Keşeyê Dêrikê: Parastina herêmê erkê her kesî ye

Keşeyê Dêrikê: Parastina herêmê erkê her kesî ye

Keşê Ermeniyên Ortodoks ê Herêma Dêrikê  Dacad Agobiyan diyar kir ku, parastina heremê erkê her kesî ye û wê komên çete tu carî bisernekevin.

Li ser  êrîşên çeteyên El-Nusra yên li dijî Rojavayê Kurdistanê Keşê Ermenên Ortodoks ê Herêma Dêrikê Dacad Agobiyan diyar kir ku, êrîşên çekdarên Îslamî dê biser nekeve û wê tu carî nikaribin fitne û tevlîheviyê di nava pêkhateyên herêmê de çêkin.

Agobiyan êrîşên çeteyên Dewleta Îslam a Iraq û Bîlad El Şam/ Eniya El-Nusra yên li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û wiha got; ‘‘ Êrîşên komên çete dê bi ser nekevin, ev nikarin fîtne û tevliheviyê di nava pêkhateyên herêma me de derxin. Yekîtiya di civaka me de dê êrîşên vala derxe.”

Di derbarê fetwaya kuştin û talan kirina Kurdan li Gire Spî de Dacad Agobiyan  ev tişt anî ziman; “Ev fetwa nûnertiya Ola Îslamê nake. Hemû olên yekxwedayî kuştin û talankirina mirovan heram kirine."

Agobyan behsa rola parastina YPG’ê jî kir û got; ‘‘YPG hemû pêkhateyên herêmê diparêze. Erkê her kesî ye ku bi hemû derfetên xwe parastina hermên xwe bikin.”

 Di dawiya axafina xwe de Agobiyan bang li hemû welatiyên herêmê kir da ku cihê xwe di parastina herêmê de bigirin û pişgiriya YPG’ê bikin.