Kesên ji Mêrdînê diçûn Serêkaniyê rastî êrîşê hatin

Kesên ji Mêrdînê diçûn Serêkaniyê rastî êrîşê hatin

Gelek kesên ji Mêrdîn û navçeyên wê diçûn Serêkaniya ser xetê, hatin binçavkirin.

Êrîşa polîsan a li dijî girseya gel a ji Mêrdîn û navçeyên wê diçû Serêkaniyê, dewam dike. Bi sedan kesên li Girê Kepez ê derketina ji Serêkaniyê hatine rawestandin, li tundiya polîsan rast hat û gelek ji wan hatin binçavkirin. 

Ji ber êrîşa polîsan a bi ava şid û bombeyên gazê Rêveberê BDP'ê yê Navçeya Navendî ya Mêrdînê Nessahattîn Yaprak birîndar bû. Yaprak ê di nava xwînê de ma, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Derheqê rewşa Yaprak de agahiyeke zelal nehat bidestxistin û nayê zanîn ka ew birine ku derê.

Di encama polîsan de gelek kes hatin binçavkirin û sekna girseyê ya biryardar jî dewam dike.

Di vê navberê de hat hînbûn ku Wezareta Karên Navxweyî a Tirk ferman daye Waliyan û ji wan xwestiye pêşî li mirovan bigirin ku biçin Serêkaniya ser xetê.