Kerkûk bi teqînekê hejiya: 38 birîndar
Kerkûk bi teqînekê hejiya: 38 birîndar
Kerkûk bi teqînekê hejiya: 38 birîndar
Li taxa Rehîmawa ya bajarê Kerkûkê, li pêşberî avahiya rêveberiya perwerdeyê teqînekê rû da. Li gorî agahiyên destpêkê 38 kes birîndar bûn.
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê îro danê sibê saet di 11:35'an de li ber avahiya rêveberiya perwerdeyê ya bajêr de teqînekê rû da. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, teqîna li taxa Rehîmawa bi maşîneke bombebarkirî encam daye.
Yek ji rayedarên ewlekariyê yê bajarê Kerkûkê Şerzad Mûweferî ji PUKmedîa re axivî û got, "Di encama vê êrîşa terorîstî de tevî jin û zarokan 38 welatî birîndar bûne."