Kişanak: Ocalan mîrateyekî tekoşîna biheybet ji jinan re hişt

Kişanak: Ocalan mîrateyekî tekoşîna biheybet ji jinan re hişt

Di mîtînga jinan de Hevseroka Giştî ya BDP'e Gultan Kişanak diyar kir ku, wan mîrateya Sakîne ku berxwedanek bi heybet li pey xwe hiştine dewir girtine û wiha got: "Ji ber berxwedana jinê li Îmraliyê hevdîtinên bi fermî dest pê kiriye. Birêz Ocalan dibêje 'Ez dixwazim deriyê ku hemû kes, Kurd, Turkiye û welatên cîhanê sûdê jê bigirin vekim. Ez dixwazim nexşeya ve yekê xîz bikim. Bingehê hevdîtinên min liser vê yekê ne. Ez pêşerojek azad armanc dikim. Ger ku ev pêvajo serkeftî derbaz bibe, dê komara demokratîk bibe komara jinên demokratîk, bibe komaraa kedkaran."

Aktîvîstên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) yên Amedê bi tevlêbûna 10 hezaran jin li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga "Ji Rosayan heta Sakineyan rêya we rêya me soza we soza me ye" mîtîng pêk anîn. Di mîtinga 8'ê Adarê de Hevseroka Gişti ya BDP'ê Gultan Kişanak axivî û diyar kir ku, jin ji bo cîhanek azad ava bikin têkoşînê didin û wiha got: "8'ê Adarê diyarî me kirin. 8'ê Adarê dîroka têkoşîn û berxwedanê ye. Em dê li vê têkoşînê xwedî derkevin. Em di şexsê Sakine, Leyla Fîdan, Bêrîtan, Zîlan û Bêrîvanan de hemû jinan silav dikin û em dê doza wan bilindtir bikin. Doz û dêkoşîna we di destê saxlem û ewle de ne. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan got; 'Heta Jin azad nebin civak azad nabe. Vê gotinê dîsa têkoşîn û berxwedan nîşanî me da. Em di bin berpirsyariyek dîrokî de ne. Kesên vîna jinê qebûl neke tiştekî ji azadiyê fam nake. Divê zilam di rêya rast de rast bi jinan re hevaltiyê bikin. Ger ku ev yek bê kirin dê hemû cîhan bi ser bikeve.

'MÎRATEYAK BERXWEDANA BI HEYBET JI ME RE HIŞT'

Kişanak da zanîn u Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji jinan re mîrateyek têkoşîna bi heybet diyarî jinê kir û wiha axivî: "Birêz Ocalan ji bo kurdan û jinan têkoşîna hişmendiyê pêş xist. Zanebûn û hişmendî pêş xist. Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan civakek zane û bi rêxistin ava kir. Têkoşîn û berxwedan nîşan da. Em berpirsyarin ku vê têkoşînê bilind bikin û pêş bixin. Me îsal 8'ê Adarê diyarî 3 hevalên xwe yên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin kir. Ji ber ku di şexsê Sakîne, Fîdan û Leyla de xwestin têkoşîna jinê qetil bikin û bişkînin. Ger ku em jiyana heval Sakîne rast û baş fam bikin ji bo me manîfesto ye. Rêheval Sakîne di dilê her kesî de cih girt. Ew niha di nava me de dijî. Têkşoîna wê têkoşîna me soza wê soza me ye. Heval Fîdan û Leyla jî bi heman rengî em dê têkoşîna wan bilind bikin."

'DOKH LI PIŞT TÊKOŞÎNA HEMÛ JINANE'

Kişanak destnîşan kir ku, Rêberê Gelê Kurd Ocalan dibêje 'Ger ku hûn dê tiştekî bikin aşkere bikin. Bi hezkirin û girêdan bikin' û wiha berdewam kir: "Jin di têkoşîna azadiyê de xwedî rol û mîsyonenkî mezin in. Em bang li jinên Amedê dikin û dibêjin hemû jinên Kurd Tirkiye û cîhanê li pişt we ne. Hûn ne bi tenê ne. Têkoşîna DOKH'ê têkoşîna we ye."

'NEXŞERÊYA OCALAN NEXŞERÊYA AZADIYA HEMÛ KESAN E'

Kişanak bilêv kir ku, jin Îmraliyê meraq dikin û wiha got: "Jinên rêzdar ez dizanim hûn pêvajoya Îmraliyê meraq dikin. Hûn meraq dikin û dibêjin di vê pêvajoyê de demokrasî û azadî derkeve ya na? Di vê pêvajoyê de gelek spekulasyon hatin nivîsandin. Gotinek Birêz Ocalan heye û dibêje 'Em deriyê ku her kes qezenç bike vekir. Deriyê ku jin, Kurd, Tirkiye û hemû welatên cîhanê qezenç bike vekir. Ez armanc dikim ku her kes azad bibe û bi ser bikeve. Ji bo vê yekê ez hewl didim ku Komara Demokratîk ava bikim. Ger ku ev pêvajo bi ser bikeve dê Dê Komara Demokratîk bi ser bikeve. Komara Demokratîk dê bibe komara jin û derdorên kedkar a Demokratîk.' Birêz Ocalan jin û kedkaran dixe navenda çareseriyê. "

'QENDÎL JI BO PÊŞEROJEKÎ AZAD BI BIRYAR BÛ'

Kişanak diyar kir ku, wan nameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şandin gihandin navnîşanên rast û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ji KCK û Ewropayê re nameyên nivîsandî hebûn. Em jî ev name gihandin navnîşanên rast. Me li Qendîlê bi heyeta Karayilan pêşengiya wê dikir re hevdîtin kir û name dan wan. Tevgera Kurd di nava yekîtiyê de ye. Me di hevdîtin û gera xwe de ev yek dît. Çavdêriya me eve. Birêz Ocalan ê ku ev têkoşîn avakirî û heta îro anî nayê nîqaşkirin. Aktorê pêvajoyê beralî bike ye. Ji bilî wê tu nîqaşên din tunene. Bila hemû gelê me û raya giştî vê yekê wisa bizane. Em li pey pêvajoya çareseriyê ya Birêz Ocalan derbixe holê ne. Me ev vîn careke din li Qendîlê dît. Ji bo pêşerojekî azad me seknekî bi biryar dît. Hêviya me ji we ewe ku heke em azadiyê bixwazin, divê em berxwedana xwe ya demokratîk mezin bikin. Guhê xwe ji gotinên nerast û spekulasyonan re bigirin."

'DÊ BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE'

Kişanak axaftina xwe wiha berdewam kir: "Heke gavekî rast ber bi aştiyê ve bê avêtin divê hemû hevalên me yên di girtîgehan de dîl tên girtin serbest bên berdan. Hûnê hebûna gelê Kurd qebûl bikin. Dema ku ev pêvajo gav bi gav pêş dikeve dê gelê me azad bijî. Birêz Ocalan dê azad bibe û bi gel re bê cem hev."

Sekretera Jinê ya KESK'ê Canan Çalagan jî diyar kir ku, ew dixwazin li ser erdnîgariyekî şer û mêtîngerî lê tuneyî bijîn û wiha got: "Bi komkujiyekî hovane hevalên me qetilkirin. Hevalên me yê çûyîn perçeyek jî me jî birin. Lê dîsa jî em dibêjin aştî."

Pişt re peyama girtiyên PAJK'î hate xwendin.

'HEKE EDALET HATE ROBOSKIYÊ DÊ WÊ DEMÊ PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIBE'

Dayîka Vedat Encu yê ku di komkujiya Roboskiyê de hate qetilkirin Mercan Encu jî axivî û wiha got: "Serokwezîr dibêje pirsgirêka Kurd heye lê ji bo çareseriya vê yekê çi kir. Ne operasyonên KCK'ê hewayî û bejayî ranewastandin. Li ser komkujiya Roboskiyê re sal û nîv derbas bûn. Serokwezîr kiryar dernexistin holê. Komîsyonê têkildarî komkujiyê rapor amade kir lê daxwazên me di raporê de cih negirtin. Ez gelek meraq dikim ku di wê raporê de çi dinivîse. Serokê komîsyon soza dayî me negirt. Emîne Erdogan hat em ziyaret kirin û soz da me lê tiştek nekir. Kengî ji Roboskiyê re edalet pêk hat dê wê demê pirsgirêka Kurd çareser bibe." Dayîka Selam Encu Semîra Encu jî axaftinekî kin kir.

Piştî axaftinan hunermenda lazî Ayşenur Kolîvar û Koruya Jinan a Kardelenê derketin ser dikê û stran gotin. Herî dawî Rojda û Eylem Aktaş derketin ser dikê û mitîng bi dawî bû.