Keştiya Îmraliyê dîsa xerabe ye
Keştiya Îmraliyê dîsa xerabe ye
Keştiya Îmraliyê dîsa xerabe ye
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê da bû, lê bi hinceta keştî xirabe dîsa serlêdana wan hat redkirin.
Parêzerên Ocalan Rênas Sarican, Cengiz Yûreklî, Mazlum Dinç û Suna Bîlgîn ji bo bi muwekîlê xwe yê li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinê çê bikin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, lê dîsa bi bihaneya keştî xirabe hat redkirin.
Hêjayî gotinê ye Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Tirmeha sala 2011’an de û pê ve nekarine bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Bi bihaneyên wek “Keştî xirabeye”, “ rewşa hewayê nexweşe” û “wereqe kemin” tên asteng kirin hevdîtin.