‘Kesên piştî teqîna Hewlêrê hatin girtin dê bên darvekirin’

‘Kesên piştî teqîna Hewlêrê hatin girtin dê bên darvekirin’

Endamê Dadgeha Temyîzê yê Herêma Kurdistanê Ebdulkerîm Heyder diyar kir ku, kesên piştî teqîna Hewlêrê hatine girtin dê bên darvekirin.

Endamê Dadgeha Temyîzê yê Herêma Başûrê Kurdistanê Ebdulkerîm Heyder agahî da radyoya Navxwe ya li Başûrê Kurdistanê weşanê dike û diyar kir ku, kesên hatine girtin dê cezayê darvekirinê li wan bê birîn. Heyder anî ziman ku, li Herêma Kurdistanê kar bi yasaya hêjmara 3 a sala 2006'an ji bo nehiştina terorê tê kirin û wiha got: "Li gor wê yasayê jî, kesên beşdarî kiryarên terorîstî bûne yan jî alîkariya kiryarên terorîstî dikin, digre nava xwe. Piştî teqîna Hewlêrê, girtina 3 kesan û mikurhatina wan a li ser wê yekê ku destê wan di teqînê de hebû; li gor wê yasayê cezayê darvekirinê li wan tê birîn. Wê ji aliyê dadgeha temyîzê ve cezayê wan bê testîq kirin. Lê di her rewşekê de ku aliyê yekemîn serokatiya Herêma Kurdistanê ye, pêwîste biryarê li ser cîbicîkirina hikmê dadgehê yê li ser wan terorîstan bide.”

Heyder da zanîn ku, li gor maddeya 2 ya yasaya 3 a sala 2006’an ji bo nehiştina terorê ya li Herêma Kurdistanê; wê cezayê darvekirinê li hersê kesên destê wan di plandanîna bûyera terorîstî ya li ber avahiya asayîşa Hewlêrê de hene were birîn.”

Di 29'ê Îlonê de di demjimêr 13.24'an li dijî avahiya Asayîşa Hewlêrê teqînek çêbibû û 7 hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dabûn û zêdetirî 60 kes jî birîndar bibûn. Piştî bûyerê, 3 kesên ku destê wan di plandanîna êrişê de hebûn, ji aliyê asayîşa Herêma Başûrê Kurdistanê ve hatibûn girtin. Hersê kesên ereb ên ji bajarê Mûsilê li ser wê yekê mikûr hatibûn ku destê wan di teqîna Hewlêrê de heye. Piştî teqînê rêxistina îslamî ya bi navê Cebhet el-Nusra berpirsyartiya teqîna li Hewlêrê xistibû situyê xwe.