KESK'ê nerazîbûn nîşanî redkirina berdanê da

KESK'ê nerazîbûn nîşanî redkirina berdanê da

Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen nerazîbûn nîşanî redkirina daxwaza berdana parlamenterên BDP'yî yên girtî da û xwest, ev bêhiqûqî tavilê ji holê bê rakirin. Ozgen got, "Derket holê ku hemû nêzîkatiyên desthilatdariya AKP'ê yên bi dewleta hiqûqê û destûra bingehîn re îfade dikin, çiqasî sivik, sûnî û takiyyeperest in." Ozgen ji bo greva birçîbûnê ya parlamenterên HDP'yî banga piştevaniyê kir.

Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) Lamî Ozgen ji ANF'ê re peyivî û bernedana parlamenterên BDP'yî yên girtî weke 'cot standartî' bi nav kir. Ozgen got, "Biryar biryareke kêfî û siyasî ye ku li dijî destûra bingehîn, li dijî peymanên navneteweyî, li dijî hiqûqê ye û biryareke cotstandartî ye." Ozgen wiha peyivî:

'PÊWÎSTE DADGEH Û DADGER DI DEMEKE KURT DE JI BIRYARÊ VEGERIN'

"Helwesta siyasî ya dadgehan a bi taybetî li hemberî parlamenterên Kurd tê nîşandan, careke din derketiye holê. li gel biryara dadgeha destûra bingehîn dayîna biryareke bi vî rengî ji aliyê dadgeha herêmî ve tê wê wateyê ku li vî welatî ji yekê zêdetir hiqûq heye, li gorî kêfiyeta cotstandartiyan tercîh tên kirin. Di demên bihurî de li hemberî sosyalîst û mûxalîfan cotstandartî hat meşandin, niha jî ev hiqûqa cotstandartî careke din li dijî Kurdan hatiye bikaranîn. Welatekî, bi binpêkirina hiqûqa xwe re nîşan daye ku rewş çiqasî dijwar û xetere ye."

Ozgen der heqê dadgeha herêmî ya biryar daye de anî ziman ku divê dadger di demeke kurt de destûra xwe ya bingehîn û hiqûqa gerdûnî bînin bîra xwe û got, "Divê ev bêhiqûqî demek beriya demekê ji holê bê rakirin. Derket holê ku hemû nêzîkatiyên desthilatdariya AKP'ê yên bi dewleta hiqûqê û destûra bingehîn re îfade dikin, çiqasî sivik, sûnî û takiyyeperest in." 

'DIVÊ PIŞTGIRÎ JI GREVA BIRÇÎBÛNÊ RE WERE DAYÎN'

Serokê Giştî yê KESK'ê da xuyakirin ku ewê piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya parlamenterên HDP'yî û got, "Di rewşeke ku bêhiqûqî ewçend bi eksî tê meşandin de, pêkhatin greva birçîbûnê weke çalakiyeke demokratîk, girîng e. Pêwîste raya giştî ya demokratîk jî di vê çarçoveyê de nêzîkatiyê nîşan bide. Ne tenê siyasetmedarên Kurd, ne tenê BDP-HDP; tevahiya hêzên demokrasiyê û rêxistinên ked-pişeyî dê li dijî vê biryarê nerazîbûnê nîşan bidin û destekê bidin wekîlên pêwendîdar."