Kesê 'Tîma Xencer' gef lê xwar rastî êrîşa çekdarî hatin!

Kesê 'Tîma Xencer' gef lê xwar rastî êrîşa çekdarî hatin!

Welatiyê bi navê Mesut Aslan tê ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê "Tîma Xencer" gef lê xwaribûn, rastî êrîşa çekdarî hat.

Li gorî agahiyan di 6'ê sibatê de ji telefona berîkê ya Mesut Aslan re yê li navçeya Nisêbînê dirûne li ser navê "Tîma Xencer" peyamên gefên mirinê heye hatinbûn şandin û piştî van peyaman Aslan şevên din di demjimêr 23.00'an de dema diçû mala xwe rastî êrîşa çekdarî a kesên rupêş ve hate.

Aslan di encama êrîşê de ji milê xwe birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Hate zanîn ku piştî li vir mudaxele lê hat kirin hate hînbûn ku, gule li milê wî ketiye û bi sivik birîndar bûye. Li ser bûyerê polîs hatin beşa lezgînî. Aslan îfade nedan polîsan û ji wan re got: "Ji ber gefên li min hatibûn xwarin, min daxwazname dabû dozgeriyê. Ez dê tenê îfadeyan bidim dozgeriyê, ji dervey wê ez dê îfadeyê nedim tu kesê."

Di peyama "Tîma Xencer" a ji welatiyan re şandî wisa bû: "Ji bo parastina yekîtiya welat, bilindkirina ala şen ya li ezman û xwîna şehîdan li erdê nemîne me ji xwe re kuştina 1 Zinar Boga, 2 Necdet Tarlak, 3 Mesut Aslan û 4 Azad Tahîroglu wekî peywirek dît. Bijî kesên dibêjin em tirkin" (Tîmê Xencer) " Mesut Aslan û Azad Tahîroglu di 12’ê sibatê de têkildarî peyama gefê serî li Dozgeriya Komarê ya Nisêbînê da û serlêdana sûc kir. Aslan û Tahîroglu serî li Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê da û daxwaza alîkariya hiqûqî kiribûn.

TÎMA XENÇER LI ELKÊ 2 BDP'Î QETILKIRIBÛN

Navê Tîma Xencer di tîrmeha 2009'an de bi cînayeta li navçeya Elkê ya Şirnexê kirin hatibû rojevê. Endamên Tîma Xencer endamên BDP'ê Necman Olmaz (35) û Ferhat Edîş (35) ên ji bo tevlî Mîhrîcana Berxbirê bibin diçûn wesayîta wan destser kiribûn û pişt re ji bi keviran serê wan perçiqandibûn û gule li singê wan dabûn.