Kesên di Newroza 92’an de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
Kesên di Newroza 92’an de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
Kesên di Newroza 92’an de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
Rêxistina BDP’ê ya Nisêbînê ji bo 16 kesên ku di serhildana 1992'an ya Newrozê de jiyana xwe ji dest dan li ber Abîdeya Newrozê merasimek bîranînê organîze kir.
Di merasimê de tevî şaredar û rêveberên BDP’yî, MEYA-DER, KURDÎ-DER, Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, DOKH, DÎSK û nûnerên KESKê amade bûn.
Merasima bîranînê bi pêxistina meşaleyan û deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Serokê BDP’a Nisêbînê Ebdulbarî Eren axaftina destpêkê kir. Eren diyarkir ku, di Newroza 1992'an de bi dehan hevalên me şehîd ketin. Eger ku îro em bi milyonan newrozê pîroz dikin, tev bi saya şehîdên Newrozê pêk hatiye.
Piştre jî Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan axivî. Gokkan jî got, ev abîdeya Newrozê ku me çêkiriye Nisêbînê temsîl dike. Ev projeya gel bû me jî pêkanî. Gel çi dixwaze em jî girêdayî nirxên wan in.
Piştî axaftinan tim û tim sloganên ‘Şehîd Namirin’ hatin gotin.