Kesek li Colemêrgê hate girtin

Kesek li Colemêrgê hate girtin

Welatiyê bi navê Mehmet Dûran yê ku li Midûriyeta Nifusê ya Çelê dixebitî bi îdîaya alîkariya rêxistinê kiriye hate girtin.

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê welatiyê bi navê Mehmet Dûran yê ku li Midûriyeta Nifusê ya Çelê dixebitî bi îdîaya "alîkariya rêxistinê kir" hate girtin. Li aliyê din Serokê Rêxistina BDP'ê yê Çelê Cûma Tek yê ku di 26'ê çileyê de hatibû binçavkirin piştî îfadeyên Midûriyeta Polîsan sewqî dozgeriyê hate kirin. Karên îfade dayîna Tek ya li dozgeriyê berdewam dike.