Kişika Assange û Îngilîstanê aloz dike

Kişika Assange û Îngilîstanê aloz dike

Piştî ku Ekvdorê serlêdanan penabertiyê ya damezrênerê Wikileaksê Julian Assange erê kir, kişika di navbera Îngilîstan û Assange de dijwartir bû. Rêveberiya Londonê ragihand ku ew ê destûr nedin ku Assange biçe Ekvadorê. Niha jî tê axaftin ka dê polîsên Înglîz bikevin hundirê balyozxaneya Ekvadorê an na.

Wezîrê Derve yê Ekvadorê Ricardo Patino bi daxuyaniyekê ragihand ku welatê wan serlêdana penabertiya Assange qebûl kiriye û nerazîbûneke tund nîşanî gefa girtina Assange a ji aliyê hukûmeta Înglîz ve hat xwarin, da.

Beriya Ekvador biryara der barê Assange de aşkere bike, Îngilistanê dabû diyarkirin ku ew dikarin bikevin hundirê balyozxaneya Ekvadorê û Assange bigirin.

Lê hin aliyên Îngilîstanê bi awayek tund li dijî vê biryarê ne. Îngilîstan dibêje ku ew dikarin di çarçoveya madeyeke makeqanûnê de statuya dîplomasî ya balyozxaneya Ekvadorê betal bikin. Lê ger Înglîstan tişteke wiha bike, di heman demê de balyozxaneya gelek welatên krîtîk ên weke Rûsya û Koreya Bakûr jî êdî betal bibin.

Wezîrê Derve yê Înglîz William Hague piştî biryara Ekvadorê, ragihand ku Assange li Swêdê bi sucên cidî tê tawanbarkirin û da zanîn ku ew destûr nadin Assange ji avahiya balyozxaneya Londê ya Ekvadorê were veguhestin.

Assange jî ji ber biryarê malavahiya Ekvadorê kir. Lê niha nayê zanîn ka dê Assange çawa ji Îngilîstanê derbikeve. Wer dixuyê ku Îngilîstan destûr nade ku Assange di axa wî re derbas bibe.