Kesekî xwe ji Rojava sînor derbas bike birîndar bû
Kesekî xwe ji Rojava sînor derbas bike birîndar bû
Kesekî xwe ji Rojava sînor derbas bike birîndar bû
Mayînên leşkerên Tirk li ser sînorê Rojava çandine, her mirovan dikujin û birîndar dikin. Salih Reşît Cûmo yê zewicî û bavê çar zarokan, dema hewl dida ji gundê Şilteht ê Şera derbasî gundê Baûga yê Kîlîsê bibe pê li mayînê kir. Cûmo yê bi giranî birîndar bû, lingê wî yê rastê jê bû.
Bûyer duh bi şev saet di 02'an d qewimî. Salih Reşît Cûmo yê ji gundê Şilteht ê nahiya Şera ya Efrînê hewl dida derbasî gundê Baûga yê Kîlîsê bibe, pê li mayînê kir.
Cûmo yê giran birîndar bû, rakirin nexweşxaneya Avrînê, lê ji neçarî lingê rastê yê Cûmo hat jêkirin.
Cûmo yê li Helebê dijiya, di encama êrîşên rejîma Baasê û çeteyên DAIŞ'ê de par li gundê Şilteht ê Nahiya Şera ya Efrînê bicih bûbû.
Li sînro di nava deh rojan de sê kes birîndar bûn û kesek jî hat kuştin.