Kişanak: Perwerdeya bi zimanê dayikê bi pere nabe!

Kişanak: Perwerdeya bi zimanê dayikê bi pere nabe!

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak da xuyakirin ku vebûna dibistana seretayî ya bi zimanê dayikê pirsgirêka prosedurê nîne û destnîşan kir ku divê dewlet ya perwerdeya bi zimanê dayikê bide, ya vê erkê radestî rêveberiyên herêmî bike yan jî destûrê bide gel ku dibistanên xwe veke. Kişanak got, di berdêla pere de perwerdeya bi zimanê dayikê nabe.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, li dû oxirkirina Walî Mûstafa Cahît Kiraç ku ji bo xatirxwestinê hatibû serdana wê, bersiv da pirsên rojnamevanan. Nirxandina Wezîrê Karên Hundir a li ser morkirina dibistana seretayî ya bi zimanê Kurdî ku gotibû "Eger serlêdan hatibûya kirin wê ji aliyê qanûnî ve destûr bihata dayîn" li Kişanak hat pirsîn û Kişanak destnîşan kir ku ev mijar veguheriye manîpulasyonê.

PIRSGIRÊKA PROSEDURÊ NÎNE

Kişanak da xuyakirin ku divê pirsgirêk bi awayekî zelal were destnîşankirin û got, "Mîna pirsgirêkek ji prosedur û xemsariyê tê nîşandan, lê rastî ne bi vî rengî ye."

Kişanak der barê vebûna dibistanên seretayî yên perwerdeya bi zimanê dayikê de ev nirxandin kir:

"Gel rast nabîne ku di statuya dibistana taybet de zarokên xwe bişîne dibistaneke bi pere û li wir bi zimanê dayikê perwerdeya xwe bibîne. Mîna hemû dibistanên din, gel dixwaz dibistanên bi perwerdeya bi zimanê Kurdî jî weke xizmeteke dewletê, weke xizmeteke bê pere bê dayîn. Û mijara tengezariyê jî ev e. Perwerdeya bi Kurdî, perwerdeya bi zimanê dayikê, 'mijara perwerdeya taybet a bi pereyane' yan jî 'wê weke xizmeteke gelemperiyê-dewletê bê dayîn?' Nîqaş li ser vê ye. Divê ev yek bi awayekî zelal bê destnîşankirin. Ya ku Birêz Wezîr behsa wê dike, statuya dibistana taybet e. Eger yek rabe bêje ez dixwazim dibistaneke taybet vekim, bêguman hingî mewzûateke qanûnî ya di vê derbarê de heye. Li gorî vê yekê dikare dibistana taybet veke. Li wê dibistana taybet jî ew zarok wê perwerdeya bi zimanê xwe yê dayikê, di berdêla pereyan de bibîne."

PÊKANÎN DI HEMAN DEMÊ DE CIHÊKARÎ YE

Hevşaredara Bajarê Mezin Kişanak diyar kir ku ev yek ji gelek aliyan ve şaş e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li vî welatî, zarokên zimanê wan ê dayikê Tirkî ye perwerdeyê weke xizmeteke dewletê dibînin, lê zarokên zimanê wan ê dayikê ne Tirkî ye, ancax dikare vê xizmetê di berdêla dayîna pereyan de werbigire. Ev cihêkariyeke, şaş e. Di heman demê de ev yek wê rê li ber cihêkariyeke civakî jî veke. Di vê rewşê de yê ku pereyê xwe hebe, wê karibe ji vê xizmetê sûdê werbigire. Dê û bavê zarokên zimanê wan ê dayikê ne Tirkî be eger dewlemend bin wê karibin ji vê xizmetê sûdê werbigirin. Lê malbatên xizan wê nikaribin sûdê jê bigirin. Ev yek cihêkariyeke civakî ye."

YA QANÛNÊ BIGUHERÎNE YAN JÎ TOLERE BIKE!

Kişanak da zanîn ku pirsgirêk bi sererastkirina qanûnî yan jî bi tolerekirina dibistanan dikar bê çareserkirin û got, "Welatî dibêje, 'eger tu perwerdeya bi zimanê min ê dayikê weke xizmeta gelemperiyê nade min, ez jî li vir vedikim. Li gorî derfetên xwe, ez ê xizmeta perwerdeya bê pere bidim.' Wê demê divê dewlet li pêşiya vê nebe asteng. Yanî morkirina dibistanan şaş e. Yanî wezîfeya ku divê dewlet bike welatî dikin, însiyatîfa sivîl, gel û rêxistinên civakî yên sivîl dikin, lê ev jî tê qedexekirin."

Kişanak di dewama axaftina xwe de ragihand ku pirsgirêka zimanê dayikê bi polîtîkayên navendî yên perwerdeyê çareser nabe û anî ziman ku divê mijara perwerdeya bi zimanê dayikê radestî rêveberiyên herêmî bên kirin.

MIJARA BINGEHÎN A PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ ZIMANÊ DAYIKÊ YE

Kişanak li ser nirxandinên "Vekirina dibistanên bi zimanê Kurdî dijberiya pêvajoya çareseriyê ye" ev nirxandin kir: "Êdî cihê jiberkirinên bi vî rengî di nava civakê de nîne. Yek ji mijarên herî bingehîn ê pêvajoya çareseriyê zimanê dayikê ye. Xizmeta dewletê ya bi zimanê dayikê, perwerdeya bi zimanê dayikê, xebatên çandî yên bi zimanê dayikê. Yanî divê zimanê dayikê weke mafekî bingehîn bê radestkirin û derfet bên afirandinên gelemperiyê bên afirandin ku were bikaranîn. Vê gavê, yek ji nîqaşên herî girîng ê pêvajoya çareseriyê ev e. Lewma ev yek pêvajoyê naxetimîne, berevajî nêzîkatiyek ku tevkariyê li pêvajoyê dike ye. Ya ku divê hikûmet bike, ya ew ê vê xizmetê bide, yan jî vê wezîfeyê bide rêveberiyên herêmî, ev jî nebe wê bihêle ku gel pêwîstiyên xwe bi xwe bicih bîne."