KJB’ê komkujiya Qamişlo û Gazî şermezar kir
KJB’ê komkujiya Qamişlo û Gazî şermezar kir
KJB’ê komkujiya Qamişlo û Gazî şermezar kir
Koordînasyona KJB’ê di der barê salvegera komkujiya Qamişlo û Gazî de daxuyaniyek da û komkujî şermezar kirin.
Koordînasyona KJB’ê da zanîn ku, di 12’ê Adara 2004’an de hêzên rejîma Baasê êrîşê gelê Kurd kirin û bi dehan Kurd qetilkirin. KJB’ê wiha got: “Em vê komujiya hovane nelet dikin, hemû kesên ku vê komkujiyê de gihiştine şehadetê bi rêz bibîr tînin. Gelê me piştî vê komujiyê rabûn serhildanê û bersiveke bi wate danê. Şehîdên xwe bi heybeteke mezin oxir kirine. Îro jî gelê me yê Rojava agirê şoreşê bilind kirine û helwesta herî bi hêz li dijî vê komkujiyê nîşan dane û ji bo şehîdên Qamilşo bersiveke gelek erêniye.”
KJB’ê balkişand ser komkujiya Gazî jî û wiha got: “Her wiha dîsa di 12’ê Adara 1995’an de hêzên dewleta tirk û hêzên nîjadeperet-faşîst ketin dewrê û li taxa Gazî ya Stenbolê li dijî Elewiyan êrîş pêk anîn û gelek welatî bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Em êrîşa faşîzan a delweta tirk nelet dikin û kesê divê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin. Têkoşîna ku gelê me yê Elewî bilindkiriye jî bersiva herî rast ya vê ye. Em bi wesîleya vê roja bi êş, ligel gelê xwe yên Kurd yê Elewîne. Em banga bilindkirina têkoşînê didin.”