mayî jî radestî DAIŞ'ê kirin. Eger daxwazeke bi vî rengî ya hikûmeta Iraqê hebe ev ne rast e û nayê qebûlkirin.

Niha Kurd bi hêza xwe dikare Kerkûkê biparêze. Dikarin destketiyên mezin ên li Kurdistanê biparêzin. Iraqê ev nekir û derbasî herêmên xwe, herêmên Şîa bû. Eger hikûmeta Iraqê dixwaze Kerkûkê biparêze, dikare destekê bide Kurdan. Li aliyê din, mîna ku min got Kurd wê Kerkûkê biparêzin.

Ji bo parastina Kerkûkê divê tevahiya Başûrê Kurdistanê xwedî lê derkeve. Bi tenê ji gelê Kerkûkê re nehêle. Ji bo nêzîkatiyên bi vî rengî yên hikûmeta Iraqê dernekevin holê, divê tevahiya gelê me yê başûr destekê bide Kerkûkê.

“KERKÛK A KURDISTANÊ YE”

Beriya DAIŞ'ê ji bo Kerkûkê nîqaşa Xala 140. hebû û di pratîkê de cih nehat. Di rewşa heyî de, diyare ev xal ji aliyê pratîkî ve jî ji holê rabûye. Eger ji niha û pê ve nîqaş li ser vê xalê bê kirin, helwesta Kurdan wê bi çi rengî be?

Di rewşa heyî de Xala 140. ji holê rabûye. Pêwîstî êdî bi xaleke bi vî rengî nîne. Ji bo Kerkûkê xaleek bi vî rengî ne hewce ye. Ji aliyê pratîkî ve Kerkûk bi Başûrê Kurdistanê ve girêdayî ye. Ji niha û pê ve pêwîstî bi referandûma ji bo Kerkûkê nîne. Bingeha vê nemaye. Ji xwe ji aliyê pratîkî ve derketiye holê ku Kerkûk a Kurdistanê ye. Lewma ji aliyê xwezayî ve ev xal ji holê rabûye û ji niha û pê ve jî pêwîstî pê nîne.