Kişanak: Dewamkirina agirbestê firsendeke

Kişanak: Dewamkirina agirbestê firsendeke

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak diyar kir ku rawestîna vekişîna gerîla, ji ber gavneavêtina hikûmetê derketiye holê û destnîşan kir ku dewamkirina agirbestê firsendeke.

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, di civîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya li ser stratejiya beşdariya li hilbijartinên herêmî de, biryara îro ya KCK'ê ya rawestandina vekişîna gerîla nirxand.

Kişanak da xuyakirin ku ev pêvajo ji mêj ve diyar bû û bi ser hikûmetê de çû. Kişanak got, "Me berê jî bi gelek daxuyaniyan hişyarî dan hikûmetê. Me diyar kirin ku tengezariyek, rewşeke xetimandî li holê heye û me ji hikûmetê xwestin ku gavên ewle biavêje. Lê mixabin; hikûmetê berpirsyariyên xwe bicih neanî. Di helwesta hikûmetê de tu guhertin çê nebû."

Kişanak ragihand ku pêşvebirina pêvajoyê ne tenê bendewariya KCK'ê ya tevahiya raya giştî ya Tirkiyê ye û got, "Em hêvîdarin ku hikûmet dê ji niha û pê ve berpirsyariyên xwe bicih bîne. Pêşvebirina vê pêvajoyê barê her hesî ye."

Kişanak destnîşan kir ku divê ev biryara KCK'ê weke hewldaneke teşwîkkirina hikûmetê ji bo gavavêtinê bê dîtin.

Kişanak anî ziman ku dewamkirian agirbestê, derfetan dide rêveçûna pêvajoyê û wiha peyivî:

"Di mijarên azadiya nêrîn û ramanê, qanûan têkoşîna li dijî terorê û qanûna partiyên siyasî me gelek caran daxwazên xwe yên guhertinê rêz kirin, lê li ber çavan nehatin girtin. Dema me ev dixwestin, têkoşîna me ya civakî her roj li kolanan rastî zora polîsan dihat. Bi hezaran siyasetmedarên Kurd hînê li girtîgehan tên ragirtin. Serokwezîr bi gotina "zimanê dayikê dê perçe bike" li zimanê xwe yê statukoparêz û kevin vegeriya. Hînê berî çend rojan gorên gerîla hatin xerakirin. Cenazeyek ji gorê hat derxistin. Ev hemû li dijî pêvajoyê provokasyon in. Guhertina vê biryara gerîla û dewamkirina vekişînê hêsan e. Dewamkirina agirbestê firsendeke. Divê em li ser erêniyan biaxivin. Pêvajo bi tena serê xwe nameşe."