Kişanak: Em hesabê Esma jî yê Sînan jî bipirsin

Kişanak: Em hesabê Esma jî yê Sînan jî bipirsin

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak çû serdana malbata Sînan Saltikalp ê 17 salî ku li navçeya Şirnex Cizîrê roja 23'ê Nîsanê wesayîta polîsan lê dabû û duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. 

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak li gel Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan hat navçeya Cizîrê û çû serdana kon û mala sersaxiyê ya malbata Sînan Saltikalp a li taxa Yafesê.

Kişanak ji derketina mala sersaxiyê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku wan zarokekî din ji ber dijwariya dewletê li Cizîrê wenda kirine û got, "Ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin. Dilê me êdî li dijî van êş û azaran îdare nake, serî radike. Li welatekî ku bi 23'ê Nîsanê 'cejna zarokan' pesnê xwe dide, zarokên Kurd di roja 23'ê Nîsanê de ji ber dijwariya polîsan jiyana xwe ji dest didin. Heta roja îro ti ji van bûyeran nehatine lêpirsîn, kiryar nehatine peydakirin, nehatine darizandin, hesab ji tundiya li dijî zarokan nehatiye pirsîn. Berpisyarê vê reqwşê hikûmet e. Heta ku Wezareta Karên Hundur li hemberî vê vînekê nîşan nede, dijwariya polîsan wê bi piştdayîna dewletê her dewam bike."

Kişanak got, "Belê em hesabê Esma ya li Misrê bipirsin, bila dilê me ji bo Esma bişewite, em ji bo wê bigirîn. Lê bila dilê me ji bo Sînanê li Cizîrê jî bişewite. Li nêzî me, zarokên me ji aliyê polîsan ve tên kuştin, hesabê ti ji van nayê pirsîn. Ev rewş bi ti awayî nayê qebûlkirin. Ti wicdan nikare vê qebûl bike. Ne Tirk, ne Ereb, ne Misrî, ne Sûriyeyî, ne jî Kurd vê qebûl dikin. Em jî qebûl nakin. Em qebûl nakin ku zarokên me werin kuştin, zarokên me bi dijwariya polîsan werin kuştin."

Kişanak piştî sersana sersaxiyê, ji Cizîrê derbasî Sîlopiyê bû.