Kişanak: Divê em li dijî rîskên pêvajoyê tedbîrên xwe bigirin
Kişanak: Divê em li dijî rîskên pêvajoyê tedbîrên xwe bigirin
Kişanak: Divê em li dijî rîskên pêvajoyê tedbîrên xwe bigirin
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak diyar kir ku, li gel ku fikarên wan hene jî ji pêvajoya hevdîtinên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin bi hêvîne û got: “Birêz Ocalan bi gelê xwe bawer kir, bi vê têkoşînê bawer kir û divê pêvajoyê de rol lîst. Gelo rîskên vê pêvajoyê tune ne? bê guman hene. Kes baxçeyê gulan yê dirik diyarî nake. Li dijî rîskên pêvajoyê em jî dê tedbîrên xwe bigirin.”
BDP’ê Wanê li Hola Wanê ya Elîte World şeva piştevaniyê pêk anî. Hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak, parlamenterê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur, serokê BDP’a Wanê Mûsa Îtah, şaredarên navçeyan û bi sedan kes tevlî bûn.
Hevserokê BDP’a Wanê Îtah axivî û diyra kir ku, dê bi têkoşîna bi biryar û rêxistinkirî dê bigihêjin serkeftinê û got: “Em ji bo hemû kesên ku îro em tenê nehiştin spas dikin. Bi vê Newrozê re dê gelê Kurd azad bibe û ev bihar dê bibe bihara kurdan.”
Piştre hevseroka BDP’ê Kişanak axivî û got partiya wan partiye kevneşopiyeke 20 salane û got bi bedelên giran heta îro hatine. Kişanak mijarên rojevê nirxand û got: “Ligel ku fikarên me hene jî em ji pêvajoya ku bi hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye dest pêkirin bi hêvîne. Lê em bi têkoşîn û biryara xwe dê nehêlin ev pêvajo biçe aliyên din. Em dê vê pêvajoyê bo başiya xwe bi rêve bibin û bi pêngavên baş bimeşin. Gelê me di fikarên xwe de mafdarin, lê bila vê baş bizanin. Birêz Ocalan gelek baş fikiriye û ev pêvajo daye dest pêkirin.
GEL ÇARESERIYÊ PÊK TÎNE
Kişanak anî ziman rîskên vê pêvajoyê jî hene û got: “Dema em li pêvajoyên bi vî rengî yên cîhanê binêrin, gel çareseriyê pêk tîne. Ger gel bixwaze dê aştî pêk were. Birêz Ocalan jî bi gelê me bawer bû, bi têkoşînê bawer bû û ev pêvajo da dest pêkirin. Ma gelo rîskên vê tune ne? Bê guman hene. Kes ji me re baxçeyê gulên bê dirik diyarî nake. Li dijî rîskan emê tedbîrên xwe bigirin. Heta îro me çawa têkoşîn da em dê ji vir şûnde jî bi heman biryarê bidin. Heta îro gelek rê hatine ceribandin. Niha em di asta ku muzakere dest pê bikin de ne. Em wekê BDP’ê hewl didin ku ev muzakere bibe fermî. Ger hikûmet vê pêvajoyê fermî bike em dê heta dawiyê piştigriyê bidinê. Em bi gelê xwe bawerin. Bila Gelê me bi hêzeke mezin tevlî Newrozê bibe.”