Kişanak: Divê parlemento dest bi xebatan bike

Kişanak: Divê parlemento dest bi xebatan bike

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak di mitînga Rihayê de axivî û wiha got: "Ocalan, nûnerê kevneşopiya berxwedana Îbrahîm e. Nexşeriya Birêz Ocalan dê ji Rojhailata Navîn re aştiyê û demokrasiyê bîne." Kişanak, diyar kir ku divê parlemento dest bi xebatan bike.

Li Rihayê bi deh hezaran kes li qada Newrozê ya li taxa Paşabagi hatin cem hev û Newroz pîroz kirin. Ji ber ku polîsan pankrata "Çareseriya Demokratîk ji Ocalan re azadî" destser kir demek kin rageşî derket.

Lê piştî demekê pankrata hate destserkirin li ser dikê hate daliqandin. Dik bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin. Jin bi kincên gelerî tevlî pîrozbahiyê bûn û qada pîrozbahiyê vegêrandin deryaya rengan.

Di qadê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin daliqandin û ji bo Ocalan slogan hatin berzkirin. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Parlementerê BDP'ê Îbrahîm Bînîcî û gelek heyetên derveyî welat hatin tevlî mitîngê bûn.

Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê ji aliyê Kişanak ve hate hilkirin. Piştî re birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan peyama Ocalan a ji bo kurdan û Rihayiyan şandî ragihand.

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Kişanak diyar kir ku di vê pêvajoyê de divê hemû kes ya dikeve ser milê wî bike. Kişanak, anî ziman ku heke ev yekê pêk bê dê welatê azad û gelê azad bê afirandin û Ocalan dê bê nava gele. Kişanak, da zanîn ku Riha sembola berxwedana li hemberî zilmê ye û wiha got:

"Sembola berxwedanê û evladê vî gelî yek jî Birêz Ocalan e. Tovê têkoşîna azadiyê li vir hate avêtin û li vir şînbû. Deriyê azadiyê jî hûn vebikin." Kişanak, bilêv kir ku di 21'ê Adarê de li Amedê Ocalan dê nexşeriya xwe bi cîhanê re parve bike û wiha axivî: "Birêz Ocalan dixwaze hemû kes bi taybet jî gelê Rihayê tevlîbibe. Ocalan, nûnerê kevneşopiya berxwedana Îbrahîm a Rihayê ye. Piştgriyê bidin da ku em welatê azad û gelê azad biafirînin. Nexşeriya Birêz Ocalan dê ji Rojhilata Navîn re azadî û demokrasiyê pêk bîne. Divê hikûmet bi vê ramanê nêzîk bibe û parlemento dest bi xebatan bike."

Kişanak, destnîşan kir ku divê hemû kes tevlî înşana Komara Demokratîk bibin û wiha pê de çû: "Em bi AKP'ê ne em bi Birêz Ocalan û hêza bi rêxstinî bi bawer in. Siloganên hûn diqîrin vê nîşan didin." Kişanak, şoreşa Rojava silav kir û axaftina xwe bi sloganan "An azadî, an azadî" bi dawî kir.

Pişt re Koma Çiya, Bulent Turan, Îlkay Akkaya û Xemgîn Bîrhat bi rêz derketin ser dikê stran gotin û bernameyê berdewam kir.