Kişanak: Em amade ne ji bo dibistana Kurdî xizmetê bikin

Kişanak: Em amade ne ji bo dibistana Kurdî xizmetê bikin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak têkildarî qedexekirina dibistanên ku perwerdeya Kurdî didin got: “Gelê me bi kîjan zimanî perwerdeyê bixwazin, daxwaza wan çibe ji bo pêkanîna wê û xizmeta gelemperiyê ya xwecihî em amade ne û namzetê wê ne.”

Kişanak a li ber mala piştgirya ji perwerdeyê re ya Ferzad Kemanger ku hat ragihandin wê perwerdeya bi zimanê Kurdî bide û bi sedema destûra wê nehatiya girtin bi biryara Walî hat morkirin li ber dibistanê daxuyaniyek da û li hember morkirina dibistanê nerazîbûn nîşan da.

Kişanak got: “Em dixwazin bi zimanê xwe yê Kurdî û zaravayên xwe yên Kurdî xwe ji bo pêşerojê amade bikin û diyar kir di vê çarçoveyê de dixwazin zarokan bi rêya perwerdeyê bi zimanê wan ê dayikê bigihînin hev.”

EM AMADENE XIZMETA GELEMPERIYÊ BIKIN

Kişanak di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku zarokên ku dixwazin perwerdeya bi Kurdî bibinin, malbatên ku dixwazin zarokên xwe bi Kurdî perwerde bikin û her wiha mamostayên zimanê Kurdî yên li benda tayînê hene. Kişanak axaftina xwe wiha dewam kir: “Tenê astengiya hikûmeta navendî ya mafê perwerdeyê di destê xwe de digire heye. Wê demê em wê astengiyê ji holê rakin. Eger hûn naxwazin wê wezîfeyê bikin perwerdeyê bi tevahî derfetên wê û çavakaniyên wê yên madî ji rêveberiya xwecihî re bihêlin.”

Kişanak got ku gelê me bixwaze bi kîjan zimanî perwerdeyê bibine û daxwaza wî çibe amade ne xizmeta gelemperiya xwecihî bikin û namzetê wê ne.

Sekretera Giştî ya Egîtîm-Senê Sakîne Esen Yilmaz jî anî ziman ku ziman wêneyê bawerî, çand û nasnameya gelekî ye û wiha dewam kir: “Astengkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wê bê wateya înkara wî zimanî.”