Kişanak ji bo Rojava banga berxwedanê kir

Kişanak ji bo Rojava banga berxwedanê kir

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak li Serêkaniya ser xetê got, "Divê her kes her cihê lê ye, ji bo Rojava veguherîne qada berxwedanê. Em li dû jinên li Rojava li ber xwe didin e." Kişanak li dijî desteka AKP'ê ya ji bo çeteyên El Qaîdeyê nerazîbûn nîşan da û got, "Bila AKP û Enqere vê baş zanibin, emê nebin temaşevanên servîsa we ya VÎP a ji bo çeteyan."

Bi pêşengiya KCD û BDP'ê, bi armanca balkişandina ser rewşa li Rojavayê Kurdistanê, xwedîderketina şoreşa li Rojava û şermezarkirina êrîşên çeteyan li ber avahiya xizmetê ya Şaredariya Serêkaniya ser xetê, bi beşdariya bi hezaran kesên ji bajarên cuda çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de li gel Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Cîgirên Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken, 12 Parlamenterên BDP'ê, Şaredarên Bajar û Navçeyên Bakurê Kurdistanê, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê, olddar, însiyatîfa dayikên aştiyê bi hezaran kes bi pankart û alên PKK, YPJ, YPG, KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd abdullah Ocalan, ji ber Şaredariya Serêkaniyê heta Parka Uç Fîdan meşiyan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, parlamenterên BDP'ê û oldaran girseya beşdar silav kirin

ARMANC DAGIRKIRINA ROJAVA YE

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak da xuyakirin ku armanca kombûna wan a li Serêkaniyê, silavdayîna li şoreşa Rojava ku ji bo Rojhilata Navîn şewq û ronahî ye û got, "Li vê derê vîna bi milyonan, vîna Kurdistanê heye. Li Rojava gelê me mirovahiyê, demokrasiyê û axa xwe diparêze. Ya li Rojava tê kirin, sererastkirina şaşitiyên dîrokî yên li Rojhilata Navîn e."

Kişanak diyar kir ku li gel înkara gelê Kurd a li îran, tirkiye, Sûriye û Iraqê gelê Kurd êdî derketiye ser dika dîrokê û got, "Li her cihê lê ye, xwe gihandiye hêza avakirina welatê azad. Çete şandin Rojava. Armanca wan çeteyên we şandine çiye? Yê ku herî zêde piştgiriyê dide van çeteyan Tirkiye ye. Di nava armancên wan de Îslam nîne, dagirkirina Rojava heye. Organîzasyona çete ya navneteweyî, bi destê hin hêzên navneteweyî û herêmî dixwaze Rojava dagir bike."

KURDISTAN DEYNDARÊ GELÊ ROJAVA YE

Kişanak destnîşan kir ku piştgirîdayîna Rojava wezîfeya mirovahî û welatparêziyê ye û got, "Rojava gelekî zext û zilm dît. Lê belê deriyê Rojava her tim ji çar perçeyên Kurdistanê vekirî bû. Me ev bi jiyana xwe dîtin. Tevahiya Kurd û Kurdistan deyndarê gelê me yê li Rojava ye. Emê heta dawiyê xwedî li Rojava derkevin. Em îro bi temsîlî hatin vir. Divê her kes cihê lê ye ji bo Rojava veguherîne qada berxwedanê. Em li dû jinên li Rojava li ber xwe didin e. Divê em bi hev re têbikoşin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye."

ERDÊ TÎGEM'Ê ERDÊ KURDAN Ê HATIYE DAGIRKIRIN E

Kişanak bang li hikûmeta AKP'ê kir û got, "Tirkiye piştgiriyê dide çeteyên li Rojava. Gelê me yê li vê derê vê baş dizane. Li vê derê erdê TÎGEM'ê heye. Erdekî gelemperiyê ye. Veguheriye çeperê dawî yê eniya çeteyan. Kurdên li Rojava dema birîndar dibin bi saetan li ser sînor tên rawestandin. Lê endamên çete yekser di sînor re tên derbaskirin. Em vê qebûl nakin. Bila AKP û Enqere vê baş bizanibe; Emê nebin temaşevanên VÎP ya we ya ji bo çeteyan. Erdê TÎGEM'ê erdê Kurdan ê hatiye dagirkirin e. Divê hikûmeta AKP'ê vê baş bizanibe. Hûn yekitî, xwişk û biratiyê dixwazin an dijmantiyê dixwazin? Zilma li Kurdekî bê kirin, zilma li tevahiya Kurdan e. Polîtîkayên wê yên der barê Kurdan de ya divê dostane be yan jî dijminane. Hûn nikarin li hemberî Kurdan polîtîkayên perakende bimeşînin. Êdî sebra me li pêşberî polîtîka û pêkanînên cihêkar ên hikûmetê nemaye. Em dixwazin Tirkiye bi Kurdan re dostaniya stratejîk deyne, sînorê xwe veke û piştgiriya xwe ya ji bo çeteyan qut bike. Eger hûn ji bo gelê Kurd negihêje mafên xwe, hembêza xwe ji çeteyan re vekin, serê we dê bikeve belayê. Gelê Kurdistanê, dê karê çeteyan qebûl neke."

Piştî axaftina Kişanak girseya gel bi armanca piştgirîdayîna Rojava ji bo du saetan li parkê çalakiya rûniştinê lidar xist. Dûre jî Şaredariya Serêkaniyê xwarin da welatiyan û çalakî bi dawî bû.