Kişanak: Pêwîste em vê firsenda dîrokî baş binirxînîn

Kişanak: Pêwîste em vê firsenda dîrokî baş binirxînîn

BDP'a Navçeya Canûtê ya Çewlikê bi tevlîbûna Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak û rêveberên BDP'ê bi girseyî avahiya xwe vekir. Di merasima vekirina avahiya BDP'ê de Gultan Kişanak diyar kir ku, ev pêvajo ji bo gelê Kurd firsendek dîrokî ye û wiha got. "Ne Tirkiye, cîhan jî ger ku beyî kurdan çareseriyê bifikire nikare pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

BDP'a navçeya Canûtê ya Çewlikê bi merasimek girseyî avahiya BDP'ê vekir. Di vekirina avahiya BDP'ê ya Canûtê de Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdris Baluken, Endamê Meclisa Daimi yê KCD'ê Elî Riza Yûrtsever, Endamên Meclisa BDP'ê, endam û rêveberên şaredariyên BDP'yî û rêxistina BDP'ê jî amade bûn.

Ji ber barana zêde merasima vekirinê li salona Siporê ya avahiya YİBO'yê pêk hat. Girseyê di merasimê de bê navber siloganên " Biji serok Apo" " Bê Serok Jiyan Nabe" qîr kirin. Merasimê bi rêzgirtinê û axaftinan destpê kir. Destpêkê Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdris Balûken diyar kir ku, ji ber dereng avahiya BDP'ê ya Navçeya Canûtê vedikin ji gelê xwe lêborîn dixwazin. Balûken anî ziman ku, divê êdî gel xwe bi xwe bi rêve bibe û meclîsên xwe ava bikin û bi biryarên xwe bi xwe bidin."

‘EM DI PÊVAJOYEKÎ DÎROKÎ DE DERBAZ DIBIN’

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak jî bal kişand ser hişyariya gelê Canûtê û wiha got: "BDP partiya we ye, ji ber hûn BDP ne û BDP hûn in BDP li mala we ye. Ger ku partiyek li cem azadiyan û azadiyê dixwaze hebe ew jî tevgera gelê Kurd û BDP ye. Ev pêvajoya ku em di nav de derbaz dibin firsendek dîrokî ye. Divê em vê firsendê baş û rast bikar bînin. Ev pêvajo ji bo gelê Kurd firsendek dîrokî ye. Ne Tirkiye, cîhan jî ger ku bêyî kurdan li çareseriyê bifikire nikare pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

Kişanak xwest têkoşîna partiya xwe ji nava 4 dîwaran derxin û heta tax û gundan belav bikin. Birêz Rêberê Gelê Kurd Ocalan, dibêje 'Gelê Kurd gelekî bedel daye û wêreke. Li cem gel cih bigirin û bi gel re biryarê bidin' Divê em jî her tim li cem gelê xwe cih bigirin. Piştî axaftinan heyetê vekirina avahiya BDP'ê ya Canutê kirin.