Kişanak: Mevzuat rêveberiyên xwecihî wek taşeronên Enqereyê dibînin
Kişanak: Mevzuat rêveberiyên xwecihî wek taşeronên Enqereyê dibînin
Kişanak: Mevzuat rêveberiyên xwecihî wek taşeronên Enqereyê dibînin
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, di semînera perwerdeyê ya şaredarên jin de diyar kir ku mevzuata qanûnî ya Tirkiyeyê mafê jiyanê nade rêveberiyên xwecihî û got, “Hema bêje li gorî wê rêveberiyên xwecihî wek taşeronê hikûmeta navendî dibîne.”
Akademiya Rêveberiyên Xwecihî ya Yekîtiya Şaredariyên Başûrojhilat (GABB) li Hêwana Resepsiyonê ya Sumerparkê perwerdeyek bi sernavê “Rêveberiyên Xwecihî û Jin” bo hevşaredarên jin li dar xist. Di vekirina perwerdeya du rojî de Seroka GABBê û Hevşaredara Bajarê Mezin Gultan Kişanak axaftinek kir, di axaftina xwe de rexne li mevzuata yasayî û pergalê girt û der barê hevserokatiyê de axivî. Kişanak bang li hevşaredarên jin kir û got, “Me hemûyan ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên jiyanê, bilindkirina kalîteya xizmetê di rêveberiyên xwecihî de û bo çareserkirina pirsgirêkên bajarê xwe barekî giran hilgirt.” Kişanak da zanîn ku wan van du rojan navber daye karê xwe û hatine perwerdeyê û got, “Di ezmûna jiyana xwe de me dît ku perwerde xwe nûkirin e, dabînkirina kêmasiyan e û ji nû ve afirandin e. Hem ji nû ve xwe avakirin û dawîkirina kêmasiyên xwe, hem jî ji hatina ba hev sînerjiyekê peyda bikin.” Kişanak destnîşan kir ku perwerdeya GABBê ji perwerdeya klasîk wêdetir “perwerdeya bi hev re hînbûnê ye” û wiha axivî: “Di bernameya du rojan de em ê bi hev re fêr bibin, em ê bi hev nîqaş bikin û em ê bi hev re xurt bibin. Gava em vegeriyan, her yek ji me dê li cihê xwe pergala hevserokatiyê, têgihîştina jiyana demokratîk, girîngiya xizmetkirina bo gel, berspirsyarî û mîsyona xwe çêtir têbigihêjin û li cihê lê derfeta bikaranîna wan bi dest bixin.”
Kişanak bal kişand ser girîngiya Akademiya Rêveberiyên Xwecihî ku di bin banê GABB'ê de xebatên xwe berdewam dike û da zanîn ku der barê rêveberiyên xwecihî de hêviyên wan ên cihê cihê ji mevzuatê hene û got ku divê ligel vê têgihîştina rêveberiyên xwecihî û mevzuat bi hev re ji nû ve bêne nîqaşkirin. Kişanak axaftina xwe wiha domand:
“Li Tirkiyeyê mevzuata yasayî mafê jiyanê nade rêveberiyên xwecihî. Tu dibê qey ew rêveberiyên xwecihî weke taşeronê hikûmeta navendî dibîne. Tu dibê qey karê maliştin, paqijî û kanalîzasyonê ku hikûmeta navendî nikare ji Enqereyê ve bibe serî dane me. Dibê qey em taşeronên wan in û karê me kirina van tiştan e. Qanûn berahîka me venakin, nahêlin em xwe bigihînin gel, rayê nadin me, nahêlin em bi pirsgirêkên gel re têkildar bibin. Qanûn berevajî ji bo bertengkirina me hatine danîn. Li Tirkiyeyê, qanûn di çarçoveya otîteya navendî de hatine destnîşankirin û ji me rêveberiyên xwecihî dixwazin ku em tenê li gorî hindê tevbigerin.”
Hevşaredar Kişanak got ku ew ê vê yekê qebûl nekin û got, “Em dibêjin rêveberiyên xwecihî desthilata xweser a gel in û her warê jiyanê jî bi xebata mil bi mil dikare bête avakirin.” Kişanak aşkere kir ku Akademiya Rêvebertiyên Xewcihî ya GABBê dê bajar bi bajar, herêm bi herêm perwerdeya xwe bidomîne û got, “Divê hûn jî beşdarî van bernameyan bibin, hêza xwe, nêrîna xwe têkilî vê bikin, têgihîştina xwe ya demokratîk pê geş bikin û bigihînin siberojê.”
Kişanak daxuyand ku pergala hevserokatiyê baş nehatiye fêmkirin û weha pê de çû, “Pergala hevserokatiyê tenê ew nîn e ku cihekî bidine jinan û wan li derekê îktidarê bi cih bikin” û got ku jin di her qada jiyanê de hatiye perawîzkirin. Kişanak bal kişand ku nîviya bajaran jin pêk tînin lê paxav bi pêdiviyên wan nayê kirin, ew xwedî gotin nîn in û got ku ev tiştekî demokratîk nîn e.
Gultan Kişanak diyar kir ku her çendî qanûnên tên derxistin bibêjinê “qanûnên super demokratîk” jî heke jin, astengdar, zarok, komên cuda yên civakî beşdarî jiyanê neyêne kirin ev qanûn demokratîk nabin û got, “Em dixwazin rêveberiyeke xweser a demokratîk ava bikin. Şertê vê yê bingehîn jî divê jin di rêveberiyên xwecihî de xwedî heq û maf bin.” Kişanak da zanîn ku pergala hevserokatiyê rê li vê vedike û weha domand, “Di encama xebata siyasî ya bi salan de me pergala hevserokatiyê da pejirandin û xiste nav qanûnan. Lê ev jî nîvçe pêk anîn.” Kişanak ba kişand ku hê jî li rêxistinên bajar û navçeyan wek serok û alîkarê serok tê hilbijartin û weha domand, “Ger di têkoşîna demokratîk de a rast neyê nîşandayîn qanûn bi layê civakê ve naguherin.”