Kişanak: Ji bo aştiyê bê şert li ser masê rûnên

Kişanak: Ji bo aştiyê bê şert li ser masê rûnên

Rêxistina BDP'a Amedê bi tevlîbûna hezaran kesan 2'emîn kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak axivî û bang li Hikûmeta AKP'ê kir û got: "Ji bo muzakere bên destpê kirin bê şert werin ser masê. Ji bo pêşiya aştiyê bê vekirin em dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin."

2'emîn Kongreya Asayî ya BDP'a Amedê bi hişyariya "Bila muzakere vegerin çareseriyê" li Salona Sporê ya Seyrantepeyê pêk hat. Kongre diyarî 3 siyasetmedarên jin ên Kurd Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û 10 gêrîlayên HPG’ê yên li navça Lîca Amedê jiyana xwe ji dest dan hate kirin. Di kongreyê de nûnerên gelek rêxistin, saziyên sivîl û hezaran welatî amade bûn. Kongre bi tevlîbûna 571 delegeyan ku ji lîsteya 57 kesan pêk tê hilbijartin pêkhat.

Di destpê ka kongreyê dîwan hate hilbijartin û piştre ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak derket ser dikê xîtabî Amediyan kir. Kişanak di axavtina xwe de balkişand ser hevdîtinên li Îmraliyê tên kirin û got: "Divê hûn bê şert li ser maseyê rûnên. Ger hûn şertan danin pêş me muzakere nayê destpê kirin."

Kişanak balkişand ser şert û mercên li Îmraliyê û xwest Hikûmeta AKP'ê tecrîda li Îmraliyê tê meşandin bi dawî bike û xwest ji bo pêşiya pêvajoyê bê vekirin ew jî biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin.

Kişanak axaftinên Parlementera CHP'ê Bîrgul Ayman ên wekî 'Kurd û Tirk wekhev nabin' jî bibîrxist û bangî parlementerên Kurd ên di nav CHP'ê û AKP'ê de cîh digirin, kir û got: "Cihê xwe diyar bikin û li hêla aştiyê cîh bigirin."

Kişanak li ser qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên Kurd jî rawestiya û xwest Hikûmeta AKP'ê Hêzên Ewlehiyê der heqê bersûcê bi navê Omer Guney de agahiyên di destê wan de ne bi raya giştî re parvebikin.

Kişanak di dawiya axaftina xwe de balkişand ser rewşa Kurdên Sûrî û xwest deriyê sînor ên bi bajarên Rojava re bên vekirin û xwest Kurd alîkariya Kurdên Rojava bikin.

Piştî axaftinan di hilbijartinên hatin kirin de ji bo hevserokatiya Rêxistina BDP'ê ya Amedê Mehmet Emîn Yilmaz û Zubeyde Zumrut hatin hilbijartin.