Kişanak: Ji bo me helwesta Birêz Ocalan girîng e
Kişanak: Ji bo me helwesta Birêz Ocalan girîng e
Kişanak: Ji bo me helwesta Birêz Ocalan girîng e
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak da xuyakirin ku hevdîtina heyeta BDP'ê ya bi Ocalan re heta ku Ocalan bixwaze wê dewam bike û got, "Ti qîmet gotinên Tayîp Erdogan nîne. Lê gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gel û ji bo me girîng in. Helwesta wî, nêzîkatiya wî ji bo me hêja ye. Eger wî 15 salan di nava şert û mercên giran de ji bo çareseriyê ji bo aştiyê ew çend hewldan û fedekarî nîşan daye, ya ku dikeve ser milê me, ya ku dikeve ser mliê AKP'ê jî pêşvebirina vê têkoşînê ye."
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak ji bo cejna gel pîroz be, danê sibê hat Sêrtê. Kişanak, tevî endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Îzzet Belge, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, rêveberên şaredariyê, ji aliyê girseya gel ve hat pêşwazîkirin.
Kişanak piştî ku cejna girseyê pîroz kir, der barê mijarên di rojevê de daxuyaniyek da. Kişanak diyar kir ku Hikûmeta AKP'ê bersiveke erênî nedaye hewldanên çareserî û aştiyê yên tevgera siyasî û azadiyê ya Kurdan û got, "Herî dawî heyet ji partiya me çû serdana Birêz Ocalan. Bûyerên dawî vê nîşan dide, ku Hikûmeta AKP'ê hewl dide vî karî têk bibe. Hem gavan neavêje hem jî hewl dide Kurdan weke berpirsyarê vê gavneavêtinê nîşan bide. Durûtiyeke bi vî rengî heye. Sextekariyeke bi vî rengî heye. Em weke mexdûrên vê sîstemê, vê dewletê, vê hikûmetê li vê derê ne. Mirovên li nava vê partiyê siyasetê dikin, dixwazên vê partiyê û Yên deng didin vê partiye, mirovên ji aliyê dewletê ve hatine mexdûrkirin e. Lê mixabin hewldaneke ji bo rakirina mexdûriyetê li holê nîne."
Kişanak diyar kir ku hikûmetê nehiştiye Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di heyetê de cih bigire û got, "Hikûmet dixwaze pirsgirêkekê biafirîne û weke ku berpirsyarê vê pirsgirêkê jî em in, propaganda bike. Dibe ku niyeta wan nebaş e, dibe ku dixwazin hevdîtinan bibire. Timî di ser heyetan re hewl dide nîqaşeke bi vî rengî biafirîne û pozîsyoneke "BDP'yî neçûn" derxînin holê. Emê ti carî firsendê nedin vê yekê. Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest vê têkiliyê vê pêvajoyê dewam bike, weke partî emê heta dawiyê derfetên xwe ji bo pêşvebirina vê yekê bikar bînin. Ti qîmeta gotinên Tayyîp Erdogan nîne. Lê belê gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gel, ji bo me girîng in. Nêzîkatiyên wî, helwestên wî ji bo me hêja ne. Eger wî 15 salan di nava şert û mercên dîlgirtinê de ji bo çareseriyê ji bo aştiyê ew çend hewldan û fedekarî nîşan daye, ya ku dikeve ser milê me, ya ku dikeve ser mliê AKP'ê jî pêşvebirina vê têkoşînê ye."
‘DAXUYANIYÊN ERDOGAN HEWLDANÊN JI BO DÎLGIRTINA ME NE’
Kişanak ji bo daxuyaniya Erdogan a digot, "Bila baldar bin, têkiliya xwe ya bi Wezareta Edaletê re qut nekin" bi vî rengî bersiv da: "Em mafê xwe yê qanûnî bikar tînin. Parlamenter xwedî wî mafî ye ku kîjan girtîgehê bixwaze dikarin biçin wê derê hevdîtinan bike û em jî vî mafê xwe bikar tînin. Lê belê vê yekê bi şertê têkiliyeke baş a bi Wezareta Edaletê ve girê didin. Ev yek hewldana dîlgirtina me ye. Em di haya vê de ne. Emê nebin dîl, emê gotina xwe bêjin, emê bi ser şaşiyan de bimeşin, emê têkoşîna xwe dewam bikin. Divê Serokwezîr li gotinên xwe baldar be, li siyaseta xwe baldar be. Bila şev û roj ji Birêz Ocalan re dûa bike ku têkiliya xwe qut neke. Karê herî bi aqilane ya niha divê bike, ev e. Ji bo di van şert û mercên qiyametê de hêviya aştiyê şîn bike Birêz Ocalan xwe derxist pêş. Hewl da vî gelê di nava şerekî giran û kûr de ye, derxîne. Hewl da derfetek ji bo çareseriyê, rewşeke ji bo aştiyê biafirîne. Hînê jî, tevî sekna neyînî ya dewlet û hikûmeta AKP'ê, van hewldanên xwe dewam dike. Ji ber vê yekê, di şûna ku gefê li me bixwe de, bila rewşa ew tê de ye, bibîne."
‘EMÊ RÊ NEDIN LÊKIRINA DÎWARÊ ŞERMÊ’
Kişanak da xuyakirin ku Kurdên li Rojavayê Kurdistanê ku hatine rewşeke xwe bi xwe rêve dibe, hikûmeta AKP û hêzên din ên desthilatdar bêzar dike û got, "Ji ber vê yekê hikûmeta AKP'ê ambargo danî ser gelê Rojava."
Kişanak bal kişand ser 'dîwarê şermê' yê tê xwestin li Nisêbînê bê lêkirin û anî ziman ku hikûmeta AKP hewl dide Kurdan ji hev qut bike, lê gelê Kurd wê ti carî rê nede lêkirina vî dîwarî.
Kişanak diyar kir ku AKP di şûna lêkirina dîwarê şermê de divê ji bo lêkirina dîwarê xwişk û biratiya bi Kurdan re bikeve nava hewldanan û destnîşan kir ku bi Peymana Lozanê re di nava Kurdan de sînorên çêkirî hatine danîn û Kurd wê careke din neyê vê lîstikê."
Serdanên Kişanak ên li Sêrtê dewam dikin.