Kişanak: Em xweseriya malî jî dixwazin

Kişanak: Em xweseriya malî jî dixwazin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak di komxebata amadekirina Konferansa Aborî ya Demokratîk de axivî û diyar kir ku divê li ser înisiyatîfa mijarên malî û çavkaniyên herêmî mafê danhevê û pêşxistina nêrînan de nîqaş bên meşandin û wiha axivî: "Em tene xweseriya siyasî naxwazin, em xweseriya malî jî dixwazin."

Komxebata amadekirina Konferansa Aborî ya Demokratîk ku ji hêla KCD, DTSO û şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê were lidarxistin di roja duyemîn de bi mijara "Di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên îktîsadî û avakirina îktîsadî" didome. Di rûniştinên îro yên komxebatê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Serokê DTSO'yê Ahmet Sayar, Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, rêveber û endamên HDP, DBP, MET-DER, KESK, Dendîkaya Genel-Îşê, Kooperatîfa Jinan a Mezopotamyayê, Tum Bel-Sen, TMMOB, MEGAM-DER û gelek saziyên sivîl, parêzer û hîndekar tevlî bûn.

Komxebat bi Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak destpê kir. Kişanak diyar kir ku ev xebat xebateke gelekî girîng e û bi salan e bi xemsarî nêzî ev xebata ku şekil dide jiyanê. Kişanak li ser têkiliya di navbera rêveberiyên herêmî û aboriyê rawestiya û di vî alî de divê çi were kirin rawestiya. Kişanak got ku divê herêm êdî mijara bê cemawerî çavkaniyên herêmî li ku derê qerc dike nîqaş bike û wiha axivî: "Amed bajarê herî mezin ê ku çavkaniyên cemaweriyê di destê xwe de dihêle ye. Li hemberî çavkaniyên herêmî polîtîkayên taybet dimeşînin. Pereyên ku ji van çavkaniyên herêmî tên qezenckirin li ku derê tê qerckirin. Divê em van mijaran nîqaş bikin." Kişanak da zanîn ku ji bo bêhevsengiya di navbera feqîrî û dewlemendiyê ji holê rabe divê ev mijar jî bi berfierhî were nîqaşkirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk jî li ser mijara "Di rêveberiyên herêmî de pergala wesayetê û derfetên rêveberiyên herêmî yên aboriyê" axivî. ÇelÎk diyar kir ku wextê ku mirov li dîrokê dinêre dibîne ku gel xwe bi rêve dibe û ev tişt anî ziman: "Bingeha civakê xwe dispêre aboriya komunê. Aborî tê wateya ku pêwîstiyên jiyanî xwe bi xwe bi cih bînin."

Piştî axaftina Çelîk Yurdusev Ozsolmenler jî li ser mijara "Di rêveberiyên herêmî de butçeya tevlîbûnê" axivî. Komxebat bi pêşkêşkirina mijaran û nîqaşan didome.