Kişanak: Nûnertiya wekhev a jinan di asta şoreşê deye
Kişanak: Nûnertiya wekhev a jinan di asta şoreşê deye
Kişanak: Nûnertiya wekhev a jinan di asta şoreşê deye
Gûlten Kişanak ku bû namzeta BDP'ê a Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê got ku ew bawer dike nûnertiya jinan a wekhev di çerçeveya tekoşîna jinan a azadiyê de di giringiya asta şoreşê de wê encaman bidest bixe. Kişanak ku bal kişande ser nakokiyên di navbera cemaeta Gulen û AKP’ê de dijîn û wiha got: “Di holê de şerekî ku bibe sedema gelek pirsgirêkên giring derbikevine holê heye. Pirsgirêkekî mezin ya nelirêtiyê heye, pirsgirêka ne çareserkirinê heye. Hinek mekanîzmayên ku pêşî li pêş xebatên demokratîkbûna dewletê digirin hene.”
Kişanak piştî ji aliyê Serokatiya BDP’a Bajarê Amedê ve namzetiya Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin hate diyar kirin û şûnde ji xebatkarên çapemeniyê re daxuyaniyek da. Kişanak diyar kir ku ji aliyê rêveberiya herêmî ve pêşî vekirina li pêşiya xebatên azad yên jinê di jiyanekî wekhev de pir giring dibîne. Kişanak diyar kir ku ew bawer dike nûnertiya jinan a wekhev di çerçeveya tekoşîna jinan a azadiyê de di giringiya asta şoreşê de wê encaman bidest bixe û got her jina ku di rêveberiyên herêmî de nûnertiya wekhev bibîne dikare bikeve pêşbirkê, di raya giştî de îdiayên xwe pêk bîne û wê bawerbûnekî cewherî bi dest bixin.
Kişanak li ser pirseka rojnamevanekî a weke ‘Ev qas hejmarekî zêde a jinan ji bo namzetiyê wê bandorekî çewan li ser zimanê di siyasetê de tê karanîn bike? Wiha got: “Zimanê zilam yê ku em qala wî dikîn zimanekî desthilatdar, otorîter, ji jorda temaşe kirin, biçûk dîtin, ji nedîtîve hatin û dema cihê wî hat xwedî şêweyekî bikare heqaret bike ye. Ev yek jî di siyaseta Tirkiyê de mixabin siyasetê bi nebaşî bandor dike û rewşekî ku asta wê ketî deye. Wê di rêveberiyên herêmî de bê goman cûdahiya jinan derbikeve holê.”
EZ ÊDÎ NE HEVSEROKIM
Kişanak got ku ji dema namzetiya wê hate aşkerekirin şûnde ji ber ew bû namzetiya serokatiya şaredariyê, ewê xebatên xwe yên di hevserokatiya partiyê ne meşîne û weke cara dawî ew dikare peyamekî siyasî bide, ragehand.
Kişanakê di daxuyaniya ku girêdayî operasyona ku di 17’ê Kanûna 2013’an a ku zarokên wezîran jî di navde heyîn gelek kes hatin binçav kirin û bi nelirêtiyê encam bû wiha got: “Ev şerekî mezine. Pêwiste bê temaşe kirina ka wê di aliyê Tirkiyê de çi encamekî jê derbike a giring jî eve. Ger Tirkiye li normalbûnekî digere pêwiste destpêkê dewletê normal bike.”
DI MIJARA PARLEMENTERÊN GIRTÎ DE SUCÊ DADGEHA BINGEHÎN TÊ KIRIN
Kişanak li ser parlementerên BDP’ê yên ku di doza KCK’ê de hatine girtin û hîna jî girtîne wiha got: “Ji xwe serbest neberdana hevalên me yên parlementer bi giştî li dijî pîvanên zagonî yên demokratîk, tekoşîneke. Di rastiyê de sucekî zagona destora bingehîn tê binpê kirin. Ger destora bingehîn di vî welatî de beşê dadê yên herî jor be û beşekî ku norm dadine, pîvanan diyar dike be, pêwiste hemû kes rêz bidiyê û biryarên ku digire bêne xistina jiyanê û dinava nêzikatiyekî wiha debin.”