Kesê ji sûcê îstîsmara zayendî dihat darizandin hat berdan!
Kesê ji sûcê îstîsmara zayendî dihat darizandin hat berdan!
Kesê ji sûcê îstîsmara zayendî dihat darizandin hat berdan!
U.Ç yê 42 salî li Amedê bi sûcdariya ku sê zarokên keç ên 14 salî îstîsmar kiribû bi daxwaza 150 sal ceza tê darizandin, biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) hincet hat nîşandan û hat tahliyekirin.
Di duyemîn rûniştina doza U.Ç dadgehê pêvajoya girtina gumanbar, rev, veşartin an jî reşkirina delîlan tuneye û biyara Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê hincet nîşan da û biryara tahliyeya U.Ç da.
JI 5 SÛCAN 150 SAL CEZA
U.Ç yê ku ji ser çapemeniya civakî xwe wek serbaz dihat nasîn û bi hinceta ku dersa Îngîlîzî dide 3 zarokên keç dawetî mala xwe kir û îstîsmara zayendî kir. Di îdîanameya ku der barê U.Ç de ji 5 sûcan 150 sal ceza dihat xwestin.