KJB: Divê gelê Bakur nerazîbûnê nîşanî dîwêr bide

KJB: Divê gelê Bakur nerazîbûnê nîşanî dîwêr bide

KJB'ê hişyarî da ku dîwarekî di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de bê lêkirin dê bibe bingeha pevçûna navbera gelan û bang li gelê li Bakurê Kurdistanê kir, ku li dijî dîwarê şermê bikeve nava tevgerê û nerazîbûnên xwe yên demokratîk di asta herî bilind de nîşan bide.

Koordînasyona Koma Jinên Bilind (KJB), der barê dîwarê ku tê xwestin di navbera Nisêbîn-Qamişlo de were lêkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KJB'ê da xuyakirin ku Hikûmeta AKP li hemberî destketiyên Kurdan ên li dijî êrîşên li hemberî hebûna xwe de têkoşîna parastina rewa didin, dixwaze vî dîwarê şermê lê bike. KJB'ê diyar kir ku di serdemên dîrokê de hat dîtin ku hewldanên bi vî rengî bi serneketine û got, "Dîwarê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de bê lêkirin, wê nikaribe bandora şoreşa Rojava û yekitiya Kurdan asteng bike."

KJB'ê hişyarî da ku dîwar dikare bibe bingehek ji bo pevçûna navbera gelan û bang li gelê li Bakurê Kurdistanê, şoreşger û demokatan kir ku li hemberî dîwêr bikevin nava tevgerê û xwedî li şoreşa Rojava derkevin.

Daxuyaniya KJB'ê wiha ye:

"Gelê Kurdistanê ku pêşberî çavê tevahiya cîhanê pêvajoyeke şoreşê dijî, jiyana xwe ya demokratîk û azad li ser bingeheke aştiyane ava dike. Gelê Kurdistanê bi sedan salane li herêmê li dijî polîtîkayên înkar, tinekirin, asîmîlasyon û qirkirinê têkoşîna hebûn û azadiyê meşandiye û hatiye roja îro. Gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bi berxwedana bi ronahiya paradîgma û pêşengiya Rêber Apo, bi têkoşîna gerîla û serhildanan re, xeleka înkar-tinekirin-qirkirinê perçe kiriye. Di encama vê berxwedanê de li Bakurê Kurdistanê, li ser bingeha banga dîrokî ya Rêber Apo, gelê me bi vîna xwe ya xweser dest bi pêngava rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad kiriye. Wekî din l Rojavayê Kurdistanê, gelê Kurdistanê tercîha xwe di avakirina Kurdistana xweser, azad û demokratîk a li ser bingeha xwişk û biratiya gelan de, daniye. Gelê Kurdistanê, heta ku gef li hebûna wê neyê xwarin, timî hurmet nîşanî vîna hemû gelan daye. Gelê mazlûm ê Kurd ne çavê xwe berdaye axa kesî ne jî destketiyên kesî. Ev heman nêzîkatî, ji mirovên din jî xwestiye. Lê belê, tevî têkoşîna azadî û hebûnê ya li ser bingeheke aştiyane, gelê Kurd timî bûye hedefa hêzên paşverû yên mîna hikûmeta AKP û çeteyên mîna El Nûsra, ku qaşo mûxalîfe. Niha jî li Rojava li hemberî êrîşên li dijî hebûna xwe, têkoşîna parastina rewa dimeşîne.

Tê zanîn ku li dijî van destketiyan hikûmeta AKP û dewlet piştgiriyê dide çeteyên El Nûsra yên ketine Rojava. Di ser de jî rabûne li Kurdistanê dîwarê şermê lê dike. Bi vî dîwarî re dixwazin gelê Kurdistanê ji nû ve bê perçekirin û bendê deyne pêşiya vîna gelê me. Di nava dîrokê de gelek mînak hene ku nîşan didin polîtîkayên bi vî rengî bi ser nakevin. Di dîroka herî zê de dîwarê Berlînê, dîsa encamên dîwarê şermê yê li ser xaka Fîlîstînê. Di dîrokê de hatiye dîtin ku ti dîwar nekariye li pêşiya daxwaza azadiyê ya gelan raweste. Dîwarê ku îro dixwazin di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de lê bikin jî, wê nikaribe bandora şoreşa rojava û daxwaza yekitiyê ya Kurdan asteng bike.

Li ser vê bingehê, em van polîtîkayên qirêj ên hikûmeta AKP'ê şermezar û lanet dikin. Ev dîwarê şermê dikare di dilê gelê Kurd ê mazlûm de rê li ber birînan veke û di heman demê de dibe bingehek ji pevçûna Tirk-Kurdan. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe û hemû alîgirên xwişk û biratiyê, demokrat, welatparêz û şoreşgeran dikin ku li hemberî vê helwestê nîşan bidin. Bi taybetî em bang li gelê xwe yê li Bakurê Kurdistanê, jin, ciwan û hemû şoreşger, welatparêz û demokratên li Tirkiyê dikin ku li dijî tecrîd-tenêhiştina Rojava rawestin, xwedî li şoreşa Rojava derkevin, nerazîbûnên xwe yên demokratîk bi awayekî rêxistinî û di asta herî bilind de nîşan bidin."