KJB: Em ruhê 8’ê Adarê bigihînin Newrozê
KJB: Em ruhê 8’ê Adarê bigihînin Newrozê
KJB: Em ruhê 8’ê Adarê bigihînin Newrozê
Koordînasyona KJB’ê 8’ê Adarê careke din li hemû jinên ku ji bo azadî,wekhevî, edelet, demokrasî û aştiyê daketin qadan û dengê xwe bilind kirin pîroz kir û got: “Di şopa heval Sakîne-Sara de ku li Parîsê bi awayekî hovene hate qetilkirin bi sedhezaran jinan azadiya xwe qîr kir. Jinên kurd û jinên Rojhilata Navîn bi şîara ‘Ji Rozayan heta Sakîneyan, riya we riya me ye, soza we soza me ye’ berxwedanek mezin û sekneke mezin derxistin holê.
KJB’ê diyar kir ku, ew careke din 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin û wiha gotin: “Ji Latîn Amerîkayê bigire heta Hîndîstanê, ji Ewropayê bigire heta Afrîkayê û Rojhilata Navîn jin daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman. Îdiaya xwe ya azadiyê derxistin holê. Em berxwedana hemû jinên cîhanê slav dikin û pîroz dikin.
KJB’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de balkişand ser tundiya li ser jinê û wiha got: “Pergala serdest ya mêr û krîza kûr bandorek mezin li ser jinê dike. Her ku siyaseta qirkirina jinê didome, pirsgirêka zayendiyê ya civakî jî kûr dibe, tundî û mêtîngeriya li ser jinê mezin dibe. Hemû nirxên mirovane dikevin bin lingan. Pergala serdest ya mêr jî veguheiriye polîtîkayên qirkiriyê yên civakê û têkçûna exlaqî ya mirovahiyê jî alarmê dide.
8’ê Adara îsal balkişand ser pêşveçûna hovane û li dijî polîtîkayên qirkirina jinê helwestek tund hat nîşandan. Li aliyê din 8’ê Adara îsal îradeya jinê bi awayekî mezin derxistiye holê. Jinan peyama herî girîng daye. Jinên Kurd, jinên cîhanê helwest û nêrîna xwe baş dane hîskirin.”
KJB’ê destnîşan kir ku, li Rojava agirê şoreşê bilind dibe û liderveyê wlat jî jinên Kurd 8’ê Adarê bi heybteke mezin pêşwazî kirine û wiha pê de çû: “Di şop û xeta hevala Sakîne deku li Parîsê bi awayekî hovane hate qetilkirin, bi hezaran jinên Kurd bo azadiyê dengê xwe bilind kirin. Jinên Kurd û Rojhilata Navîn bi dirûşmeya ‘ Ji Rozayan heta Sakîneyan riya we riya m ye, soza we soza me ye’ têkoşînek mezin meşandin. Bi deh hezaran kurdan û jinan yên Ewropayê komujî lanet kir. em berxwedana wan jî slav dikin.
Jinan di vê 8’ê Adarê de careke din hêrs, înat, israr û biryara xwe derxistine holê. Bi vî awayî jî bûne îfadeya herî baş ya layîqê hevala Sakîne. Bi heybeteke mezin hevala Sakîne careke din nemir bûye.
Berxwedana jinên Kurd ya di 8’ê Adarê de derxistiye holê li hemû cîhan û Kurdistanê hevala Sakîne wek sembola jina azad û berxwedêra yekane ya sedsala 21’ê Îlan kiriye.
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, ew careke din 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin û hate gotin ku dê bi heman ruhê her roj wisa bên pêşwazî kirin û wiha hate gotin: “ Ruhê têkoşîn û berxwedana ku jinên Kurd di 8’ê Adarê de derxistine holê dê bibin Newrozê. Li ser vî bingehî em bang li hemû jinên kurd dikin ku, têkoşîn û berxwedana xwe di 21’ê Adarê Newrozê de bilindtir bikin û bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statê’ em vê Newrozê biguherin Newroza serkeftinê.”