KJB: Em bi hêz beşdarî boykota dibistanê bibin
KJB: Em bi hêz beşdarî boykota dibistanê bibin
KJB: Em bi hêz beşdarî boykota dibistanê bibin
Koordînasyona KJB'ê, ji bo çalakiya 'bi armanca perwerdeya zimanê dayikê boykota hefteyekê ya dibistanan' banga beşdariyeke bi hêz kir. KJB'ê da xuyakirin ku divê gelê Kurd li dijî vî mejiyê faşîzan ê hikûmeta AKP'ê û pêkanînên qirkirinê, têkoşîna xwe bilind bike û got, "Pêwîste gelê me, biryara boykota dibistanan a hefteyekê, li her derê bi awayekî xurt bicih bîne. Divê zarok û ciwanên Kurd hefteyekê neçin dibistanan û biryardariya xwe ya ji bo perwerdeya zimanê dayikê nîşan bidin."
Koordînasyona KJB'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hikûmeta AKP'ê di pêvajoya çareseriyê de nekarî nexşeyeke rê ava bike, gav neavêtiye û di ser de jî helwestên baweriyê dihejîne, nîşan daye. KJB'ê destnîşan kir ku ji ber van hemû nêzîkatiyên hikûmeta AKP'ê, pêvajo xetimiye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bal kişandine ser van helwestên hikûmeta AKP'ê û careke din destnîşan kirine ku pêvajo bi yekalî nameşe û hat gotin, "Li hemberî van nêzîkatiyên AKP'ê, biryara tevgera me ya rawestandina vekişîna gerîla ji raya giştî re hatiye aşkerakirin. Lê belê ev helwest nayê wateya bidawîkirina pêvajoyê. Ji bo rêveçûn û serketina pêvajoyê, divê AKP gavan biavêje."
Koordînasyona KJB'ê ragihand ku li beramberî vê rewşê ev du meh in hikûmeta AKP'ê bi nîqaşên li ser aşkerakirina pakêta demokratîkbûyînê serî li raya giştî digerîne û dixe nava bendewariyan û got, "Hikûmeta AKP'ê, hînê beriya pakêtê aşkera bike, yekser diyar kir ku dê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê nebe. Bi nasnekirina mafê pwerdeya zimanê dayikê, danexistina benda hilbijartinê, dewamkirina helwesta xwe ya di mijara qirkirina siyasî de, careke din nîşan daye ku xwedî hêz û vîna çareseriyê nîne.
Her derdorên pêwendîdar tînin ziman ku heta pakêta demokratîkbûyînê bersivê nedin van daxwazan dê ti wateya xwe nebe û pêvajo nemeşe. Bi naskirina mafê perwerdeya zimanê dayikê re divê bikaranî û pêşxistina zimanê dayikê bi destûra bingehîn bê ewlekirin. Hemû nêzîkatiyên derveyî vê yekê, dê dewama polîtîkaya qirkirinê ya xwe dispêre yek ziman, yek dewlet û yek miletî be. Nasnekirina mafê perwerdeya zimanê dayikê, nîşaneya paronaya parçebûn û feraseta înkarê ye."
‘PERWERDEYA ZIMANÊ DAYIKÊ MAFEK HERÎ XWEZAYÎ Û REWA YE’
Koordînasyona KJB’ê balkişande ser ku, mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê yê gelê Kurd û bi awayek azad li her qadê bikar anîn, mafek herî xwezayî û rewaye. KJB’ê diyarkir ku, “Di xwezayê de jî rastiyek heye ku, her zindiyek li gorî reng û dengê xwe hebûna xwe berdewam dike, bi wate dibe û li ser vî bingehî di nava hevgirtin û hevsengiyekê de ne. Di qanûnên xwezayê de jî rewa nedîtina gelekê zilma herî mezin e û faşîzm e. Gelê Kurd li rexmî hemû çemkên qedexekar û pêkanînên faşîzane jî zimanê xwe ê dayîkê parastiye û heya roja îro aniye. Jinên Kurd ji bo parastin û berdewamkirina zimanê zikmakî bûne reya jiyanê. Û gelê me bi berxwedana çil salan ya azadî û demokrasiyê, bûne xwediyê vîn û hêza perwerdeya zimanê dayikê. Çawa ku gelê me xwedî li zimanê xwe derketiye, weke dewlemendiyekê li ziman û zaravayên hemû gelên li gel jiyan kiriye mêze kiriye û birêz nêz bûye.”
Koordînasyona KJB’ê da zanîn ku, pêwîste Kurd li hemberî vê çemka faşîzan û pêkanînên komkujwarî ên hikumeta AKP’ê tekoşînê bilind bike û wiha got: “Li ser vî bingehî pêwîste gelê me biryara hefteyekê boykotkirina dibistanan li her derê bihêz xwedî lê derbikeve. Pêwîste zarok û ciwanên Kurd di nava vê hefteya boykotê de neçin dibistanan û ji bo perwerdeya zimanê dayikê israr bikin. Weke din jî di serî de jin û ciwanên Kurd li ser bingehê parastina ziman yanî hebûna xwe, sîstemên alternatîf pêşbixîne û van xebatan bihêz bike.”
Koordînasyona KJB’ê destnîşan kir ku, pêwîste di serî de hemû demokrat, sosyalîst, kedkar, rewşenbîrên Tirkiyeyî û hemû kesimên hişyar, dengê xwe li hemberî pêkanînên komkujwarî û zilmane ên hikumeta AKP’ê bilind bikin û bang kir ku, “Pêwîste tevlî çalakiya gelê me ya hefteyekê boykotkirina dibistanan bibin û li ser bingehê azadî û demokrasiyê, helwesta xwe ya hevgirtin û biratiyê danin holê.”