KESK'ê banga beşdariya mîtînga 1'ê Îlonê kir

KESK'ê banga beşdariya mîtînga 1'ê Îlonê kir

Platforma şaxan a KESK'ê ya Amedê ji bo banga mîtînga 1'ê Îlonê daxuyanî da û xwest her kes beşdarî mîtînga 1'ê Îlonê bibin. 

Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê bi boneya banga tevlêbûna mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bikin, li şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Berdevkê demê yê KESK'ê yê Amedê Kasim Bîrtek axivî û diyar kir, ku ji roja 1'ê Îlonê Roja aştiya cihanê hatiye îlankirin û heta niha gelek komkujî pêk hatine û hêj jî mirov tên kuştin. 

Bîrtek da zanîn, ku bi taybetî li ser axa kurdan kuştin her tim didome û di 30 salên dawî de ji ber şerê heyî bi hezaran mirov hatine kuştin. Bîrtek di axaftina xwe de ev bang kir: "Piştî ku pêvajoya çareseriya demokratîk ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, bar dikeve ser milê her kesî. Aştî û çareserî di destê me tevan de ye. Ger ku em destê xwe bidin hev û li hemberî van komkuiyan dengê xwe bilind bikin, aştî û çareserî pêkan e. Ji ber vê em bang li her kesî dikin ku saet di 16.00'ê de, roja 1'ê Îlonê, li qada Stasyonê ya Amedê tevlî kombûnê bibin."