Kişanak: Eger Tirkiye bibe Îsraîl, Kurd jî dizane bibe Fîlîstîn

Kişanak: Eger Tirkiye bibe Îsraîl, Kurd jî dizane bibe Fîlîstîn

Hevserokê BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, piştî ku ji sersaxiya malbata Şervan Muslim ji Kobanê vegeriya, li Navenda Çand û Ciwanan a Cegerxwîn a Amedê civîneke çapemeniyê lidar xistin.

Hevserok Selahattîn Demîrtaş li civîna çapemeniyê axivî û diyar kir ku hikûmetê astengî daniye pêşiya çûyîna Îmraliyê. Demîrtaş got, "Em rast nabînin ku li ser kesan nîqaş bê kirin. Ev nêzîkatiya hikûmetê ne li gorî giraniya pêvajoyê ye. Hikûmet di nava helwesteke zarokatiyê de ye. Em li bendê ne ku êdî helwesteke muzakereyê bide destpêkirin, were nîşandan. Me Birêz Ocalan esas girtin. Ji ber vê yekê, ne rast e ku li ser kesan nîqaş bên kirin. Hikûmet di nava halekî berevajî giraniya pirgirêkê de ye. Em di wê baweriyê de ne ku hevdîtina îro ya li gel Ocalan gelekî girîng e. Emê encama derkeve holê, bi gelê xwe re parve bikin."

DER HEQÊ KOMA LI PARLAMENTÊ 1 MÎLYON SAL CEZAYÊ GIRTINÊ HAT XWESTIN

Demîrtaş da xuyakirin ku hikûmet hewl dide mijarên dibistanên taybet ên Kurdî, radestkirina navên cihan û rakirina 'sond'ê weke mafekî ku bexş dike pêşkêş bike û destnîşan kir ku ev yek ne rast e. Demîrtaş diyar kir ku ji bo pakêta hat amadekirin, wan pêşniyar kiribûn ku bi hev re bixebitin lê ev yek nehatiye qebûlkirin. Demîrtaş got, "Li ser madeyekê bi tenê, li ser xaleke bi tenê jî nexwestin em bi he re bixebitin. Niha jî radibin dibêjin 'Em bi BDP'ê re hevdîtinê dikin.' Bi heyeta BDP'ê re mzuzakereyek nehat kirin. Beriya her civîn û di dema her civînê de, di formata muzakereyê de bi heyeta BDP'ê re di hevdîtin nekirin. Eger dibêjin 'me hevdîtin kirine' ev dereweke. Li pêş çavê raya giştî, bila bi derewan neaxivin, bila durust bin."

Demîrtaş ragihand ku tê xwestin, siyasetmedarên Kurd derkevin holê û mîna ku ev tiştên hatine kirin weke bexşekê ne nîşan bidin û got, "Bi tenê der heqê koma me ya li parlamentê de 1 mîlyon sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Şaredarên me, parlamenterên me, xebatkarên partiya me bi daxwaza 1 mîlyon sal cezayê girtîgehê tên darizandin. Eger hûnê der heqê partiyeke ku 6 parlamenterên wê girtî ne biaxivin, hingî hûn neçarin bi baldarî û dîqet bipeyivin. 10 hezar endamên partiya me girtî ne. Hûn behsa kîjan bexşê dikin. Di xwepêşandanan de we 130 kes bi çekan kuştin. Hûn behsa kîjan derfetan dikin. Ji ber vê yekê, divê dest ji agahiyên şaş, derew û siyaseta manîpulekirinê ya der heqê me de berdin. Divê vê yekê wezîrên hikûmetê, şêwirmendên wan û serokwezîr jî fêm bike. Xeta me li gorî daxwazên gel diyar bûye."

YÊN TÊKOŞÎNÊ NABÎNIN BILA DEST JI DURÛTIYÊ BERDIN

Demîrtaş ragihand ku hikûmet di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de di nava nêzîkatiya zarokatî û takekesî de ye û got, "Em bi awayê siyasî nêzî mijarê dibin. Lê belê Serokwezîr jî, ekîba li dora wî jî, wezîr jî, şêwirmendên wî jî, diyare ku cidiyeta mijarê fêm nakin."

Demîrtaş da xuyakirin ku hikûmet kesên di nava heyeta biçe Îmraliyê de cih digirin hildibijêre, car carna dest li navan werdide û ya ku di vê hevdîtina dawî de hatiye kirin jî ev e û wiha peyivî:

"Hewldanên manîpulekirinê û nûçeyên di çapemeniyê de mîna ku di nava BDP'ê de pirsgirêkên navxweyî hene, hewldanên beyhûde ne. Siyasetmedarên Kurd 5 sal in girtî ne, di doza sereke ya pêr de tahliyeyek bi tenê jî derneket. Nêzîkatiya AKP'ê li çareseriyê ev e. Yê ku dest bi navê Kurdî yê cihan kir, em in. Yê ku ev qedexe kir AKP ye. Waliyên AKP'ê, qeymeqamên AKP'ê qedexe kirin. Tevî lêpirsîn, girtina ji wezîfeyê û dozan, me ev kirin. Pêşengiya kampanya rakirina 'sonda me' me kir. Vana bi têkoşînê derketin holê. Eger têkoşîn nebûya, dê ev li pakêtê jî bicih nebûya. Mîna ku vana nîne, weke bexşê ne ji me dixwazin em spas bikin. Bila dest ji durûtiyê berdin."

DIVÊ HER KES KARIBE BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKE

Demîrtaş ragihand ku ji meha Çileyê û vir ve weke heyetan diçin Îmrali û Qendîlê û li Enqerê hevdîtin hatine kirin û got, "Em dikarin têkiliya Birêz Ocalan bi derve re deynin. Ne tenê heyeta BDP'ê em dixwazin heyetên sivîl, derdorên mîna mirovên aqilmend bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Divê hevdîtinê bikin. Wan bi xwe diyar kirin ku ti pirsgirêk li pêşiya çûyîna nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl û Medyayê ya Îmraliyê nîne. Eger dibêjin wan tiştekî wiha negotine, hingî emê biaxivin. 

Ew bi xwe dibêjin 'dikarin hevdîtinê' bikin lê bi xwe qedexe dikin. Hînê dest li heyeta me werdidin. Hevdîtinên me li dijî qanûnne, ne rewa ne? Karê ji bo rêveçûna pêvajoyê divê werin kirin, ev in. Vana ne li dijî qanûnane, ne jî li dijî exlaqê ne. Ji bo rêveçûna hevdîtinan, gavên pratîkî yên normal in, divê werin avêtin.

Hikûmet dixwaze atmosfereke 'me her tişt bi ser xist, Kurd nabêjin bese'. Ev şaş e."

Demîrtaş ragihand ku ewê di hilbijartinên herêmî de bi partiyên Kurdistanî, tevgerên Îslamî û tevgerên Kurdistanî re hevdîtinan bikin û got, "Em dixwazin li vê derê bi hemû hêzên Kurdan re bi yekitiyeke demokratîk têkevin hilbijartinan. Em bang dikin ku di nava BDP'ê de bibin yek."

BANGA JI BO JINAN

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak jî di axaftina xwe ya li civîna çapemeniyê de, ji xebatên partiya xwe ya der barê azadiya jinê de mînak da û got, "Bila Elewî, karker, jinên li malê, hemû jin werin xwe di nava vê partiyê de namzet nîşan bidin. Em hemû bi hev re hem azadiya jinê, hem çareseriya pirsgirêka Kurd hem jî demokrasiya herêmî ava bikin."

Kişanak da xuyakrin ku weke BDP wan bi jinan re cihêrengiyek derxistine holê û got, "Ne tenê jin, dê tevahiya gelê me qezenç bike. Em kevneşopiyeke mezin afirandin."

Kişanak bibîr xist ku ji bo sersaxiya malbata Şervan Muslim kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ew çûn Kobanê û got;

"Bi awayekî zelal tişta me li wir dîtin ev bû; Belê Kurd bi fedekariyeke gelekî mezin li wê derê dixwazin pêşerojeke xwe ava bikin. Dor lê hatiye girtin. Me li Kobanê ev dîtin. Gel rêveberî xistiye destê xwe. Navgînên rêveberiyê di destê gel de ye. Şaredarî, saziyên perwerdeyê, saziyên tenduristiyê, derfetên rêveberiya herêmî, saziyên gelemperiyê, kargehên gelemperiyê hemû di destê gel de ne. Gel jî bi fedekariyeke mezin hewl dide jiyana xwe ya civakî û aborî bihûnîne, hewl dide xwe, axa xwe û gundê xwe biparêze. Lê belê di nava dorpêçiyekê de ye. Ev 2 sal in pêwendiya bi herêmên din ên Sûriyê re hatiye birîn. Yekane deriyê Kobanê li cîhanê vedibe Deriyê Sînor ê Murşît Pinar ê Pirsûsê ye. Lê belê Tirkiye vî derî digire. Ji bazirganiyê digire. Gelekî kêm destûrê dide ji bo derbasbûna xwarinê."

YÊ KU DORPÊÇÎ Û AMBARGOYÊ DIMEŞÎNE TIRKIYE YE

Kişanak ragihand ku li Kobanê nêzî 500 hezar kes dijî, di nava van de mirovên ji şerê li Sûriyê ji herêmên cuda reviyane hene û got, "Mirov, ji bo canê xwe jiyana xwe rizgar bikin, hatine Kobanê. Derman nîne, alav nîne. Çandinî û karê xwedîkirina heywanan bi derfetên xwe dikin. Aşekî wan ê hêrandina genim nîne. Tirkiye destûrê nade wan ji bo genim bifiroşe. dema li Gazze dorpêçî hebû, Tirkiye ji bo rakirina dorpêçiyê rabû ser piyan. Dema ev pêkanîn li Kurdan tê kirin hingî çi dibe? Ji çeteyan re çek diçe, alavên leşkerî diçe, cebilxane diçe. Lê belê Kurdên li wê derê, genimê li erdê xwe çandiye, nikare bifiroşe. Nexweşxane di rewşeke ku nikare bixebite de ye. Derman nîne. Navê vê ambargo ye, navê vê dorpêçî ye, yê ku vê dike jî Tirkiye ye."

Kişanak diyar kir ku Tirkiye hewl daye Kurdên li Rojava mehkûmî Rojava bike û got, "Li wê derê 2 cîranên Kurdan hene. Yek Esad, yê din jî Tirkiye ye. Tirkiye bi pêkanîna ambargoyê re, berê Kurdan dide Esad. Ev ambargo û dorpêçî ti carî nayê qebûlkirin. Ne tenê ew, li Efrînê, li Serêkaniyê jî ev rewş wiha ye. Li Nisêbînê niha dîwar tê lêkirin. Ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin. Eger Tirkiye dixwaze rola Îsraîlê bigire, Kurd jî dizanin çawa bibin Fîlîstîn. Divê vê yekê her kes li derekê binivîsîne. Eger dîwarê were lêkirin, ambargo û dorpêçî pêk were, hingî Kurd jî dizane mîna gelê Fîlîstînê bi rûmeta xwe li ber xwe bide, bibe Fîlîstîn."

Kişanak da xuyakirin ku li ser sînorê Nisêbînê dîwar tê lêkirin û got, "Hikûmet vê nabîne? Kî vî dîwarî lê dike, kî wan maşînên kar dixebitîne, kîjan fîrma vê dike? Ya hikûmetê xwedî li vê şaşitiyê derkeve û berdêla wê bide yan jî wê ji vê şaşitiyê vegere. Divê hikûmet rastiya xwe bibîne. Eger tuyê pirsgirêka Kurd çareser bike, bi ambargo û dorpêçkirina Rojava nabe. Kêsê serî netewîne. Em di van mijaran de siyaseteke zelal dimeşînin."

Kişanak da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyeke çareseriyê derxistiye holê û got, "Emê ji hikûmetê bixwazin piştgiriyê bide vê. Kî dîwar lê dike, ew pêvajoya çareseriyê naxwaze. Kî li hemberî Rojava ambargoyê dimeşîne, dibe sedema mirina nexweşxan ji ber tinebûna dermanan, ew çareseriyê naxwaze. Kî guhê xwe ji daxwazên gelê Kurd digire, ew çareseriyê naxwaze. Gelê me wê li hemberî vê helwestê nîşan bide. Em bang li hikûmetê dikin ku vê şaşitiya xwe sererast bike, dawetî çareseriyê dikin."

Kişanak diyar kir ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de BDP û siyastemedarên Kurd amade ye û afirînerê vê pêvajoyê Birêz Ocalan e û got, "Tu ambargoyê datîne ser Rojava. Ev 2 sal in Kurd li wê derê bûye hêza ewlehiyê. Ev 2 sal in ji Rojava zerareke biçûk bi Tirkiyê nehatiye. Tu çima têgihiştineke sexte ya gefê derdixîne holê. Li wê derê gef nîne. Li wê derê daxwaza xwişk û biratiyê heye. Eger hûn dibêjin mayin têrê nake divê dîwar bê lêkirin, kes bi vê bawer nake."

Kişanak da xuyakirin ku ew ji ber hebûna namzetên jin ji bo hilbijartinên herêmî kêfxweş in û destnîşan kir ku jin dikarin hîn bêtir bi awayekî azad xwe di nava BDP'ê de îfade bikin û siyasetê bikin.

BILA DEST JI ŞERÊ PSÎKOLOJÎK BERDIN

Kişanak diyar kir ku bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re şerê psîkolojîk ketiye dewrê û wiha peyivî:

"Em bi şerekî psîkolojîk ê ji navendekê ve tê rêvebirin re rû bi rû ne. Di nava me de nîqaşek ku tê nivîsandin û gotin, qet ne mijara gotinê ye. BDP niha amade ye li Tirkiyê bi HDP'ê li Kurdistanê jî bi BDP'ê beşdarî hilbijartinan bibe. Tiştên di rojnameyan de tê nivîsandin, piçek ji wan jî ne rast in.

BDP navenda xizmeta gel e. Partiya kedkarên berxwedan û têkoşînê ye. Nîqaşên bi vî rengî di nava partiya me de gelekî kêmî partiyên din e. Yê ku xwedî hesabekî cuda ye, dê biçe partiyeke din. Yên hatine vê partiyê, yên di nava vê partiyê de têdikoşin, yên di nava siyasetê cih girtine, ji bo dayîna berdêlan, ji bo xizmeta ji gel û ji bo fedekariyê xwe nîşan dane."