KESK ji bo çalekiya 19’ê Kanûnê bangewazî kir

KESK ji bo çalekiya 19’ê Kanûnê bangewazî kir

Li aliyekî niqaşên têkildarî butçeya Tirkiyeyê ya li Meclisê berdewam dike, li aliyê din KESK li dijî plansazî û niqaşan ji bo 19'ê Kanûnê amadekariya çalakiya girevê dike. Ji ber ku di niqaş û plana vê butçeyê de para kedkar û karkeran nayê dîtin kedkarên KESK'ê dê di 19'ê Kanûnê de girevê pêk bînin. Têkildarî butçeyê Seroka Şaxa SES'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik xwest her kes li gorî edalet û heq ji butçeyê sûdê bigirin û bê edaletî pêk neyê. 

Niqaşên derbarê plana butçeya sala 2014'an de li Meclisê berdewam dike. Li aliyê din li derve jî li dijî plan û parvekirina butçeyê nerazîbûn zêde dibin. Têkildarî mijarê Seroka Şaxa SES'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Berdevkê KESK'ê ya Serdemê Seyfettin Polat nerîn û bertekên xwe anîn ziman. "Uyanik destnîşankir ku gava bûtdçe tê amadekirin, bi çi awahî tê berhevkirin divê bi wî awahî jî bê belavkirin û wiha axivî: "Em wek KESK'ê her sal îtîrazên xwe tînin ziman. Talebên xwe jî zelal îfade dikin. Di van tiştan de ne tenê meclis hemû kes berpirsiyar e. Divê bi alîkariya Rêxistinên civakên ên sivîl yê bi rêxistin, tevî saziyên bi rexistin tevînaka wan di nav çekirina bûdçeyê de hebe.

Uyanik diyarkir ku hikûmeta AKP'ê gava hinek tiştan tîne ziman pir manîpûle dike û wiha pêde çû: "AKP dibêje ku herî pir ji tendûristî û ji perwerdeyê re par em vediqetînin. Rastiya van gotinan tûne ne. Dixwaze raya giştî bi van gotinan bixapîne. Sendîqaya tendûrîstiyê di van 2 salên dawî de teslîmê piyasayê kirin. Yanî mirov ji ber ku hem prîm bide hem jî, ji xizmetên tendûristiyê sûd bigre mecbûr dimîne ku ji berîka xwe pere bide.bi rastî hikûmet gava ji bo tendûristiyê bûdçe vediqetîne, ne ji bo kedkar û ji bo gel e. Temamî yê ku di nava rantê de ne ji vê sûd digrin. Heman tişt ji bo perwerdehiyê jî wisa ye. Ji bo awahiyên dibistanan an jî ji mamosteyan re par venaqetîne. Bûdçe ya ku vediqetîne jî dîsa ji bo xwediyê rantan e. Beşên ku divê rewşê de ne gelek in. Em disa ifade dikin di vê bûdçeya 2014'an ne ji jinan re ne ji zarokan re ne jî kedkaran re cîh tune ye. Yê ku vê bûdçeyê diafirîne û berhev dike kedkar in. Ev bûdçe ji bacên me tê birîn an jî bi bacên dan û standinên me têbirîn. Yanî em dikarin bêjin ji sedî 80'ê ji keda me tê birîn. Yê ku ji van sûd digrin jî dewlemendin. Yanî xwedî fînans û sermayedar in"

'EM WEK KESK'Ê MAFÊN XEBATKARAN YÊ CIWAKÎ, ABORÎ Û XWEBÛNÊ DIPARÊZIN'

Uyanik, bilêvkir ku ew bi pêşengiya KESK'ê TTB û TMMOB disa di 7'ê kanûnê de li Dîlokê bûn û wiha got: "Me mafên xwe li wê derê jî anî ziman. Ji aliyê din em wek KESK'ê mafên xebatkaran yê civakî, aborî û xwebûnê diparêzin. Dixwazin welat bi demokarsiyê birêve biçe. Em dixwazin her mirov di vê welatî de wek hev ji mafan sûd bigrin. Di vî aliyê de em têdikoşin. Gava em hinek tiştan tînin ber çav, dibînin ku ne ji aliyê mafê mirovan, ne ji aliyê mafên jinan û zarokan de hikûmet li holê tûne. Em gava 19 kanûnê de ji bo kedkaran mafê wan ên aborî bînin ziman yê ku ji aliyê serdestan ve nayê dîtin em ê mafên wan jî bînin ziman. Em wek xebatkarên KESK'ê di 19'ê mehê li hemberê hikûmeta navendî ji bo mafên xwe em dê dengê xwe bilind bikin û li qadan bin" 

'HIKÛMET JI ALIYÊ MAFAN DE TABLOYEK HELESOR DIDE PÊŞIYA ME'

Uyanik, da zanin ku Çalakiya wan ya karhêlê di tevahiya Tirkiyeyê de bi pêşengiya KESK'ê çêdibe û wiha domand: "Bangawaziya me ji rêxistinên civaka sivîl, saziyên bi rêxistin û tevî rêxistinên sivîl re dibêjin ku 19 mehê tevlî çalakiya karhêla me bibin. Di dewletên ciwakî de mirov dikare bê pere ji mafê tendûristiyê sûd bigrin. Hikûmeta AKP'ê dibêje ku dema me de karên pir baş çêbûn. Hûn dikarin her dem biçin her bijîşkê. Dîbêje ku embûlans tê ber lingê we û hekîmên malbatan ava kir, her dem di xizmeta we de ye. Ev tişt ne rastin. Hikûmet manîpûle dike, tabloyekî hêlesor dide pêşiya me. Welatî ji berîka xwe prîm dide. Yê dahatina wî kêm be, mesrefî wî dewlet dide. Lê bi awayekî mezaxtinên welatî kontrol dike. Bêrîka welatî kontrol dike. welatî dîsa gava diçe hekimiya malbata pereyê têketinê dide. Ev tişt ji bo nexweşxaneyan jî wiha ye. Yanî niha xizmeta tendûristiyê bê pere nîne. Hikûmet ji aliyê tendûristiyê ve bûdçe venaqetîne"

'HIKÛMET DIXWAZIN HEKÎMAN BI PEREYAN TERBIYE BIKIN'

Uyanik, balkişandi ser şerê ku li Sûriyeyê didome û diyar kir ev şer jî hinek nexweşiyan bi xwe re tîne û wiha got: "Aşiyên wek polî li cem me tûne. sedema nexweşiya sorikê dipirsin ji me re bersivek zelal nadin. Hekimên malbatan jî, ji aliyê dewletê pirsgirêk dikşîne. Ji hekiman re dibêje ku gor hêjmara nexweşan ez pere didim te. Dixwaze hekiman bi pere terbiye bike. Yanî ji tendûristiyê re bi ferasatek bazirganî mêzedikin. Hikûmet bûdçeya 2013'an di venêranê re derbas nekir. Yanî hûn dernekek bin jî divê venêrana maliyeya wî hebe. Lê Sayiştay jî li ser venêrana maliyeyê nesekinî"

‘EM BÛDÇEYA ŞER, RANTÊ QEBÛL NAKIN'

Derheqê karhela 19 kanûnê ku li tevahî Tirkiyeyê pêk tê Berdevkê KESK'ê ya Serdemê Seyfettin Polat nêrinên xwe anîn ziman. Polat diyar kir ku bo bûdçeya 2014'an ji aliyê KESK'ê ve biryarek hatiyek girtin û wiha axivî: " Di 19 kanûnê de em ê kar berdin. Peymana firotanê em qebûl nakin. Di bin navê "Em di bûdçeyê de mafên xwe dixwazin" çêdibe. Hikûmet di bin navê mûtabaqata MEMUR-SEN'ê de mafê kedkaran xwar. Hikûmet ji bo 2014'an di mehaniyên kedkarên giştî de 123 tl zêdebûn çêkir. Mixabin ev zêdebûn jî heta niha ew jî hilm pêket çû. Li hemberê bûdçeya 2014'an, amadekirina di çarçoveya 2014-2015'an de peymana firotana giştî ku mafên hîsab nake em ê vê sepanê bişopînin. Em peymana firotanê qebûl nakin. Di bûdçeyê de jî mafên xwe dixwazin"

Polat, anî ziman ku ew bûdçeya ku ji şer, rand, sermaye û mûhafazakariyê re tê veqetandin qebûl nakin û wiha bidawi kir: "Talebên me zelal û diyar e. Em dibêjin ku ji mehaniyen kedkarên giştî re hêrî kêm bila 300 tl zêde bûn çêbe. Bila hemû kes xwedî ewlehiya kar û mizê be. Bila zêdekirina bacê bandor li ser mehaniyên me çêneke. Ji jinên kedkar re cûdatiya pozîtîf dixwazin. Em dixwazin sirgûn û girtin li ser kedkaran bi dawî bibe. Di vê çarçoveyê de 19 kanûnê di 2013'an ya roja pêncşemê ji bo ku hikûmeta AKP'ê hişyar bikin em dê di karhêlê de bin. Heta em ji bûdçeyê par bigrin dê têkoşîna me yê berdewam bike. Çalakiya me di tevahiya tirkîyeyê bi pêşengiya KESK'ê yê pêk bê"