Ketina Serêkaniyê tê astengkirin

Ketina Serêkaniyê tê astengkirin

Li Serêkaniyê ya Serxetê “Nobeta Rojava” dewam dike. Piştî danê sibê êrîşa bi TOMA’yan a li hemberî çalakiya nobetê kombûna girseyê ya li Parka Uç Fîdan dewam dike.

Tê payîn ku îro danê nîvro ji Mêrdîn, Amed, Batman, Şirnex, Dêrsim, Çewlik, Elezîz, Sêrt, Bedlîs, Wan û Mûşê girse bên başdarî çalakiyê bibin.  

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, rêyên ketina Sêrekaniyê bi maşîneyên zirxî, ji aliyê tîmên taybet û leşkeran ve hatiye girtin. Ji aliyê Mêrdîn û Wêranşarê destûr nayê dayîn girse bikevin bajêr.  

Her wiha girseya ji Elezîzê ket rê di ketina Wêranşarê de bi astengiya polîsan re rû bi rû hatin. Girse beriya ku bigihêjin Wêranşarê hatin rawestandin. Paşê ji TOMA’yan bi ava şid êrîş birin ser girseyê. Serokê Rêxistina BDP’ê ya Elezîzê Turan Çelîk piştî êrîşê axivî da xuyakirin ku wê tu hêz nikaribe rêya wan asteng bike, wê heta dawiyê li ber xwe bidin. Sekna girseya ji Elezîzê hatiye li ketina Wêranşarê berdewam dike.