Keştiyeke penabera ya ku ji Bahamayê diçû DYA’yê bi av bû û 11 kes mirin.
Mufetîşê polîsan yê Bahamayê Chrîslyn Skîppîngs, diyar kir ku ji girava Abaco ya Bahamayê keştiyek ji bo biçe DYA’yê roja yekşemiyê ketiye ser rê û got di keştiyê de 28 kes hebûn.
Mufetîşê polîsan destnîşan kirin ku dema ku keştî di rêde bûye motora wê xerabûye û av ketiye keştiyê. Skîppîngs da zanîn ku 7 kes hatine xilaskirin lê got ku fikaran ku hejmara miriyan zêde be heye.