KJB:Em li pişt Ocalanin, ji hikûmetê jî pêngavên erênî dipên
KJB:Em li pişt Ocalanin, ji hikûmetê jî pêngavên erênî dipên
KJB:Em li pişt Ocalanin, ji hikûmetê jî pêngavên erênî dipên
Tevgera Jinan a Kurd KJB’ê, piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û got: “Em li pişt serokatiya xwe ne û çi bikeve ser milê me emê bikin. Divê dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê jî tiştê dikeve ser milê wê bike û pêngavên şênber û demokratîk yên pratîk bavêje.
KJB’ê di daxuyaniya xwe de got; Newroza îsal Newroza aştî û azadiyê ye û got pitşî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çi hewce dê bikin. KJB’ê got, ew dê têkoşînê bi gel re bi awayên cûda bilind bikin.
KJB’ê wiha got: “Newroza îsal di serî li Amedê û her çar aliyên cîhanê bi coşek mezin hat pîrozkirin.Li Amedê gelê Kurd di bin ronahiya serokatiyê de dîrokek nû nivîsî. Milyonan azadiya Rêber Apo xwest. Li Qada Newroza Amedê projeya aştiyê ya demokratîk a Rêber Apo ji aliyê milyonan ve piştgirî dît. Gelê me, dostên mû rayagiştî ya demokratîk xwedî li projeya serokatiyê derketin û ev nîşanê hemû cîhanê dan. Em jî bi gelê xwe re heman hestan parve bikin û dibêjin li pişt serokatiya xwe ne. Em li benda dewleta tirk û AKP’ê ne ku ew jî heman pêngavê bavêjin. Em Newroza gelê xwe, ya Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn careke din pîroz dikin û tevlîbûna wan a bi heybet silav dikin.”
KJB’ê da zanîn ku, têkoşîna azadiya ya 40 salî gihiştiye asteke nû û serokatiya me asta ku em hatinê di Newroza Amedê de ji hemû cîharê re aşkera kiriye. KJB’ê wiha got: “Serokatiya me îfade kiriye ku gelê Kurd ketiye qonaxeke nû. Asta ku em hatinê wekê ku serokatiya me jî îfade kiriye, asta meşandina herî bi hêz a têkoşînê ye. Wekê ku di Newrozê de derketiye holê dê gelê me her roja xwe bike Newroz. Ji vir şûnde dê gelê Kurd her roja xwe wek Newrozê pîroz bike. Her cih dê bi tevlîbûna milyonan bibe sahneya têkoşîna aştiya demokratîk.
Newroza îsal bûye Newroza şatî û azadiyê. Di ronahiya felsefeya azadiya Rêber Apo de, jinên Kurd yên azad bûne îsal xweşikbûneke gelek cuda tevlî Newroza îsal kirine. Jinên ku bûye pêşengên milyonan kesî û hêza xwe ya pêşeng daniye holê. Em careke din Newroza gelê xwe, jin û dostên xwe pîroz dikin û banga bilindkirina têkoşîna demokrastî û edelet, wekhevî û azadiyê dikin.”