Kesên li vî gundî rastî êrîşa leşkeran nehatine tune

Kesên li vî gundî rastî êrîşa leşkeran nehatine tune

Li Navçeya Qelqeliyê ya Wanê tenê li Gundê Axurka Jor di salên dawî de 11 welatî ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin qetilkirin. Welatiyan diyar kirin ku tenê çavkaniya debara wan bi qaçaxvaniya li ser sînor tê kirin û ji ber debarê tên qetilkirin. 

Kuştina welatiyan a li ser sînoran her dem di rojevê de ye. Her dem welatiyên ku ji bo debara xwe bikin qaçaxvaniya li ser sînor dikin ji aliyê leşkerên Tirk û Îranê ve tên qetilkirin. Welatiyên ku li Wan, Colemêrg û Şirnexê qaçaxvaniyê dikin, li gel ku dizanin pir talûke ye jî, ji bo debarê neçar dimînin ku vî karî bikin. Heta niha li ser sînor bi sedan welatî di êrîşa leşkerên tirk û îranê de hatin qetilkirin û birîndar bûn. Lê li gel vê yekê hesap ji kujeran nehat pirsîn. Welatiyên ku nikarin debara xwe bikin, hem tên kuştin û hem jî di nava zor û zehmetiyan de debarê dikin. Herî dawî li Roboskiya Qilebana Şirnexê Balafirên şer ên tirk bombe barandin û 34 ciwan qetil kirin. Li Gundê Axurka Jor a Qelqeliya Wanê jî di salên dawî de heta niha 11 welatiyên temenê wan di navbera 17 û 25 salî de ji aliyê leşkenan ve hatin qetilkirin. Li gundê ku ji 240 malan pêk tê, heta niha kesên ku li ser sînor rastî êrîşa leşkeran nehatine tune. Her kes bûye hedefa êrîşan. 

'JI BO VARÎLEK MAZOTÊ CANEK TÊ DAYÎN'

Welatiyê bi navê Aydin Olgun, anî ziman ku ew ne ji bo kêf û seyranê qaçaxvaniyê dikin û ew ji bo debar û neçariyê karê qaçaxvaniyê dikin. Olgun, anî ziman ku ji bo jiyana rojane û debara rojane karê qaçaxvaniyê dikin û dewlet vê yekê jî ji bo wan gelek zêde dibîne. Olgun, anî ziman ku di salên dawî de biraziyê wî ê 25 salî, pismamê wî jî di navde 11 kesan jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Di salên dawî de 11 kes hatin kuştin û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn. Ciwan ji bo çend varîl mazot dibir qurban. Ciwanên me li ber çavan dibin qurban û neçarî vî karî tên hiştin. Divê rayedar vê pirsgirêka aborî çareser bikin." 

Olgun, da zanîn ku dewlet bi zanebûn û pilan wan qetil dike û li gel ku kujer diyar in jî nayên girtin û nayên darizandin. Olgun anî ziman ku wekî komkujiya Roboskî leşkerên qereqolan ji qaçaxvanan pereyan digirin û bertîlê dixwin. 

Olgun destnîşan kir ku ji ber li ser sînor qaçaxvaniyê dikin leşkerên qereqolan ji wan bertîlê digirin.

Dayika 3 zarokan Leyla Kesîcî jî anî ziman ku hevserê wê ji bo debara malbatê bike ji neçarî karê qaçaxvaniyê dike û wiha axivî: "Kurê min nexweş bû. Ji bo em kurê xwe derman bikin pêdivî ji pereyan hebû. Ji bo pereyan hevserê min neçar ma qaçaxvaniyê bike. Hevserê min saet di 8'ê êvarî de bi hêviya biçe pereyan bîne ji malê derket. Ji malê derket û got ez dê biçim ji Sînorê Îranê mazotê bînim. Dema ji malê derket got kurê min emanetî te ye. Hevserê min dema çû li ser sînorê Îran û Tirkiyê ji aliyê leşkerên tirk ve rastî êrîşê hat. 2 saet û 15 deqîqeyan birîndar li erdê ma. Dayik, bav û hemû gundiyan xwest wî bi birîndarî rakin nexweşxaneyê. Lê leşkeran hevserê min ê bi birîndar nedan û li ber çavê me jiyana xwe ji dest da. Em û 3 zarokên perîşan bûne. 

HER ROJ ROBOSKÎ DÛBARE DIBIN

10 salin li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê komkujiyên Roboskî dubare dibin. Welatiyê bi navê Ramazan Çap, jî ani ziman ku ij bo bîdonek mazot û ji bo debara xwe bikin li ser sînor tên qetilkirin. Çan da zanîn ku gund ji 240 malan pêk tê û kesên ku li ser vî sînorî rastî êrîşa leşkeran nehatibin tune. 

Welatiyan komkujiya Roboskî jî şermezar kir û xwest êdî hesap ji van komkujiyan bê pirsîn û kujerên 34 kesan bên darizandin.