Kişanak: Di demek gelek nêz de Birêz Ocalan dê di nava me de be
Kişanak: Di demek gelek nêz de Birêz Ocalan dê di nava me de be
Kişanak: Di demek gelek nêz de Birêz Ocalan dê di nava me de be
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak di mitînga Colemêrgê de axivî û wiha got: "Di demek gelek nêzî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dê di navbera me de be. Birêz Ocalan dê di 21'ê Adarê ya Newroz Amedê de nexşeriya xwe ya çareseriyê aşkera bike. Deklarasyona hemû gel jê fêde bigirin dê aşkera bike.”
Li Colemêrgê bi deh hezaran kes li Qada Mezranê di mitînga Newrozê ya bi slogana "Ji Ocalan re azadî ji Kurdan re statû" hatin cem hev. Welatiyên ji navçeyên Şemzînan, Gever, Çelê û bajaroka Bajêrgehê û Rûbarokê derketin rê li nokteyên lêgerînê yên Yenîkopru û Depînê hatin rawestandin. Di wesayîtan de lêgerîn pêk hatin û nasnameyên welatiyan hatin kontrolkirin. Wesayîtên heyetên ji Ewropa hatin û wesayîta heyeta Platforma Xwendekarên Kurdistanê demek dirêj hatin sekinandin. Welatiyên li derdorên gundan bi meşê hatin Colemêrgê.
Welatiyên ber bi Qada Merzanê ya li hemberî Çiyayê Sumbulê ve herî piştî lêgerînê hetin qadê. Li dora qada mitîngê polîsan bi wesayîtên zirxî tedbîrên gelek berfireh girtin. Welatiyên ji gundan derdorê û Colemêrgê raste rast hatin qadê û welatiyên navenda Colemêrgê jî li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev û bi meşê çûn qadê. Qada mitîngê bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin û bandaj û piştiyên "An azadî an azadî" û "Newroz pîroz be" hatin belavkirin. Li qadê standên xwarin û vexwarinê hatin avakirin û 3 ambûlans li qadê hatin rawestandin.
Jinan kiras, fîstan, kofî û lîçik, zilaman jî şal û şapik û zilam û jinên ciwan jî cilên HPG'ê li xwe kirin. Di mitîngê de 250 kesên ji aliyê komîteya amadekar ve hatin peywirdarkirin. Li qadê wêneyên ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan, 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, Şerefettîn Elçî hatin vekirin. Gelek posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin vekirin. Li ser dikê jî pankratên "Bila kiryarên Komkujiya Roboskiyê hesabê bidin", "Ji bo azadiyê ji berxwedanê re berdewam e" û "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statû" hatin daliqandin.
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Gultan Kişanak, parlementerên BDP'ê Adîl Kurt, Esat Cana, şaredarên neveçyan û gelek nûnerên saziyan hatin qadê û rastî eleqeya welatiyan hatin. Heyetê bi kincên gelerî girse silav kir. Piştî rêzgirtinê serokê Komîteya Amadekar Hevzullah Kansu, axaftina vekirinê kir û bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 14 salin ji bo aştiyê têkoşînê dide. Em li vir careke din îlan dikin Ocalan vîna gelê Kurd e." Serokê Rêxistina BDP'ê yê Colemêrgê Rahmî Kurt jî axaftine kin kir û anî ziman ku dê fînala Newrozê li Amedê bê kirin.
'GELÊ KURD XEWNA XWE PÊK TÎNE'
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî diyar kir ku, Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş nehate mitînga Colemêrgê û Demîrtaş li ser navê gelê Kurd û ser navê gelê Colemêrgê çû Îmraliyê û dê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Kişanak anî ziman ku, Demîrtaş li Îmraliyê dê silavên gelê Kurd û gelê Colemrêgê rabigihîne û wiha got: "Min jî xwest ez biçim lê ji ber ku min li Şemzînan gerîla hembêz kirin serokwezîr Erdogan eciz kir û ji min re astengî derxistin. Lê ez li virim li dilê Kurdistanê li Colemêrgê me. Gelê Kurd bi berxwedanan bi salan xewna xwe pêk tîne. Di sedsala dawî de li hemberî kurdan zilim pêk hat. Dêrsim, Zîlan, Helebçe û Roboskî. Lê me dîsa li berxweda."
'HÛN BI GUMAN LI PÊVAJOYÊ DINÊRIN LÊ....'
Kişanak di bin berfê xwe axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li Girtîgeha Amedê xwestin girtiyan teslîm werbigirin. Lê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û hevalên wî li berxwedan û ev yek pêk nehat." Kişanak bal kişand ser hevdîtinên li Îmraliyê û wiha axivî: "Gelo dê ji van hevdîtinan tiştek derbikeve? Ez dizanin baweriya we pê nayê û bi gûman hûn nêzîk dibin. Lê bi salan e em bi gelê xwe re berxwedidin û bedelan didin. Em dê ji vir şûnda jî berxwebidin û têkoşîna şehîdên xwe bidomînin. Hînî seknan wan a bi biryar hebe dê Ocalan bi gel re bê cem hev û gelê Kurd dê azad bibe.
Di demek gelek kin de Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dê di navbera me de be. Birêz Ocalan dê di 21'ê Adarê de di Newroz Amedê de nexşeriya xwe ya çareseriyê aşkera bike. Deklarasyona hemû gel jê fêde bigirin dê aşkera bike. Pêvajoya nû têkoşîna xilaskirina me ya demokratîk e. Têkoşîna xilaskirina demokratîk dê bi rêxistinbûna demokratîk pêk bê. Qasî me xwe bi rêxistinî bikin têkoşîna me dê ewqas mezin bibe. Em dê Tirkiye û Rojhilata Navîn biguherînin"
Kişanak bal kişand ser êrîşên li dijî mitîngên Newrozê û wiha pê de çû: "Li gelek cihan faşîstan êrîş pêk anîn. Ez ji wan dipirsim hûn çima ji çareseriyê ditirsin? Kê we bi rêxistinî dike? We bi salan nasname, ziman û jiyana wehkev ya vî gelî înkar kir. Ligel hêrsa di dilê me de em bi israr dibêjin aştî. Gelê Kurd dixwaze jiyanekî azad û wekhev bi we re parve bike."
Piştî axaftina Kişanak heyetê agirê Newrozê hilkir. Pişt re axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên berê ji girseya Newrozê re hate guhdarkirin.
Pişt re hunermend Hemê Hacî, Sîpan Xelat, Heviya Sîmbîl derketin ser dikê û pîrozbahiya Newrozê berdewam dike.