Kezeba Mêrîwanê dişewite: Agir bi 8 daristanên din ket
Kezeba Mêrîwanê dişewite: Agir bi 8 daristanên din ket
Kezeba Mêrîwanê dişewite: Agir bi 8 daristanên din ket
Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Mêrîwanê, daristanên 8 gundên din hatin şewitandin.
Roja Çarşemê, 8 daristan û mêrgên gundên herêma Mêrîwanê şewitîn. Gundên ku agir bi daristanên wan ketine ev in:
"Sêf jorî: di vê hefteyê de cara sêyeme dişewite. Qulqule, cara 2. Dişewite. Eskol, Siyanaw, Beyele, Qemçiyan, Gerekî Tazawa ku ev jî du acar di şewite."
Xemsariya rayedaran a li pêşberî rewşê jî dewam dike. Heta niha rayedarên dewleta Îslamî ya Îranê ji bo vemirandina şewatê, neketine nava ti hewldanan.
Di çend rojên dawî de, bi dehan donim daristan û mêrgên gundên Mêrîwanê şewitîn.