Kêm mabû bombeya gazê bebekê 1 salî bikuje

Kêm mabû bombeya gazê bebekê 1 salî bikuje

Li Amedê, polîsan piştî êrîşa li dijî gel, bombeyên gazê avêt nava malan. Ji ber bombeyên gazê hindik mabû bebekeke 1 salî jiyana xwe ji dest bide. Bebekê kêm mabû ji ber gazê bifetise, bi tupê oksîjenê ve hat girêdan.

Li Amedê bi hezaran kes, bi armanca şermezarkirina komkujiya polîsan a li Geverê ku di encamê de Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr jiyana xwe ji dest da, meşiyan. Lê belê polîsan bi bombeyên gazê dest li meşê werdan. Gelek kes ketin bin bandora bombeyên gazê yên polîsan.

Li Kolana Bayindirlikê jî polîsan bombeya gazê avêt nava malan. Ji ber bombeyeke gazê ya ket hundirê xaniyekî bebekeke 1 salî ku nav nehat zanîn, kêm mabû bifetisiya. Ambûlansa hat cihê bûyerê bebek bi tupê oksîjenê ve girêda û rizgar kir.