Kişanak: Zîndana Amedê dewrî şaredariyê bikin

Kişanak: Zîndana Amedê dewrî şaredariyê bikin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, pêşwaziya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag kir û jê xwest ku Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku ew bi xwe jî demekê tê de razaye bo bikin muze dewrî şaredariyê bê kirin. Di serdanê de Gultan Kişanak mijara girtiyên nexweş û dibistanên Kurdî ku hatin morkirin jî bi Bozdag re axivî.

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag serdana Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak kir. Parlamenterên AKP’ê li gel Bozdag amade bûn, gel Kişanakê jî Endamê Meclîsê Cîhan Aydin, Sekreterê Giştî Fahrettin Çagdaş û Muşawîra Hiqûqê Dilek Aydin jî beşdarî civînê bûn. 

Di serdanê de Bozdag diyar kir ku ew ji bo guhdarîkirina pirsgirêkên saziyên bi ser wezareta wan ve li Amedê ne. Bozdag bi bîr xist ku li Enqereyê wî û Kişanakê heman serdemê Wekîltiya Koma Partiyên xwe kirine û di karê nû de serkeftin ji Kişanakê re xwest. 

Hevşaredar Gultan Kişanak jî bi ser navê gelê Amedê bixêrhatina Bozdag kir û da zanîn ku ew bi dîtina wezîr a li Amedê kêfxweş in. Kişanak got, “Gelek mijûliyên jiyanê hene lê dawiya dawî hemû rê diçin ber dadê” û destnîşan kir ku çareseriya hemû pirsgirêkan bi dadê mimkun e. Kişanak daxuyand ku ew dixwazin pirsgirêkan wisa çareser bikin ku daxwaza her kesê bi cih bînin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên welat û herêmê ew di nav hewldanan de ne. Kişanak xwest ku ev hewldan bidomin û bi bîr xist ku berê gelek rêveberên xwecihî hatibûn zîndanîkirin û kêfxweşiya xwe bi azadbûna wan derbirî. Kişanak wiha domand: “Lê mixabin pirsgirêka girtiyên nexweş hê jî didome û ev me diêşîne, em dixwazin ew jî bêne berdan.” Kişanak daxuyand ku piştî ku li Amedê Hevşaredar hatin hilbijartin hêviya bo ku “Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bikin muzeya rûbirûbûnê” geştir bûye û got, “Bersiva Wezareta Dadê û Wezareta Çandê ya bo daxwaznameyên ser vê mijarê pêşkêşî parlamentoyê hatiye kirin em hêvîdar kirine” û nîşeyek pêşkêşî Wezîr Bozdag kir. Kişanak destnîşan kir ku Wezaretê di bersiveke bo Komîsyona Daxwaznameyan de daye zanîn ku Girtîgeha Amedê dê meha Tîrmehê bê valakirin û wiha axivî:   

“Ji ber wê me jî lez da xebatên xwe. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, sererastkirina îmarî kir û biryar da ku girtîgehê li gorî muzeyê plansaziya wê çêkin. Îtiraza vê hebû. Meclîsa me ev mijar dîsa nirxand û biryara xwe dubare kir. Biryara Meclîsa Şaredariya me ye ku Girtîgeha Tîpa E ya Amedê wek muze bête dabînkirin. Hêvîdar im Wezareta Çandê jî di bersiva ji Komîsyona Daxwaznameyan re şandî de gotibû, ‘Di vî warî de çi hêsankariya bikeve ber me em ê bikin’. Li vê derê li ser navê hemû gelê Amedê, her kesê xwedîtiyê li nirxên mirovahiyê dikin, baweriyê bi azadî, wekhevî, dadê tînin, em wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dixwazin ku girtîgeh bibe muze.” 

Kişanak daxwaz ji Wezareta Dadê kir ku ji bo girtîgeh bo Şaredariya Bajarê Mezin bê terxankirin xemê pê bixwe, da zanîn ku pêdiviya wan û Tirkiyeyê bi vê heye û wiha domand: 

BILA WEZARET GIRTIGEHAN DEWRÎ ŞAREDARIYÊ BIKIN

“Em dixwazin rastî bibin xercê aştiyê, bibin xercê çareseriyê. Em çiqas karibin bi rastiyê biaxivin, biwêrin bi êşên rabûriyê re rûbirû werin em ê ew qas nêzî çareseriyê bibin. Em vê daxwaza xwe bi awayekî devkî raberî we dikin. Dema pêş em ê vê daxwaza xwe bi awayê nivîskî jî pêşkêşî cenabê we bikin. Hêvîdar im dê pêşketineke erênî çêbe, ji ber ku her kes di vî warî de xwedî hesasiyetekê ye. Ev bû daxwazeke cemawerî. Hêvîdar im ku em ê vê bi hev re bi pêş bixin.”

ZIMANÊ DAYIKÊ GİRÎNG E

Kişanak der barê vekirina dibistana Kurdî û paşî morkirina van dibistanan de jî wiha got, “Der barê perwerdeya bi zimanê dayikê de hêviyeke civakî heye. Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê hebû. Dersa bijartî ev daxwaz nedibersivand. Ji ber vê jî gel bi înisiyatîfa xwe rabû ji xwe re dibistaneke Kurdî ava kir. Morkirina van dibistanan em hemû dilgiran kirin. Divê êdî çareseriyek ji vê yekê re bê dîtin. Zimanê dayikê vî welatî bi hev ve girê dide. Ji ber ku em ê li ser binemayê maf û azadiyê bi hev re bijîn. Heke em siberojekê bi hev re daxwaz dikin, divê em zimanê hevdu, çanda hevdu, şêweyê jiyana hevdu rêzê bigirin û vê misoger bikin.” 

Kişanak diyar kir ku Wezareta Dadê yekser bi vê re mijûl nabe û got ku “Ligel vê hemû rê diçin ber dadê” û daxwaza piştgiriyê ji vê wezaretê klir.

DER BARÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ DE

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag jî destnîşan kir ku dad xîmê milkî ye û got ku her tiştê dinyayê li ser dadê be dê çêtir be. Bozdag weha axivî, “Dewleta hiqûqê hêmaneke hevgirtina Tirkiyeyê ye. Girîng e ku her kes bala xwe bide ser vê yekê. Em jî hemû gavên xwe ji bo bicihkirina dewleta hiqûqê biavêjin.” Bozdag aşkere kir ku li Tirkiyeyê bo cara yekê hikûmeta wan ji bo girtî û mehkûmên nikarin bi serê xwe bimînin gav hatine avêtin û weha domand: 

“Hinek kes di vê çarçoveyê de hatin berdan lê raporên hinekan ji aliyê Tipa Edlî ve nebes têne dîtin. Hinekan jî raporên wan ên ewlehiyê hene. Me qismek ji van çareser kirin. Nebû çare em rabûn me gavek din avêt û bendek din a qanûnê guhart. Me Tipa Edlî û Wezareta Tenduristiyê bi hev re kar kir. Ev guhertina qanûnî dibe ku 3 mehan bidome, em niha wê dişopînin. Hinek caran raporên deverê û yên Tipa Edlî hevdu nagirin. Gava weha dibe pirsgirêkên mezin derdikevin. Ji ber wê Tipa Edlî û Wezareta Tenduristiyê dê bi hev re van raporan binêrin û binirxînin. Em rewşa mehkûmên girtigehan yek bi yek vedikolin. Gelek kes hatin berdan. Heta niha rapora tenduristiyê ya 6 an 7 kesî hatiye redkirin. Rapor hevdu nagirin.” 

Bozdag der barê avakirina girtîgehên nû de jî daxuyand ku pirgirêkên der barê muteahîtan derketine û got ku bi helbûna van dê îhale ji nû ve bêne kirin.

BILA GIRTÎGEH BIBIN WARÊ NIRXÊN HEVBEŞ

Kişanak ket nava axaftinê û got, “Hêvîdar im avakirina van gelekî dirêj nekêşe çimkî girtîgehên kevin gelekî kambax in. Hemû tesîsata wan hilweşiyaye, boriyên ava vexwarinê zengarî bûne, ava jengî ji boriyan tê. Wek şaredarî em bi binesaziya wê derê re mijûl dibin, binesazî nemaye, ji hev ketiye.” Kişanak da zanîn ku ew dixwazin girtîgeh ne ku bibin cihê birînên kevin kul dikin lê bibin cihên nirxên hevbeş ên siberojê.

JI BO PROJESAZIYÊ LI GIRTÎGEHAN VEKOLÎN

Kişanak axaftina xwe wiha domand: “Heke wezareta we destûrê bide, em bi şandeyekê biçin li nava girtîgehê lêkolînekê bikin, der barê projekirinê agahdar bibin û rewşa heyî bibînin û li gorî wê lezê bidine projesaziya xwe. Em daxwaza nivîskî li we bikin. Bi şandeyeke biçûk ku avahîsaz û pispor tê de bin, bêguman ez jî, wek keseke li wê zindanê razayî dixwazim gel vê şandeyê biçine wê derê bibînin. Bi vê şandeyê re em biçin, vekolînekê bikin û hewldanên xwe bixine pratîkê.”

Wezîr Bozdag got ku ew ji bo avakirina girtîgeheke nû di nav hewldanan de ne û wiha pê de çû, “Sala tê dê girtîgeha nû biqede. Me nêrîna we ya di vî warî de wergirt.” Bozdag da zanîn ku di vî warî de du xebatên wan hene. Li Ulucanlar û Sînopê û got, “Ew ê vê mijarê binirxînin.”

BOZDAG: SERDANA JI BO DIBISTANÊ NÎN E

Wezîr Bekîr Bozdag pirsa der barê girtina dibistanên Kurdî de jî wiha axivî:

“Pirsa der barê mijara ser ziman de li walîtiyê jî ji me hate kirin. Me der barê wê de agahî ji rayedaran wergirt. Li vê derê tu tiştekî ku rê nedane vekirina dibistanê tune ye, lê li vê derê karekî li derveyî prosedûrê hatiye kirin, karekî ne qanûnî ye. Vê gavê qanûn heye ku di Dibistanên Taybet perwerdeya bi zimanê dayikê bête dayîn. Hemû dibistanên taybet bi kîjan şertî têne vekirin ew jî bi vî şertî dikarin bêne vekirin. Ji bo wê, divê daxwaz ji Midûrtiya Perwerdeya Bajêr û ji Midûrtiya Perwerdeya Navçeyê bête kirin, şert û merc bête destnîşankirin û destûr bête xwestin. Ji bo van dibistanan tu daxwazeke weha nehatiye kirin.”  

NE BI DIBISTANA TAYBET BI YA HUKMÎ ÇARESERÎ

Kişanak li ser vê agahiyê axivî û got ku heke dibistan bi statûya dibistana taybet be ji xwendeyan pere tê xwestin. Kişanak weha axivî: “Lê ev dibistan li semta Rezanê hatiye vekirin, vê derê cihê herî xizan ê bajêr e. Xwendeyên wê derê nikarin bi pere biçin dibistanê. Ji ber vê divê çareyek ji vê jî bête dîtin. Lewre bila ev dibistan bi statûya dibistanên taybet nebe. Dawiyê hemû rê diçin ber dadê. Hêvîdar im ji bo vê jî çareyek bête dabînkirin.”

Wezîr Bozdag jî got, “Me derfet da van. Bi ya min divê vê derfetê rast û li gorî qanûnan bi kar bînin. Bi ya min heke li gorî qanûnê bê bikaranîn feydeyê wê heye. Ne tenê li Amedê, li her derê rê heye ku derfetên weha yên perwerdeyê bi pêş bixin. Gava şertên wê anîn cih tu pirsgirêk tune ye.”

Piştî hevdîtinê Hevşaredar Gultan Kişanak, tabloya ser Sûrên Amedê ku fîgurên teyrê duserî li ser heye diyarî Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag kir.