Kişanak: Polîtîkaya teslimiyet û muzakereyê bi hev re nayên meşandin
Kişanak: Polîtîkaya teslimiyet û muzakereyê bi hev re nayên meşandin
Kişanak: Polîtîkaya teslimiyet û muzakereyê bi hev re nayên meşandin
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak di ‘Xwarina Aştî û Piştevaniyê’ ya Rêxistina BDP'a Tetwanê de axivî û wiha got: "Di demê dawî de operasyonên siyasî û leşkerî zêde dibin. Em li ser navê gel bang li hikûmetê dikin û dibêjin Birêz Ocalan mirovê mezin ê aştiyê ku nexşerêya aştiyê pêk aniye. Destê wî yê aştiyê paşve venegerînin. Bersivek erênî bidin. Her kes dizane hemû gel bi baldarî û fikar nezîk dibin. Li aliyekî bi Birêz Ocalan re hevdîtinê dikin, li aliyê din operasyonan pêk tînin. Polîtîkaya teslimiyet û muzakereyê bi hevre nayêkirin.”
Rêxistina BDP'ê ya Tetwanê, li salona Dahwetê ya Îşletme ya Tetwanê "Xwarina Aştî û Piştevaniyê pêk anî. Li salonê wêneyê 3 siyasetmedarên jin ên kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin û pankarta "Ji Birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji gelê kurd re statuya siyasî" hat vekirin. Dîsa salon bi nepoxên kesk, sor û zer û alên BDP'ê hat xemilandin. Di xwarinê de Hevseroka Gişti ya BDP'ê Gultan Kişanak, Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, endamên meclisa BDP'ê Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş, Rêveberên BDP'ê yê Bedlisê û navçeyên Bedlîsê jî di navde bi hezaran kes amade bûn. Di xwarinêde muzik hat guhdarkirin. Piştre Serokê BDP'a Bedlîsê Şahîn Çoban axaftin kir û li ser girîngiya pêvajoyê rawestiya. Hevseroka Gişti ya BDP'e Gultan Kişanak, têkildarî pêvajoyê de axivî û wiha got: "Em dê bi Birêz Ocalan bawer bikin û wî tenê nehêlin. Bedlis dî dîroka kurdan de cihekî girîng û watedar e. Li vir zimanê dîrokê û gel hat parastin. Mederse, seyda, mele û alimen me dîrok, ziman, çand û baweriya me heta îro anîn. Em jî dê li vê dîrok, ziman û çandê xwedî derkevin. Ancak em çareserî û azadiye pêş bixin. Em dê ji Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan bawer bikin. Gelê kurd êşên mezin kişandiye. Hemû gelê me her kesî êşên mezin û janên mezin kişandiye. Li her derê gorên komî hene. Em berê xwe didin ku gorên komîe hene. Kesên ji bo ziman, çand, nasname û dîroka xwe têkoşiya, hat qetilkirin. “
'TENÊ AZADÎ JI BIRÎNAN RE BIBE DERMAN'
Kişanak, da zanîn ku hikûmheta AKP'ê nêzî 12 salin îxtîdare û heta niha tu gavên çareseriye neaniye. Kişanak wiha pê de çû: “Çend roj berê Dayika Berfo 33 salan têkoşîn da, dîsa êdî di ber xwe neda û çavê wê vekirî çû ser dilovaniya xwe. Em îro dîsa li aştiyê digerin. Divê êdî birîn û êş bên dermankirin. 18 sal berê li vir Ferhat Tepe hat qetilkirin. Şevket Epözdemir hat qetilkirin. Mizgin hat qetilkirin. 15 jin hatin qetilkirin. Ev ancak bi aştiya bi rûmet bê çareserkirin."
‘HETA OCALAN AZAD NEBE EM XWE AZAD NABÎNIN'
Kişanak, anî ziman ku herî zêde dayikên aştiyê ku dilê wan şewitîne aştiyê dixwaze û wiha got: “Em dizanin aştî bi edaletê pêk tê. Me gelê kurd bi dehan salan têkoşîn da. Nihae ji bo çareseriyê muxatab Birêz Ocalan e. Heta îro gotina Birêz Ocalan sûc bû. Lê di encama têkoşîna gelê kurd de niha bi Ocalan re hevdîtin tên kirin. Em hevdîtina dewletê ya bi Birêz Ocalan re pir girîng dibînin. Em dîsa dibêjin heta Birêz Ocalan azad nebe em xwe azad nabînin. Birêz Ocalan dibêjin werin em bi wêrekî pirsgirêkê çareser bikin. Birêz Ocalan gelê kurd ji ser zinar xelas kir. Keda Birêz Ocalan gelek zêde ye. Birêz Ocalan nêzî 15 salan e bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. Birêz Ocalan berê nexşerê amade kir. Lê nehat qebûlkirin. Ger ku hatibûya qebûlkirin niha rewş cuda bûya. Heri dawi 3 protokol danîn peş hikûmetê. Lê hikûmeta AKP'ê ev protokal red kir. Ji ber vê yekê di sal û nîva herî dawî de şerê herî dijwar li ser vê axê pêş dikeve. bi sedan gerilla, leşker û sivil hatin kuştin. Birêz Ocalan berê ev roj dît û xwest rê li pêş vê pêvajoya şer bigire. Hikûmetea AKP'ê ev şens li ber çavan negirt. Bêtir polîtîkayên înkar û îmhayê pêş xist. Me her roj cenaze rakirin. Me her roj şehîdên xwe defin kirin. Li hemberî van êşên mezin gelê kurd bi hestiyariyek mekin û dilsarî tevgeriya. Îro dîsa Birêz Ocalan bang li dewletê dike û dibêjin werin wêrek tev bigerin."
'EWIL DEST JI KUŞTINÊ BERDIN’
Kişanak, bal kişand ser operasyonên AKP'ê û wiha bang li hikûmetê kir: "Ger hûn çareseriyê dixwazin divê berî her tiştî hûn dest ji kuştinê berdin. Birêz Ocalan mirovê mezin ê Aştiyê ku nexşerêya aştiyê amade kiriye ye. Lê hûn li hemberî vê nexşerêyê bi operasyonan bersîv didin. Gelê me bi baldarî û fikar nêzî vê pêvajoyê dibe. Operasyon berdewam dikin. Çiyayên me tên bombekirin. Li Dêrsimê di dema dawî de operasyonên mezin hatin kirin. Divê êdî hûn dest ji kuştinê berdin. Ger ku hûn bi kuştin, îmha û teslîmiyetê nêzîk bibin aşti pêş nakeve. Divê hûn dest ji vê siyasetê berdin. Gelê kurd di riya Birêz Ocalan a azadiyê de ber bi azadiyê ve dimeşe. Em bi gelê xwe û Birêz Ocalan bawar in. Hevalên me Silavên Birêz Ocalan ji were anîn. Ez silav û hurmetên Birêz Ocalan li we dikim. Birêz Ocalan got ez ji gel bawer dikim. Ji parlamenteran re gotin gel çaresekiyek çawe dixwaze. Bi gel re bên cem hev û nerînên gel bistinin. Gotin bi gel re bên cem hev û niqaş bikin gel çi dixwaze nexşerêyekê amade bikin. Em jî wekî partiyê dixwazin bi gel re civinan çêkin û bi hevre li ser nexşerêyê amadekariyê bikin."
Kişanak, anî ziman ku di hemû mînakên cihanê de jî tê dîtin ku civanên we bi rêxistin dikin û tekoşîna xwe bi biryar berdewa dikin digêjin serkeftin û encamê.
'EM ÊDÎ NABIN RÊHEVALÊN KÊM Û NÎVÇE'
Kişanak, da zanîn ku wan berê Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi tenê hişt û wiha berdewam kir: "Dema Birêz Ocalan ji Sûrieyê hat derixtin ji bo aştî û çareseseriyê pêş bixe çû Ewropayê. Lê ji aliye hêzên tarî ve ket kemîna komploya navneteweyî. Lê me rêveltiya kêm nîşan da. Êdî em nabin hevalên nîvco. Em dê bibin hevalê tam û rast ê Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan. Em dê wêrek tev bigerin û di aştiyê de israr bikin. Em dê di vê pevajoyê de berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Em soz didin Birêz Ocalan."
Kişanak, anî ziman ku êdî pêdiviya yekitiya demokratîk li Tirkiyeyê heye û ew dê li Tirkiyeyê yekîtiya demokratik ava bikin.